EDÎRNE - Endamên Malên Gel, bang li bloka NA ya di referanduma 16 Nîsanê de li Edîrneyê ji sedî 70 deng derxistin kirin ku beşdarî HDP’ê bibin û gotin: “Mirovên ku em bi wan re dixwazin dibêjin ewê dengê xwe cara yekemin bidin HDP’ê.”
Endamên Şaxa Malagel a Edîrneyê, xebatên hilbijartinê yên bajêr vegotin. Xwendekarê Zanîngeha Trakya yê 7 salin li Edîrneyê dijî Hasan Mert Kaynar, diyar kir ku ev demek dirêje dinava Malagel de têkoşîna bi rêxistin kirinê bi rêve bide û wiha axivî: “Cara yekemîne em piştgiriyê didin partiyê. Ev hilbijartin ji bo gelên Tirkiyeyê xala werçerxê ye. Ji bo ku em AKP’ê têk bibin, divê HDP bendavê derbas bike. Nîqaşên me yên bingehin ji desthilatdariyê re ‘temam’ gotine. Em xwe ji bo piştî hilbijartinê jî bi rêxistin dikin. Ji xwe ev pêvajo ji bo me ne tenê pêvajoya hilbijartinê ye. Di heman demê de berdewam kirina têkoşînê ye. Ji bo demokrasî pêş bikeve û hewldanên me yên rêxistinê kirinê hene. “
'HEBÛNA JINAN HEVIYÊN MEZIN DIDIN ME'
Xwendekara Trkyayê Kubra Merîç jî, bal kişand ser piştgiriya Malagel a dide HDP’ê û wiha bilêv kir: “Di danezan û pratika HDP’ê de feraseta demokrasiyê heye. Parlamenter û namzetê serokkomariyê yê HDP’ê girtîne. Ji ber vê divê bi awayek mezin em piştgiriyê bidin HDP’ê. Di wariyê demokrasiyê de piştgiriyê didim HDP’ê. Dîsan jinek mîna Fîlîz Kerestecîoglu di HDP’ê de heye. Hebûna jinan a di HDP’ê heviyên mezin didin me.”
‘LI EDÎRNEYÊ KESÊN CARA YEKEMÎN DENG BIDIN HDP’Ê DÊ DERBIKEVIN’
Merîç, destnîşan kir ku xwendekarên ji nasnameyên siyasî yên li Zanîngeha Edîrneyê dixwîn in, girtina Selahattîn Demîrtaş qebûl nakin: û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nîqaşên em dikin de kes girtina Demîrtaş demokratîk û adîlane nabînin. Li Edîrneyê di 16’ê Nîsanê de ji sedî 70 dengên na derketin. Emê di vê hilbijartinê de nîşan bidi ku ev ne bese. Em bang li bloka na dikin ku bên beşdarî HDP’ê bibin. Kesên heya niha em bi wan re axivîn, dê cara yekemîn dengên xwe bidin HDP’ê. Ev hêvî dide mirovan. Agahiya wan ji êrîş û operasyonên li ser HDP’ê hene û gel dixwaze ev bên derbas kirin. Ji ber polîtîkayên CHP’ê yên Meclîsê, wihan li HDP’ê kirin. Gel vê yekê dizane û bi berteke. Emê li dijî vê yekê encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê bibînin.”
MA / Bîlal Seçkîn