NAVENDA NÛÇEYAN - Cotkarê ji Meletiyê Metîn Çelîk ê nekarî deynê bankayê bide hewl da xwe bi şewitîne, diyar kir ku êdî nikare nan bibe malê û got: “Min dengê xwe dabû AKP’ê. Xwezî destên min bişikiyan.”
Cotkar Metîn Çelîk ê li navçeya Wêranşara Meletiyê dijî, ji ber ku nekarî deynê bankayê bide hewl da di 22’yê Gulanê de li ber deriyê bankayê, bi baliyê titûn ên hilberandî re xwe bişewitîne. Çelîk ê piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, dûrê hat berdan. Çelîk rojnameya Bîrgunê re axivî.
Çelîk, diyar kir ku rê û bendav çêkirin, lê dengên cotkaran nabihîsin. Çelîk polîtkayên AKP’ê yên cotkariyê rexne kir û wiha got: “Îsal ev deşt hemû valeye. Qedexeye ku cotkar nebatên salekê biçînin. Di nava van nebatan de silk, fasûlî, garis û titûn hene. Lê hilberînên ji derveyî welat tên hemû di bazaran de tên nîşandan. Gelo polîtîkayeke hilberînê wiha dibe? Kesên îflas kirin, bi pêkanînên xwe cotkarî jî qedandin.”
Çelîk, da zanîn ku ew nikare deynên cotkariyê bide û wiha got: “Ez weke provokator nîşan dam. Ez vê şermezar dikim. Qaşo ez dîtin bûme û tengijîme, ji ber wê min xwestiye xwe bişewitînim. Kesek derneket û negot ‘Çibu hemşehriyê min?’ Ne wekîlek û ne jî wezaretekê AKP’î bi min re eleqedar nebû. Diyar kesayeta wan heya vê derê ye. Min dengê xwe dabû AKP’ê. Xwezî destên min bişikiyan. Kar tuneye, ked tuneye û tenduristiya me ya derûnî xerab bû. Rewşa malbat min di zorê deye. Zarokê min dixwaze here dibistanê, pere tuneye.”