MÊRDÎN – Danişîna doza der barê kuştina qeyûmê Derikê Muhammed Fatîh Safiturk hat dîtin û 2 kesên din jî hatin berdan.
Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin di 10’ê mijdara 2016’an de êrîşek bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Der barê bûyerê de doz hatibû vekirin. 9’emîn danişîna dozê ku 8 jê girtî ne û 15 kes jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.
MESUTOGLU YÊ XWE ŞEWITAND SEGBÎSÊ RED KIR
Abdulkadîr Denîz, Saîme Ateş Mesutoglu, Nursel Eser, Zînet Erdeş û Zuhal Dalçîn yên serbest tên darizandin tev li dozê bûn. Devran Aslan, Tahsin Erdaş, Mehmet Denîz, Ahmet Denîz, Fîkret Bagı, Fîkret Bagi, û Vedat Erol ên girtî tên darizandin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn.
Şerîf Mesutoglu yê girtî tê darizandin danişînek berê gotibû “Li vî welatî edalet nîne û ez ji vê bê edaliyetê re serî natewînim” û agir berdabû bedeana xwe bi SEGBÎS’ê dayîna îfadeyê red kir û tev li danişînê nebû.
Danişînê piştî kontorlkirina nasnameyan dest pê kir. Girtiyan îdiayên li ser xwe qebûl nekirin û berdana xwe daxwaz kirin.
Parêzerên muştekî yên Wezareta Karê Hundir jî xwestin girtina bersûcan bidome. Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara berdana ji girtiyan Ahmet Denîz û Mehmet Denîz da û xwest girtina yên din bidome. Heyetê danişînê taloqî 17’ê tîrmehê kir.
Her 15 kes jî bi cezakirina 3 caran muebeta girankirî tên darizandin.