HATAY - Li Hatayê komek êrîşî namzetê parlementeriyê yê HDP'ê û wesayîta anonsê kir.
Namzeta HDP'ê ya Hatayê Hulya Kavûk û yên pê re li gundên Dogan û Kîsecîk ê navçeya Antakyayê ya Hatayê serdana esnafan û welatiyan kir. Di dema serdanê de li gundê Kîsecîkê komek êrîşî namzeta parlementeriyê ya HDP'ê û wesayîta anonsê kir. Koma êrîşkar gef li HDP'iyan xwar.
HDP'î di bin venêrîna cendirmeyan de ji cihê bûyerê veqetiyan.