STENBOL - Anastasia Crickley, diyar kir ku ji ber di bin şertên OHOL'ê de hilbijartin pêk tê gelek zahmetî û zorî hene û wiha got: "Ji bo lîstik çênebin û hilbijartinek demokratîk pêk bê divê THEE bi her alî çavdêriyê bike.
Anastasia Crickley a di navbera salên 2016-17'an de Serokatiya Komîteya Jiholêrakirina Cudakariya Nijadî (KJCN) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Anastasia Crickley der barê hilbijartina ku di 24'ê Hezîranê de di şertên OHAL'ê û tundiyê de li Tirkiye pêk bê nirxand. Anastasia Crickley, destnîşan kir ku ji ber li Tirkiye hilbijartin di şertê OHAL'ê de pêk tê dê gelek zor û zahmeatî derkevin û xwest Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropa (THEE) bi her awayî çavdêriyê bike.
'OHALÊ REWŞA TIRKIYE BÊTIR GIRAN KIR'
Crickley, destnîşan kir ku Tirkiye îmze avêtiye peymana Navneteweyî ya der barê Jiholêrakirina Cudakariya Hemû Nîjadan ya di nava Peymana Neteweyên Yekbûyî de cih digere û wiha got: “Bêguman hebûna OHAL'ê rewşa Tirkiye bêtir xera dike û giran dike. Bi carekê di mevzuata Tirkiye de qala nijadên cuda û baweriyên cuda yên xwedî kokên neteweyên din nake. Ev yek bi serê xwe kêmasiyek mezin e. Ev cudakariyê dixe nava nijadan. Sazî û rêxistinên ku mafên mirovan biparêze û lêkolîn bike jî tam nehatine avakirin. Divê berî her tiştî ev yek bê pêşxistin û xurtkirin. "
Crickley, xwest saziyên mafên mirovan li gorî rêgezên Parisê bi awayekî bê ali xebatên xwe bimeşînin û wiha axivî: "Yek ji fikarên me li Tirkiye daneyên ku hatine cudakirin tune ye. Komite, ji bo hemû welatan yek bi yek pêşniyarên cuda dike. Ger ku hûn di qada cudakariyê û qadek din de bixwazin pirsgirêkan bi rêve bibin divê der barê pirsgirêkan de dane di destê we de hebin. Mixabin ji ber ku ev dane di destê me de tune, em nikarin van pirsgirêkan bi rêve bibin û çareser bikin. Divê di vî milî de dewlet cudakariyê neke."
Crickley, destnîşan kir ku komiteyê der barê mijarên nijadperestî, astenkirina sûcê nifrînê de hişyariyên cîddî kirine û wiha bi dawî kir: “Her çend ez niha ne endamê komîteyê bim jî ez xebatên wê ji nêzîk ve dişopînim. Ez dixwazim li ser karê ku Tirkiye divê di milekî din de bike dîsa hişyar bikim. Ji bo Tirkiye rê li pêş sûcê nifrînê bigire divê dewlet tedbîran bistîne. Divê dewlet bêtir mafê kêmaran biparêze û li mafê wan xwedî derkeve. Komîte Tirkiye hişyar dike ku mafê Romanan biparêze û mafê Kurdan biparêze."
'DIVÊ THEE ÇAVDÊRIYEK BAŞ BIKE'
Crickley der barê hilbijartina ku di 24'ê Hezîranê de di şertên OHAL'ê û tundiyê de li Tirkiye jî nirxand û xwest Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropa (THEE) bi her awayî çavdêriyê bike. Crickley, destnîşan kir ku bi taybetî divê mafê kêmaran bê parastin û li dijî gefên li ser wan tedbîr bên girtin û wiha got: "Divê li dijî êrîşên nijadperest û komên cuda tedbîr bên girtin. Ji bo tevlêbûna vê hilbijartinê zêde be divê hemû tedbîrên pêwist bên girtin û ev yek şert e. Divê TFEE di pêvajoyek wisa û hilbijartina di şertê OHAL'ê de teqez tedbîran bistîne û çavdêriyên xurt pêş bixe. Divê çavdêriyek berfireh pêş bixe."
Crickley, der barê namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku girtî xebatên hilbijartinê dimeşîne jî wiha got: “Ez dizanim Demirtaş girtî ye. Bê guman di şertê girtî de xebaten hilbijartinê nayên kirin. Ez şensên baş jêre dixwazim. Li aliyê din pir girîn e ku ji nava kêmaran namzetê Serokomariyê teqez derkevin. Ev yek pir girîn e."
MA / Sadiye Eser