ÎDIR - Yek ji namzetên HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk ê bi KHK’ê îxrac bûye. Eksîk got ku armanca wî ew e bibe dengê mexdûrên KHK’yan.
Yek ji namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk ê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) îxrax bûye. Eksîk namzetê Îdirê ye û di 1985’an de li vir hatiye dinê. Di 2011’an de ji Beşa Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Ataturk a Erziromê mezûn bû û li Îdirê dest bi bijîşkiyê kir. 7 sal li navçeyên Îdirê di ocaxên tenduristiyê û nexweşxaneyên dewletê de xebitî.
Eksîk ji bo di hilbijartina di 7’ê Hezîrana 2015’an de bibe namzetê HDP’ê dest ji karmendiyê berda û salek şûn ve wî bi KHK’ê îxrac kirin. Piştî îxrackirinê nêzî salekê ye di sektorek taybet de dixebite û ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li Îdirê ji rêza yekemîn bû namzetê HDP’ê.
Eksîk da zanîn ku armanca wî ew e li Meclîsê bibe dengê mexdûrên KHK’ê.
‘EZ Ê BIBIM DENGÊ MEXDÛRÊ KHK’Ê
Eksîk îxracan wek “birîna civakê” pênase kir û got: “Desthilatdariyê gelek hevalê me ji kar û nanê wan kir. Yek ji wan jî ez im. Ez ê bibim dengê wan mirovên bi neheqî hatin îxrackirin. Ez ê tengasiyê wan li Meclîsê bînim ziman. Di nav civakê de pirsgirêkên bingehîn ên tenduristiyê hene. Di serdema her wezîrî de pergala tensuristiyê diguhere. Ez ê pirsgirêkên gel ên tenduristiyê bînim ziman. Ez bibim dengê karkeran û ji bo ez pêşiya cinayetên kar bigirim çi ji destê min were ez ê bikim. Ji bo biratiya gelan û wekheviyê em dengê xwe bidin HDP’ê. Em wisa ji gelê xwe bawer in ku dê min û hevala me Kiznaz Turkalî bijêre.”