Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku ji bilî PDK’ê bi hemû partiyên li Başûr re hevdîtin kirine. Karamus, wiha got: “Di parastina berjewendiyên neteweyî de em kengî daxwaza hevdîtinê bikin, PDK qebûl nake. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk, hewcehî bi seferberiya gelê kurd heye.” 
 
Êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dike. Ji destpêka tîrmehê ve jî ev êriş li çoltarên navçeya Amediye ya Dihokê berfireh kir. Dewleta tirk bi qasî 40 km’an ketiye nava xaka Başûr, li gelek cihan noqteyên kontrolê daniye û baregehên leşkerî ava dike. Ji ber êrişan bi sedan gund hatin valakirin û zêdetirî 600 gund jî bi xetereya valakirinê re rû bi rû ne. Di heman demê de tê gotin ku dewleta tirk li deverên xistine bin kontrola xwe komên paramîlîter ên ji Sûriyeyê aniye bi cih dike. 
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus jî di nav de, şandeyeke ji KNK’ê bi vê rojevê li başûrê Kurdistanê bi derdorên cuda re hevdîtin kir. Karamus, têkildarî hevdîtinan û êrişên dewleta tirk, ji ajansa me re axivî. 
 
'HEVDÎTIN ERÊNÎ DERBAS BÛN’
 
Karamus, diyar kir ku ki bilî PDK’ê bi hemû partiyên kurd re, bi rêxistin, sazî,  akademîsyen, rewşenbîr û komên civakî re hevdîtin kirine. Karamus, wiha domand: “Hevdîtina bi PDK’ê re di rojeva me de tune bû ji ber ku ji bo parastina berjewendiyên neteweyî em kengî daxwaza hevdîtinê bikin, PDK qebûl nake. Heta radeyekî digot; ‘Em tu daxwazên KNK'ê qebûl nakin.’ Hewldanên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Başûr zêde bûne. Ev mijara sereke ya hevdîtinên me bû. Hevdîtinên me baş derbas bûn. Dê encama van hevdîtinan, hem di asta neteweyî de hem jî di ya navneteweyî de xuya bibin.” 
 
'XELKÊ HERÊMÊ NIKARE BIÇE NAV BAXÇEYÊN XWE’
 
Bi domdarî Karamus anî ziman ku xelkê Başûr nikare biçe nav bax û baxçeyên xwe û ev tişt anî ziman: “Xelkê herêmê nikare biçe bajar û pêdiviyên xwe dabîn bike. Xetere heye ku Başûr destkeftiyên xwe û statûya xwe winda bike. Tirkiye ji bo dagirkirina Başûr hemû derfet û hêza xwe bi kar tîne. Xelk jî li dijî vê aciz e. Dewleta tirk dixwaze ji Behdînanê heta Zaxo û Bradostê tevahiya herêmê dagir bike. Xelkê herêmê koçber dibe, gundên tên valakirin. Xelkê herêmê nerazî ye û bibertek e. Xelk nikare biçe ser erdê xwe û yên diçin jî ji noqteyên lêgerînê derbas dibin. Xelkê herêmê dixwaze ku tevahiya kurdan li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxîne.”
 
‘PDK DAXWAZÊN DEWLETA TIRK PÊK TÎNE’ 
 
Di berdewamê de Karamus bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide bi her sê dewletên din ên Kurdistan dagir kirin re lihev bike û wiha got: “Li ser herêmê xetereyek mezin heye. Dewleta tirk hewl dide li tevahiya Rojhilata Navîn bêîstîqrariyê çêbike. Dewleta tirk hewl dide ji şerê Îsraîl-Hamasê û Rûsya-Ûkraynayê sûd bigire. Dixwaze hebûn û statûya kurdan a li başûr ji holê rake. Hewl dide li dijî xelkê Başûr, bi Iraq, Sûriye û Îranê re tifaqê çêbike. Hikûmeta Federe bi xwe jî di nav van hewldanan de ye. Daxwazên dewleta tirk pêk tîne. Ya ku îro li vir dewleta tirk diparêze, hikûmeta federe ye. Mixabin îro partiyeke kurd xetereyê li ser statûya kurdan çêdike û hewl dide destkeftiyên gelê kurd bi destê dewleta tirk tune bike.” 
 
KOMÊN PARAMÎLÎTER LI HERÊMÊ TÊN BICIHKIRIN 
 
Karamus, da zanîn ku dewleta tirk li herêmên di bin kontrola xwe de komên paramîlîter bi cih kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî agahiyên xelkê herêmê didin me, li deverên ketine bin kontrola dewleta tirk komên îslamî, cîhadîst û tundrew ên weke DAIŞ û El Nusrayê hatine bicihkirin. Hejmareke zêde ya van cîhadîstan li herêmê hatine bicihkirin. Ev bi xwe re metirsiyeke mezin e. Bi vî rengî dixwaze sînorê xwe yê Misak-î Mîllî têxe bin kontrola xwe û Rojava jî bi vî rengî kontrol bike. Her wiha bi yekcarê Şengal, Kerkûk, Mûsil û deverên Behdînanê kontrol bike. Stratejiya dewleta tirk ev e. Ev xetereyeke mezin e.”
 
‘JI XELKÊ HERÊMÊ PASAPORT TÊ XWESTIN’
 
Di berdewamê de Karamus anî ziman ku kes nikare biçe van herêmên dagirkirî û wiha pê de çû: “PDK di nav hewldanan de ye ku gel herêmê vala bike. Gefên kuştinê li şeniyên herêmê dixwin, bi rê û rêbazên weke binçavkirin û girtinê wan koçber dikin. Çûyin û hatina gund û bajaran asteng dike. Hewledanên ferzkirina zimanê tirkî hene. Ji şêniyên herêmê nasnameyan dixwazin. Nasnameyên welatiyan Iraq û Herêma Federe qebûl nakin. Pasaportê jê dixwazin. Ev jî nîşaneya dagirkerî û îlhaqkirinê ye. Rewşa xelkê herêmê pir nebaş e. Divê ev zextên dewleta tirk û PDK’ê bêhtir bên teşhîrkirin.” 
 
'HELWESTÊN HEYÎ TÊR NAKIN'
 
Karamus, daxuyand ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne û bang li partiyên kurdistanî kir ku bikevin nava tevgerê. Karamus, bi domdarî ev nirxandin kir: “Partiyên siyasî yên Başûr helwesta jê tê xwestin nîşan nadin. Sedema wê jî ew e ku îktîdar alîkariyê dide vê dagirkeriyê. Ev yek bandorê dike. Hin partiyên weke Tevgera Goran, Hîzbên Şiî Kurdistan, YNK û Tevgera Azadî ev bêdengî şikandin. Lê ev têr nake. Me dixwest partiyên kurd helwesteke neteweyî nîşan bidin.”
 
BANGA SEFERBERIYÊ
 
Hevserokê KNK'ê Karamus herî dawî jî ev bang li her kesî kir: “Divê her kes di vê pêvajoyê de bi erka xwe ya neteweyî rabe. Weke KNK’ê em ê li her devera cîhanê di nav seferberiyeke parastina deskeftiyên Kurdistanê de bin. Di sedsala 21'emîn de hedefa dewleta tirk tunekirina deskeftiyên kurde. Hewl dide kurdan tune bike. Plana dewleta tirk eşkere ye û hewceye divê gelê kurd jî li dijî vê planê seferberiyê ragihîne. Amadekariyên me yên ji bo konferansên niştimanî û ewropayî hene. Divê di vê qonaxa girîng de hemû kes li dijî dagirkeriya erka xwe ya niştimanî bi cih bîne.” 
 

Sernavên din

12/03/2025
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje
14:23 Li gelek bajaran civînên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi gel re hatin lidarxistin
13:56 Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:48 Saziyên ziman piştgirî dan bangê: Divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê
13:28 SOHR: Li Sûriyeyê 973 sivîl hatin qetilkirin
13:19 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê dest pê kir
13:12 Tekane hinceta cezayê li Halîse Aksoy hatiye birîn îfadeyên şahidan e
12:48 Li Wanê hilbijartî civiyan: Em ê di her şert û mercan de xizmeta gel bikin
11:39 Êrişên li Sûriyeyê vegot: Çek li Suniyan hatin belavkirin
11:31 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê: Divê tecrîd rabe û îktîdar gavan biavêje
11:16 ‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
10:55 MEB’ê bertek nîşanî dersa ‘wekheviya zayenda civakî' da
10:40 Dirûşma Newroza 2025’an diyar bû
10:14 Hevdîtina DEM Partî û EMEP’ê dest pê kir
10:12 Xwebûn bi manşeta ‘Jin bi xwe gerdûn e’ derket
09:59 Xizmên girtiyan: Em bi destên hev bigirin û astengiyên li pêşiya aştiyê rakin
09:57 Aktîvîstê Belûc: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide me
09:35 Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje
09:02 Şertê ewil ê pêvajoya nû: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:00 Agirê azadiyê ku ev 2637 sal in nayê vemirandin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2025’AN
09/03/2025
17:12 DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist
16:43 Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike
16:38 ‘Civînên Gel En ji bo Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kirin
16:24 ‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’
15:50 Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
15:49 Berdevka DEM Partiyê: Divê dewlet êdî gav biavêje
15:45 Ji bo betalkirina cezayê îdamê yê 3 jinên Kurd bang hate kirin
15:36 Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
15:08 Peyama Ocalan a ji bo gelê Wanê: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
14:59 Bakirhan: Ocalan ji bo nêzikatiya ‘înkarger a dewletê dibêje ‘veguherin’
14:33 ‘Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî’ hate avakirin