ERZIROM - Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Erziromê bi biryarin ku pirsgirêkên çivakê çareser bikin. Namzetê HDP'ê û nevîyê Rêberê Kurd Şêx Saîd, Mehmet Kasim Firat, bang li gel kir û xwest li dijî îtîfaqa Nemrud û îlletan di bin baneyên HDP’ê de bibin yek.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Erziromê, bi nasnameyên cuda balê dikişîne ser xwe. Namzet di warê civakî, siyasî û aborî de bi biryarin ku pirsgirêkên civakê çareser bikin. Namzetan ji hilbijêran xwest ku li dijî îtîfaqên Nemrud û îletan bibin yek.
NEVIYÊ ŞÊX SEÎD NAMZET E
Neviyê Rêberê Kurd Şêx Seîd, Mehmet Kasım Firat bû namzetê HDP'ê yê Erziromê û bi biryar e ku li meclîsê pirsgirêkan çareser bike. Firat ê ku Serokê Komeleya Şêx Seîd, di sala 1953'an de li navçeya Xinis a Erziromê ji dayik bû. Dema ciwan bû li medreseya bavê xwe Şeyh Ali Riza Efendî dersên fikih, erebî û farsî dît. Firat, di nava rêxistinên civaka sivîl û xebatên siyasî de cih girtin. Di salên 1993 û 1995'an de bû endamê Meclisa Partiya Demokrasiyê (DEP).
‘GELEK SEDEMEN DENG BIDIN HDP’Ê HEYE'
Firat anî ziman ku kesê ji xwe re dibêje 'Ez misliman im' divê li dijî zilmê derkevin û wiha got: "Kesên li dijî zilmê dernakevin wekî şeştanê bê ziman in. 100 salin li ser vê axê zilmek bê sînor heye. HDP li dijî vê rêveberiya zilmê partiya aştiyê ye. Gelek sedemên ku deng bidin HDP’ê hene. Gelê kurd û gelê Erziromê bi piranî misliman e. Cudahiya reng, ziman û baweriyan xelata Xweda ye. Li dijî HDP’ê îtîfaqa AKP-MHP'ê hatiye avakirin. Ev ne îtîfaqa Cumhur e. Îtîfaqa Nemrûd e. Gotin serî li ser mil, kevir li ser kevir nehêlin. Em dipirsin kijan misliman ve yekê qebûl dike. Îtîfaqa millet jî bêtir dişibe îtîfaqa îllet.
Pêwiste her kes li dijî îtîfaqa îllet û Nemrûd piştgiriyê bidin HDP'ê.
'KET BIN BANDORA OCALAN'
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Erziromê Zeliha Dundar jî ji navçeya Tekmanê ye. Beşa ragihandinê xelas kiriye. Demekê mamostetî kir û ji ber zextên îtîdarê dest ji mamostetiyê berda. Di sala 1999'an de dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiye ket bin bandora Ocalan. Zelîha Dundar ji serdema HADEP'ê heta niha di nava siyasetê de cih digire. Dundar diyar kir ku di salên dawî de hat girtin û berdan û wiha got: "Jin ji Serokatiya Rêxistina bajar heta rêveberiya bajar di gelek qademeyên rêveberiya partiyê de cih girt. Ez dê heta nefesa xwe ya dawî di nava têkoşînê de cih bigirim. Divê kurd êdî li Tirkiye ne wekî gelekî bindest bin. Divê êdî xwedî statu û nasname bin. Ez dê heta dawî ji bo mafê gelan tebikoşim."
‘EZ DÊ BIBIM DENGÊ JINÊN ERZIROMÊ'
Dundar, bal kişand ser pirsgirêkê jinan ên li Tirkiye û wiha got: "Jin nêviyê perçeyê civakê ye. Dikare mêr jî û civakê jî azad bike. Ez wek jinek Erziromî dê bibim dengê jinên Erzirdomê."
Namzetê HDP'ê yê Erziromê Cemal Kara ku astengdar e diyar kir ku ew dê bibe dengê astengdaran û wiha got: "Yek ji pirsgirêkên li Tirkiye pirsgirêka astengdaran, pirsgirêka jinan û pirsgirêka kurdan e. Kara, sedema namzetiya xwe ya HDP'ê wiha anî zimam: “HDP dengê rengan, baweriyan û bindestan e. Dengê astengdaran e. Dengê yên din e. Ez dê bibim dengê ên din li meclîsê."
Namzetê HDP'ê yê Erziromê Cuneyt Laloglu jî ji Qerezayi ye. Laloglu, hem perwerdehiya erebî û hem jî perwerdehiya Farisi dîtiye. Niha li Îzimrê sahafiyê dike. Bi salan e di nava siyasetê de çalak cih digire. Laloglu, diyar kir ku îtîfaqa AKP-MHP’ê îtîfaqa şer e û wiha got: "Projeya HDP'ê projeya xwişk û biratiyê ye. Elewî êzîdî û suryani bi hevre dijîn.