DÎLOK - Girtiyê siyasî Muslum Karadag ji Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bi nameya ku ji Adîl Okay re şand rapora binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehê parve kir.
Girtiyê Girtîgeha D-9 a Tîpa L a Dîlokê Muslum Karadag, bi riya nameyekê rapora binpêkirina mafan ji Adil Okay re şand û bal kişand zextên li ser girtiyan.
Karadog, di nameyê de di serî de ji ber pirtûkên şandine spasiyên xwe ji Okay re kir û wiha got: "Lê ji ber hêj pirtûk negîhiştine destê min min nexwendine. Ez ji malbatê fêr bûm ku te danasîna pirtûka min kiriye. Ez spas dikim. Em hêvî dikin ku ev hemû zext dê bi dawî bibin. Ji ber ku em girtiyên siyasî ne, pirsgirêkên me jî siyasî û civakî ne. Niha di şert û mercên ku em têde dijîn pirsgirêk wiha ne:
1- Girtiyên ji Tîpa H a Dîlokê sirgûnî Tîpa L a Dîlokê bûn, wan naxin nava me. Em niha nizanin wan li kijan blokê digirin. Vê yekê wekî polîtîkayê dimeşînin û hevalên me naxin nava me.
2- Em nikarin ji mafê xwe yê ziyareta kesê siyemîn sûdê bigirin. Dema em dixwazin kesê ziyareta me dikin biguherînin em nikarin ji mafê xwe yê guhertinê sûd bigirin. Mînak kesê ku 2 salin nayê hevdîtinê em dixwazin biguherînin. Dema em nivîsê ji girtîgehê re dişînin em encam bi dest naxin. Niha bi dehan hevalên me ji ber vê yekê mexdûr in.
3-Hevalên me yên ku cezayên wan xelas bûye ji ber 'Halê baş' nayên berdan. Niha 10 hevalên me ji ber vê yekê nayên berdan.
4- 2 salin hêj kevçiyê hesin û teneke bi hinceta OHAL'ê nadin me.
5- Gelek malbatên me ji dervê bajar tên ziyaretê. Lê tevî vê rewşa malbatan dîsa saetên hevdîtinê ji 13:00'an daxistin 11:00'an û niha jî daxistine 9:50'an. Ziyaret li şûna saetekê tenê 30 deqîqeyî pêk tê. Îşkenceya maddî û manevî li malbatan dikin. Ji 21'ê Gulana 2018'an û şûnde saetên hevdîtina vekirî xistin navbera 9:50-10:20'an û bi vî rengî hat guhertin.
5- Hêj bi kelepçeyê tedawiyê li ser girtiyan ferz dikin.
6- Xebatên Spor û çandî bi sînor dikin.
7- Hin personel bi zanebûn dixwazin provokasyonê derxin.
8- Alavên ku malbatên me ji me re tînin bi zanebûn bi mehan didin rawestandin. Alavên di depoyê de jî nadin me.
14.05.2018
Muslum KARADAĞ
L Tipi Kapalı Cezaevi D-9
Gaziantep