Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt

  • rojane
  • 10:59 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - CPT’yê berpirsyartiya xwe ya di tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan jinedîtî ve hat û pirsa “Gelo prosedûrên we ji bo Azerbaycanê xistibûn meriyetê dê ji bo Tirkiyeyê jî bixin meriyetê yan na?” jî bêbersiv hişt. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Li dijî vê derhiqûqtiyê tenê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) dikare biçe Îmraliyê lê bêdengiya xwe didomîne. Di serî de parêzerên Abdullah Ocalan, gelek derdorên cuda yên neteweyî û navneteweyî têkildarî Îmraliyê serlêdan kirin lê CPT’yê tevek jî bêbersiv hişt û tenê got: “Em mijarê ji nêz ve dişopînin.” Heta niha tu daxuyanî neda û raporên serdanê jî parve nekir. 
 
CPT a ku gelek rexne lê tên kirin, têkildarî mijarê pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bersivand lê roportaja rûbirû red kir. Cîgirê Serokê CPT’yê Hans Wolff ku di nava şandeya herî dawî çûbû Îmraliyê de cih girtibû yan jî rayedarên din ên CPT’yê, daxwaza hevdîtinê ya di 9’ê tîrmehê de bi hinceta “Rapora têkildarî serdana dawî ya li Îmraliyê nehatiye weşandin lewma dê hevdîtineke wiha pêk neyê.” red kir. Lê li ser israrê qebûl kir ku pirsan bi nivîskî bibersivîne. 
 
PIRS Û BERSIV
 
Pirsên ji Sekreterê Rêveberiya CPT’yê Hugh Chetwynd hatine kirin û bersivên wî wiha ne: 
 
* Herî dawî di îlona 2022’yan de CPT’ê serdana girtîgeha Îmraliyê kir, gelo tenê ji ber ku Tirkiyeyê erê nekiriye, rapora xwe hîna naweşîne?
 
Peymana ku CPT ava kirî li ser esasê du bingehan e; hevkarî û nepenî. Weke encam, CPT tenê dikare bi destûra dewleta din raporê biweşîne.
 
* Agahî ji girtiyên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek li raya giştî bûye sedemê fikarên kûr. Gelo CPT li ser vê yekê dixebite?
 
Komîte diyalogê bi rayedarên tirk re didomîne lê ev diyalog veşartî ye. Bi vê yekê re mîna serdanên di sala 2019’an û beriya wê de, şandeyê tu îdîa ne wergirtine ku rayedarên girtîgehê muameleyeke xirab li girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dike. Berevajî, hemû girtiyan diyar kiriye ku personel bi rengekî guncaw li hemberî wan tevdigerin.
 
DEMA PÊDIVÎ HAT DÎTIN SERDAN TÊN KIRIN!
 
* Li hemberî agahî negirtinê, gelo CPT dîsa plan dike ku serdana Girtîgeha Îmraliyê bike?
 
CPT’ê di salên 1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019 û 2022’yan de, bi giştî 9 caran û di her carê de di çarçoveya ‘xweser’ de serdana Îmraliyê kiriye. CPT heke pêdivî pê bibîne, dibe biryar bide ku serdaneke nû li Îmraliyê bike.
 
EM DI NAVA PEYWENDIYAN DE NE!
 
* Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, balê dikişînin ku zêdeyî 3 sal in bi awayî peywendî bi girtiyên li Îmraliyê re nehatiye danîn. Gelo agahiya CPT’ê ji vê tecrîda mutlaq heye? Li dijî vê yekê çi dike?
 
CPT rewşa Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, pir ji nêz ve dişopîne. Ji xeynî diyaloga ku bi rayedarên neteweyî re dewam dike, CPT bi rengekî rêkûpêk bi parêzerên Abdullah Ocalan re jî di nava peywendiyê de ye.
 
159 SAETÊN HEFTEYÊ, DI BIN ÎZOLASYONÊ DE NE
 
* Gelo girtiyên li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutlaq de ne?
 
CPT’ê di rapora xwe ya serdanê ya 2019’an de diyar kiriye ku hemû girtî piranî car di bin îzolasyonê de tên ragirtin (Yanî dawiyên hefteyê rojê 24 saet jî di nav de, di hefteyê de ji 168 saetan 159 saet). Li gorî CPT’ê rewşeke wiha nayê qebûlkirin.
 
BERPIRSYARTÎ XIST STÛYÊ DEWLETA TIRK
 
* Girtî demek dirêje ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêpar tên hiştin, CPT a ku li dijî îşkence û muameleya xirab têdikoşe, vê rewşê çawa dinirxîne? Gelo ma ev ne binpêkirina peymanê ye?
 
Peywendiya girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ya bi cîhana derve re, her tim di navbera CPT û rayedarên tirk de bûye mijara diyalogek zêde û demdirêj. CPT’ê gelek caran diyar kiriye ku astengkirina serdanên parêzer û endamên malbatê, nayê qebûlkirin û ev yek bi eşkere binpêkirina standart û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. CPT’ê ev yek gelek caran di diyalogên xwe yên bi rayedaran re aniye ziman.
 
* CPT, di raporên xwe yên berê de ji bo başkirina şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê gelek pêşniyar li rayedarên Tirk kiribûn. Gelo Tirkiye têkildar van pêşniyarên CPT’ê, bi baldarî tevgeriya?
 
CPT bi sîstematîk ji rayedarên neteweyî yên dewletê, daxwaz dike ku bersivê bide raporên jê re hatine şandin. Di vê bersivdanê de ji bo xisûsên ku ketine rojevê bên nirxandin, divê tedbîrên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin bên diyarkirin. Bersiva ku hikûmeta tirk ji pêşniyarên di rapora 2019’an de hatî diyarkirin re dayî, di malpera înternetê ya komîteyê de heye. Ji derveyî agahiyên bersiva rayedaran, tu agahiyên din nayên weşandin.
 
PIRSÊN NEHATIN BERSIVANDIN
 
* CPT berî demeke kurt li hemberî Azerbaycanê (Li gorî madeya 10 (2) a peymanê) daxuyanî da raya giştî. Gelo armanca CPT’ê heye ku daxuyaniyeke wiha ji bo Tirkiyeyê jî bide?
 
Bê bersiv hate hiştin…
 
* Min berê roportaj kir, serokên berê yên CPT’ê Mauro Palma û Marc Neve ku gelek caran serdana Îmraliyê kirine, gotine ku Îmralî ji bo girtîgehê ne cihekî guncav e û destnîşan kirine ku CPT dikare li hemberî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn çalaktir bilîze. Li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê bê navber bi hincetên cuda hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Gelo li gorî CPT’ê Îmralî ji bo girtîgeheke ceza û înfazê guncav e? Gelo CPT difikire ku li hemberî şert û mercên ku Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn çalaktir bilîze?
 
Bê bersiv hate hiştin…
 

Sernavên din

18/02/2025
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn
09:03 Karkerên ku li dijî mûçeya kêm dest ji kar berdan: Em pergala koletiyê qebûl nakin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî