QAMIŞLO - Cenazeyê nûçegîhana ANHA Dilîşan Îbîş şandin warê wê Kobanê.
Ji bo nûçegîhana ANHA Dilîşan Îbîş a di 12'ê Cotmehê de li Dêra Zorê di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da merasim hat lidarxisin.
Bi beşdarbûna dehan xebatkarên çapemeniyê û welatiyên Qamişlo cenazeya Dilîşan ji taxa Enteriyê wergirtin. Di merasimê de Endama Yekîtiya Ragîhandina Azad Stêrk Gulo axivî û wiha got: "Dilîşan bi kamîre û pênûsa xwe şerê çeteyên DAIŞ’ê kir. Kamîreya Dilîşan dê wekî teknîkekê tenê nemîne. Dê bibe amûrekî tunekirina kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî sivîlan. Divê hemû xebatkarên çapemeniyê xwedî li dengê Dilîşan derkevin.” Piştî axaftinê girseya gel cenaze wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi Kobanê ve derketin rê. Li Kobanê jî dê cenazeyê Dilîşan bi merasîmekê li goristana Şehîda Dicle were definkirin.
DAIŞ’ê li herêma Ebû Fas bi erebeyên bombebarkirî êrîşî sivîlan kiribûn. Di êrîşê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn. Nûçegîhanên ANHA Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed di dema teqînê de bûn. Di teqînê de Dilîşan jiyana xwe ji dest dabû û Rizgar û Hoigr jî birîndar bûbûn.