ÎDIR - Hilbijêrên gerok herî zêde li bajarê ÎDIR’ê hene. Rêveberiya HDP’ê xwe amade dikin ku mîna hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an, hilbijêrên gerok ên ji 10 hezarî zêdetir, bibin ser sindoqên nava bajêr.
Bi salane gelên Kurd, Azerî û Terekemeyî li Îdirê bi hev re dijîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 7’ê Hezîran 2015’an de, li bajêr serkeftinek mezin a 2-0 bi dest xist. Rêveberiya HDP’ê ya bajêr ji bo di 24’ê Hezîranê de jî, heman serkeftinê bi dest bixe, ji 7 salî heya 70 salî seferber bûne.
‘EMÊ HER DU WEKÎLÊN XWE BIŞÎNIN MECLÎSÊ’
Hevserokê HDP’ê yê Îdirê Hasan Safa, diyar kir ku ji 10 hezarî zêdetir hilbijêrên gerok li Îdirê hene û wiha axivî: “Em ê van hilbijêran bi ruhê 7’ê Hezîranê bibin ser sindoqan. Îdir, qadek çiyayî ye. Ji xwe em di rewşek awarte re derbas dibin. Ji ber vê yekê em qet xebatên partiyê taloq nakin. Li herêmê di her warî de xebatên me berdewam dikin. Ji roja me starta hilbijartinê da û vir ve wesayîtên me yên anonsan digerin. Em mal bi mal, gund bi gund digerin. Li Îdirê emê dîsan bi 2-0 serkeftinê bi dest bixin. Li bajêr kelecanek mezin heye. Em ê her du wekîlên xwe jî bişînin Meclîsê.”
'ME YEDEKÊN YEDEKAN JÎ AVA KIRIN’
Berpirsê Karê Agahiyên HDP’ê yê Bajêr Serhat Ceylan jî, anî ziman ku ji hemû serdeman zêdetir, welatiyan serlêdan kirin ku li ser sindoqan erkê bigirin û wiha axivî: “Hevalên me yên dildar ên li ser sindoqan erkê bigirin hene. Me yedekên yedekan jî ava kirin. Serlêdanê li gorî salên bûrî ji 10 qatî zêdetirin. Bi taybetî mezûnên zanîngehan serlêdan dikin û dixwazin li ser sindoqan erkê birin. Niha ji bo 250 sindoqan me 500 hevalên xwe erkdar kirin. Ji bilî vê jî 140 hevalên me yedekin. Gelê me ewqas bihêrsê, tu carî dest ji ewlekariya sindoqan berdandin.”
'EM Ê HILBIJÊRIN JI DERVEYÎ ÎDIRÊ BÎNIN SER SINDOQAN’
Ceylan, da zanîn ku wan ji bo hilbijêrên gerok komîsyona ava kirin û wiha got: “Ji bo em hejmara welatiyên li gund, zozan, xwendekar û karkerên înşaetan diyar bikin, me dest bi xebatan kir. Emê hemû pêdiviyên madî û manevî yên hilbijêrên ji derveyî Îdirê pêşwazî bikin. Em ê hemûyan binîn ser sindoqan û piştî hilbijartinê jî, em ê wan bibin qadên wan. Bi vî awayî di 7’ê Hezîranê de em 10 hezar hilbijêr birin ser sindoqan. Em dîsan vê yekê armanc dikin. Xwendekar û welatiyên me dikarin li ser hesabê medya civakî yê binavê ‘Iğdır HDP’ dikarin xwe bigihînin me. Çi pêwîst be emê bikin.”