NAVENDA NÛÇEYAN - Di 15 salên serdema hikûmeta AKP'ê de qezayên kar û hêjmara "Cînayetên kar" derket asta herî jor. Di 15 salên îktîdara AKP'ê de 1 milyon û 678 hezar û 670 qezayên kar pêk hatin. 7 hezar û 670 kes bi nexweşiyên kar ketin û 20 hezar û 828 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), rapora der barê qezayên kar, nexweşiyên kar û kesên di "Cînayetên Kar" de jiyana xwe ji dest dane li ser medya civakî bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê ÎSÎGM'ê di 15 salên dawî de qezayen kar, nexweşiyên kar û cînayetên kar wiha ye:
Di sala 2003’an de 76 hezar û 668 qezayên kar pêk hatin. 440 nexweşiyên kar çêbûn. Di qezayên kar de 810 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2004'an de 83hezar û 830 qezayên kar pêk hatin. 384 kes bi nexweşiyên kar ketin û 841 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2005'an de 73 hezar 923 qezayên kar pêk hatin. 519 kes bi nexweşiyên kar ketin û 1 hezar û 72 kes di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2006'an de 79 hezar û 027 qezayên kar pêk hatin. 574 kes bi nexweşiyên kar ketin û Hezar û 592 kes jî di qezayên kar de mirin.
Di sala 2007'an de 80 hezar û 602 qezayên kar pêk hatin. Hezar û 208 kes bi nexweşiyên kar ketin û Hezar û 44 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2008'an de 72 hezar û 963 qezayên kar pêk hatin. 539 kes bi nexweşiyên kar ketin û 866 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2009'an de 64 hezar û 316 qezayên kar pêk hatin. 429 kes bi nexweşiyên kar ketin û 1 hezar û 171 kes di qezayên kar de ji yana xwe ji dest dan.
Di sala 2010'an de 62 hezar û 903 qezayên kar pêk hatin. 533 kes bi nexweşiyên kar ketin û Hezar û 454 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2011'an de 69 hezar û 227 qezayên kar pêk hatin. 697 kes bi nexweşiyên kar ketin û Hezar û 710 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2012'an de 74 hezar û 871 qezayên kar pêk hatin. 395 kes bi nexweşiyên kar ketin û 878 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2013'an de 191 hezar û 389 qezayên kar pêk hatin. 351 kes bi nexweşiyên kar ketin û Hezar û 235 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2014'an de 221 hezar û 336 qezayên kar pêk hatin. 494 kes bi nexweşiya kar ketin û Hezar û 886 kes di qezayên kar de ji yana xwe ji dest dan.
Di sala 2015'an de 241 hezar û 547 qezayên kar pêk hatin, 510 kes bi nexweşiyên kar ketin û Hezar û 730 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2016'an de 268 hezar û 68 qezayên kar pêk hatin. 597 kes bi nexweşiyên kar katin û Hezar û 970 kes di qezayên kar de mirin.
Di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karker di qezayên kar de mirin.
Di 4 mehên ewil ên 2018'an de 563 karker di qezayên kar de mirin.
Di 15 salên serdema hikûmeta AKP'ê de Milyonek û 678 hezar û 670 qezayên kar pêk hatin. 7 hezar û 670 kes bi nexweşiyên kar ketin. Di 15 salan de 20 hezar û 828 kesan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.