AMED - Înisiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbiş, Rizgar Deniz û Hogir Mihemed şermezar kirin û ji bo Nûçegîhana ANHA Dilîşan Îbiş ku jiyana xwe ji dest da sersaxî ji ANHA re xwest.
Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), têkildarî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî rojnamegerên ANHA peyama sersaxiyê da. ÎRA êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Rojnamegerên ANHA şermezar kir û ji bo Nûçegîhana ANHA Dilîşan Îbiş ku jiyana xwe ji dest da sersaxî ji ANHA re xwest.
ÎRA, di daxuyaniyê de diyar kir ku hersê nûçegîhanên ANHA jî ji bo şopandina rewşa sivîlan berê xwe dan qada ku sivîl lê hatine bicihkirin û wiha got: "Saet di 18.30'an şeva 13'ê Cotmehê de çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kirin û komkujiyek pêk anîn. Hempîşeyên me Dilîşan Îbiş, Rizgar (Adanmış) Denîz û Hogir Mihemed jî di nava komkujiyê de bûn. Hempîşeya me ya Rojnameger Dilîşan jiyana xwe ji dest da. Rizgar Denîz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn. Dilîşan di sala 2014'an de beriya berxwedaniya Kobanê dest pê bike û Kobanê ji her çar aliyan de ketibû dorpêçê de, tevlî xebatên raghandinê bû. Yek ji xemla radyo ¨Dengê Kobanê¨ hevrê Dilîşan Îbiş bû. Dilîşan Îbiş ne tenê bi dengê xwe şoreşa Rojava şopand, êdî bi pênûsa xwe jî dişopand. Hemleya rizgarkirina xaka Kobanê, Minbic, Reqa şopand û herî dawî jî di şopandina Pêngava Bagera Cizîrê de jiyana xwe ji dest da."
ROJNAMEGERÊN RASTIYÊ RODÎ DIKIN DIBIN HEDEF
ÎRA, di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku di 13’ê Tîrmeha 2016’an de jî nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed û nûçegihanê ajansa ANHA’yê Kendal Cudî, dema operasyona rizgarkirina Xaçerêya Sebi Behrat a Minbicê dişlopandin, ji ber teqîna mayîna çeteyan birîndar bûbûn û Mistefa Mihemed piştre ji dest dabû. ÎRA, di berdewama peyamê de wiha got: Em dibînin ku Rojnamegerên li qada şer rastiyan bi raya giştî re parve dikin û êrîşên DAIŞ û komên çeteyên din teşîr dikin dibin hedefa êrîşan. Ev jî nîşan dide ku hêzên li herêmê komkujiyê dikin, çiqas ji hêza pênûsa rojnamegeran ditirsin. Rojnamegerên li pey heqîqetê heta niha bi dehan betel dan, lê ji pey rastî û heqîqetê venegeriyan. Ev nîşan dide ku şopandina heqîqetê eşq û azadî ye. Em jî wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Rojnamegeran şermezar dikin û hemû xebatkarên ANHA, heval û malbata Hempîşeya xwe Dilîşan Îbîş re sersaxî dixwazin. Ji Rojnameger Rizgar Denîz, Hogir Mihemed re jî şîfa dixwazin. Em wekî înîsiyatifê her dem di şopa heqîqetê dê doza rojnamegeran bişopînin û biparêzin."