Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan

img

MÊRDÎN - Derket holê ku penaberê bi navê Elî Welî yê dîmenên îşkencekirina wî ji malbata wî re hatibûn şandin, radestî OSO’yê hatiye kirin. Welî, bi fîdyeya 9 hezar û 800 dolaran hate berdan. 

Penaberê bi navê Elî Welî (19) li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin û di 13’ê adarê de hate berdan. Piştî berdanê heta demekî dirêjî agahî jê nehatin girtin. Demek piştre dîmenên îşkencekirina Welî ji malbata wî re hatin şandin. Derket holê ku Welî, radestî komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk hatine kirin. Ji bo berdana Welî, komên paramîlîter ji malbata wî fîdye xwestin. Malbatê tespît kir ku MÎT’ê zarokê wan radestî komên paramîlîter kiriye. Piştî malbatê fîdye dayî jî Welî hate berdan. 
 
ŞANDIBÛN NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ
 
Elî Welî piştî ji girtîgehê hatibû berdan, ji bo bibin Navenda Paşveşandinê radestî cendirmeyan hate kirin. Welî, di wesayîta cendirmeyan de bi telefona leşkerekî li malbata xwe geriya û jê re got ku dê bibin Navenda Paşvşandinê û ji wir jî bê dersînorkirin. Malbatê jî qeyda dengê Welî girt û ji wê rojê heta demekî dirêj tu agahî jê nehatin girtin. Di 1’ê nîsanê de jî dîmenên îşkencekirina Welî ji malbata wî re hatin şandin. Li ser vê yekê malbata Welî, di 2’yê nîsanê de serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da. ÎHD’ê ji bo aqûbeta Welî were lêpirsîn û têkildarî îşkenceyê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê serlêdana sûc kir. 
 
Dozger, di lêpirsîna piştî serlêdanê hatiye destpêkirin de bi hinceta ku Welî hatiye dersînorkirin, biryara “Hewcehî bi şopandinê nîne” da. Dihat îdiakirin ku Elî Welî di 13’ê adara 2024’an di çarçoveya “vegera bi dilxwazî” de li Dîlokê hatiye dersînorkirin. Lê derket holê ku Welî li Girê Spî radestî MÎT’ê hatiye kirin. 
 
JI EWIL MÎT PIŞTRE KOMA PARAMÎLÎTER
 
Dayika Welî, Necma Mûsa derheqê tiştên qewimîn de axivî. Mûsa, da zanîn ku kurê wê piştî girtîgehê birine Girê Spî û li milê Sûriyeyê radestî MÎT’ê hatiye kirin. Mûsa, wiha domand: “Li vir îşkence lê kirin, gefa kuştinê lê xwarin. Li ser Qur’anê sond pê dan xwarin û hewl dan bitirsînin. 45 rojan li vir girtin, bi tena serê xwe di hucreyeke yekkesî de ragirtin û derdora 45-50 rojan li wir ma. Her tim cihê bavê wî jê tê pirsîn. Gefa kuştinê lê dixwin, Qur’anê danin pêşiya wî û cihê bavê wî jê dipirsin. Dema nekarîn tiştekî pê bidin gotin jî, radestî çeteyên OSO’yê dikin û heta demekî li wir dimîne.” 
 
BI FÎDYEYA 9 HEZAR Û 800 DOLARAN HATE BERDAN 
 
Mûsa, got ku dema hîn bûn Welî li Girê Spî ye, bi şêxekî ereb ê di demên berê de hev nas dikirin re hevdîtin kirine û wiha behs kir: “Yek li Girê Spî yek jî li Serêkaniyê, me du parêzer girtin. Şêxekî girêdayî rêxistinê li van karan dinihêrt. MÎT’ê bi xwe mirov radestî wan dikir da ku ji bo fîdyeyê bazariyê bikin. Me bi awan re peywendî danîn. Şêxî biryar da ku kurê min bişînin Serêkaniyê. Piştî şandin wê derê, îstîxbaratê mudaxile kir. Ji bo zû neyê şandin, îstîxbaratê mudaxile kir û dixwest tiştekî ji wî hîn bibin. Dema gotin dê were berdan, îcar leşkeran destûr nedan. Ji ber ku îstîxbarat girêdayî Tirkiyeyê ye. Piştre jî me ji Helebê hinek pêwendî danîn. Dema ji wir ferman hatî, zarok berdan. Ji bo berdanê 9 hezar û 800 dolar pere ji me standin.” 
 

Sernavên din

11/08/2024
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
09/08/2024
22:55 Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan
22:45 Aram Tîgran bi kilamên xwe hat bibîranîn
16:55 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hat bibîranîn
16:53 'Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin'
16:38 Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrişê de birîndar bûye
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan