DERSIM - Li Dersimê maşîneya zirxî li welatiyê 60 salî Hasan Huseyîn Çîmen qelibî û birîndar kir.
Li Duriya rêya bejahî ya navenda Dersimê leşkeran bi maşîneya zirxî li Hasan Huseyîn Çîmen (60) qeliband. Çîmen ê birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê. Çîmen ê li vê derê tê derman kirin, dibin kontrolê de tê girtin. Hat diyar kirin ku Çîmen ji serê xwe darbe xwar û talokeya jiyana wî tuneye. Li herêmê di salên dawî de gelek welatî ji ber ku maşîneyên zirxî li wan diqelibîn jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Li Qada Seyîd Riza ya li Dersimê jî di 6’ê îlona 2016’an de polîsan maşîneya zirxî li Naziye Ozdemîr a 71 salî qelibandibû û jiyana xwe ji dest dabû.