NAVENDA NÛÇEYAN - HDP bi tempoyek zêde xebatên hilbijartinê bi rêve dibe û namzetên HDP’ê li gelek bajaran bi gel re hatin gelhev. Namzetan serdanên esnaf û gel kirin. Beşdarî vekirinên buroyan dibin û ji bo hilbijartina 24’ê hezîranê ji gel dengan dixwazin.
Partiya Demokartîk a Gelan bi tempoyek zêde xebatên hilbijartina zorde a 24’ê Hezîranê bi rêve dibe. Namzetên parlamenteriya HDP’ê bajar bi bajar bi gel re hatin gelhev û dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Li bajarên Mêrsîn, Edene, Osmaniye, Êlih, Amed, Wan, Gever û Meletiyê xebatên cur be cur ên hilbijarinê hatin meşand, namzet û endamên partiyê rastî eleqeyek mezin gel hatin. Namzetên parlamenteriya HDP’ê bê navber serdanên esnafan, tax, mal, gund û welatiyan dikin, beşdarî vekirinên buroyan dibin û hedeftên xwe ji gel re vedibêjin. Li gel vê yekê Meclîsa Jinên HDP’ê jî xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. Meclîsa jinan li gelek navendan buroyên hilbijartinê vekirin û guh didin daxwaz û pirsgirêkên jinan. HDP’iyên rastî eleqeyek mezin a gel tên, diyar dikin ku ew ê bersiva pêwîst di sindoqan de bidin AKP’ê û dê bêjin ‘Em liv irin, em dikarin bikin û em ê tu carî tune nebin.’