KOCAELÎ – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Kocaeliyê di vekirina buroyê de axivî û got: “Em wek HDP’ê rêwiyên hêviyê ne. Her ku em bimeşin dê aştî were welêt, Sûr, Cizîr û Efrînê.”
Xebatên bi lez û bez ên hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û heyeta pê re ji bo civînên gel û vekirina buroyan çû Kocaeliyê. Di têketina Korfezê de namzetên HDP’ê yên Kocaeliyê û gelek welatî, Temellî û heyeta pê re pêşwazî kirin û ji bo vekirina buroyê derbasî taxa Topçularê bûn. Heyet li vir jî ji zarokan bifire heta kal û pîran ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin.
‘MEQSEDA WAN EW E KU GELÊ ME JI SINDOQAN DÛR BIKIN’
Beriha vekirina buroyê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Temellî axivî. Temellî diyar kir ku dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin û ji ber vê yekê xwesteka dîktatoriyê bixin meriyetê. Temellî wiha got: “Namzetên me yê Serokomariyê bernadin. Bi vê yekê re her roja ku diçe li dijî partiya me êrîş û zext zêde dibin. Bi destê polîs û leşkeran gelek xebatên me tên astengkirin. Tenê ne hêzên ewlekariyê, YSK jî dibe şîrîkê vî sûcî. Wek referandûma 16’ê nîsanê. Duh biryar girtin ku 270 hezar deng bên veguhezandin. Waliyên 19 bajaran serî li YSK’ê dabû. YSK jî vê mafdar dît. Dixwazin van welatiyên me ji av û axa wan dûr bixin. Em baş dizanin dê nikaribin veguhezînin. Meqseda wan ew e ku gelê me ji sindoqan dûr bikin û çûyîna wan ser sindoqan asteng bikin.”
'YSK’Ê JÎ KIRIN ŞÎRÎKÊN HESABÊ XWE’
Temellî destnîşan kir ku desthilatdarî hemû qanûn binpê dike û got: “YSK’ê jî dikin amûra hesabên xwe yên bi dest xistina desthilatdariyê. Em ji berpirsê van saziyan re dibêjin wiha mekin. Dema di 24’ê Hezîranê de ev desthilatdarî biçe, em ê ji we jî hesab bipirsin.”
‘EM DI DESTPÊKA VEGUHERÎNÊ DE NE’
Temellî da zanîn ku her roja ku diçe desthilardarî HDP’ê wek dijminê xwe dibîne û wiha got: “Tenê ne HDP’ê tevahiya gelê kurd kiriye dijmin. Dixwaze li ser politikaya xwe ya dijminahî û şer xwe ji nû ve bike desthilatdarî. Bi nelirêtiyê hemû dewlemend bûne. Erdogan û malbata xwe û wekîlên AKP’ê bi dizî û talankirinê dewlemend bûne. Em ê di 24’ê hezîranê de dawî li vê talanê bînin. Em di destpêka veguherînê de ne û em ê hemû bên gel hev û bi HDP’ê re bi ser bikevin.”
'BERPIRSÊN BÛYERÊN 6-8’Ê COTMEHÊ DESTHILATDARIYE’
Temellî bal kişand ser bûyerên 6-8’ê cotmeha 2014’an ên Kobanê û wiha dewam kir: “Berpirsên 6-8’ê cotmehê desthilatdariya AKP’ê bixwe ye. Desthilatdariyê vê yekê ji xwe re kir malzemeya siyasetê.” Temellî bal kişand ser pirsgirêk û tengasiyên Kocaeliyê û wiha domand: “Kocaelî hildiberîne û Qesr jî bikar tîne û didize.”
'DÊ AŞTÎ WERE SÛR, CIZÎR Û EFRÎNÊ’
Temellî herî dawî wiha got: “Têkoşîna bi rûmet a gelê kurd û têkoşîna kedkaran di HDP’ê de gihîşt hev. Hemû namzetên me ji bo vê têkoşînê bigîhîne serkeftinê bi şev û roj dixebitin. Em ê bi şev jî bixebitin da ku roniya Qesrê vemire. Em ê di 25’ê Hezîranê de bimeşin Qesrê û vala bikin. Em bi stran, govend û berxwedana û coşa xwe diçin Qesrê. Em biçin ku Qesrê radestî ciwanan bikin. Em ji hemû pêkhateyên xwe hêz digirin û ji bo aştî û demokrasiyê bînin welêt em xwedî li sindoq, vîn û siberoja xwe derdikevin. Em ê derî bi derî û û tax bi tax bixebitin û hemû kesî vexwînin nav refên têkoşîna xwe. Em benda li pêşiya HDP’ê hilweşînin. Em rêwiyên hêviyê ne. Her ku em bimeşin dê aştî were welêt, Sûr, Cizîr û Efrînê.”
Piştî axaftina Temellî HDP’iyan buro vekir û dûre derbasî vekirina buroyên Korfez û Dîlîskelesî bûn.