ENQERE – Ji bo namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş dikaribe ji girtîgehê bi telefona ankesor tev li bernameya “Lîder li Foxê ne” bibe serî li Wezareta Dadê dan.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ji bo namzetê wan ê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê dikaribe mafê xwe yê propaganda hilbijartinê bikar bîne serî li Wezareta Dadê dan. Li gorî agahdariya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê kir, di serlêdanê de hatiye xwestin ku bila destûrê bidin rojnamegeran dikaribin bi Demîrtaş re hevdîtinê bikin û tev li bernameyên televîzyonê bikin.
Her wiha di nav daxwazên serlêdanê de bi boneya Demîrtaş dikaribe bi telefona ankesor beşdarî bernameya Fox TV a “Lîder di Foxê de ne” bibe cih digire.