Meclîsa Jinên Sûriyê: 119 jin li Efrînê hatin revandin

  • jin
  • 15:01 27 Gulan 2018
  • |
img
QAMIŞLO - Meclîsa Jinên Sûriyê, li Qamişlo der barê destdirêjiyên komên OSO yên di kontrola Tirkiye de li Efrînê pêk tîne, daxuyanî da. Meclîsê diyar kir ku piştî Tirkiye ket Efrînê li Efrînê 119 jin hatin revandin. Meclîsê da zanîn ku piştî bi zorê Efrîn vala kirin 6 hezar malbatên komên OSO li Efrînê bi cih kirin û ji rêxistinên navnetewî xwest ku destûr nedin demografiya Efrînê bê guhertin. 
 
Meclîsa Jinên Sûriye li salona navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM'ê ya bajarê Qamişlo daxuyanî da û bal kişand ser kiryarên OSO û komên din ên girêdayî wê ku bi fermana Tirkiye tev digerin. Civîn bi beşdarbûna endamên Desteya Rêveber a Meclîsa Jinên Sûriyê pêk hat. Kordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat daxuyanî da. Daxuyaniya Meclîsa Jinên Sûriye wiha ye: 
 
Aloziya Sûriyeyê di cîhanê de herî zêde girêkok e û tavilê veguherî şerê berjewendiyên herêmî û navnetewî, hesabên ciyosiyasî di ser hemû qanûn û pîvanên navnetewaî re bûn û gelek hêzên herêmî destwerdana wê kirin çi bi awayekî rasterast û çi jî bi riya alîkariya lojestîk û leşkerî bi tabûrên çekdar re. Rola Tirkiyeyê ji destpêkê heta niha di kûrkirina aloziya Sûriyeyê de herî mezin bû. Destwerdana wê ya rasterast jî hişt ku berê geşedanên siyasî û leşkerî bi temamî werin guhertin û hewldana vegera Osmaniyan li ser axa Sûriyeyê eşkere bû, nemaze ji bo pêkanîna komeke berjewendiyên stratejîk.
 
Mijar ne ew e ku Tirkiyeyê sûd ji buyerên Sûriyeyê wergirtiye yan pilan kiriye yan herî kêm dizanibû ku aloziyek dê derbasî sûriyeyê bibe û di encamê de rola Tirkiyeyê di şerê li dijî Sûriyeyê bi awayekî zelal eşkere bû.
 
Tirkiye di 15'ê Adara 2011'an de destwerdana karûbarên Sûriyeyê kir, şêwaza vê destwerdanê salane hate guhertin. Armanca serokê Tirkiyeyê avakirina kembereke ewlehî li seranserî sînorên bakurê Sûriyeyê bû, piştre çavên xwe berdan bajarê Helebê û di tîrmeha 2012'an de hevkarên xwe yên di nava opozîsyona Sûriyeyê de li gundewarê Helebê belav kirin da ku destwerdana bajarê Helebê bike, nemaze ji ber ku giraniya bajarê Helebê di aliyê aborî û pîşeyî ya Sûriyeyê de gelekî girîng e. Tirkiyeyê piştre deriyên xwe li pêşiya hatina radîkalan vekir û ber bi Sûriyeyê ve şandin û dewletên rojavayî jî ji vê mijarê haydar bûn.
 
Rola Tirkiyeyê di hemû konferans û danûstandinên de yên ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re herî xirab bû, çi li Cenêvê, çi li Soçî û herî dawî di konferansa Astana 9 de. Tirkiyeyê bi riya van konferansan hewl dide serweriya xwe li ser herêmên Sûriyeyê di bin hinceta kêmkirina pevçûnan misoger bike, lê ji xwe rêbazekî dagirkeriya van herêman di bin navên cûda de ne û ji bo evan herêm bibin spartgehên tabûrên terorîst û çekdar û têde baregehên perwerdekirina wan di bin çavdêriya Tirkiyeyê de bêne vekirin.
 
Ji bo rola Tirkiyeyê di destdirêjiya li dijî gelê Sûriyeyê de were temamkirin, Hêzên Tirkiyeyê di 20'ê Çileya îsal de êrîşeke ezmanî û bejahî li dijî herêma Efrînê da destpêkirin û hemû hevpeyman û pîvanên navnetewaî binpê kirin û dagirkeriya herêma Efrînê kir û welatiyên wê jî perîşan kirin û kuştin. Tirkiyeyê êrîşa xwe di bin navê (şaxê zeytûnê) de bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya netewî de dest pê kir.
 
Di bi navê van hincetên bê bingeh de Tirkiyeyê axa Efrînê dagir kir û bêtirî milyonek welatiyên Sûriyeyê perîşan kirin. Tirkiyeyê di vê êrîşa xwe de zindî û nezindî armanc girtin û di êrîşa xwe de çekên qedexekirî jî bikar anîn û alîkariya tabûrên çekdar ên terorîst kir û êdî ji her kesî re têkliya Tirkiyeyê bi tabûrên çete re eşkere ye. Hin ji van tabûrên ku Tirkiyeyê di destpêkê de alîkariya wan kiriye û di hemû aliyan de xwedî li wan derketiye, DAIŞ, Ehrar El-Şam, Nûredîn Zenkî û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ne. Tirkiyeyê her wiha bi awayekî rasterast hin komên çekdar di Sûriyeyê de ava kirin, ên weke: Mertala Firatê ku ji hin tabûrên opozîsyona Sûriyeyê pêk tê ên weke Feyleq El-Şam, Tugaya Sultan Murad, Hêza 13, Feyleq Cêş El-Wetenî, Feyleq Cebhe El-Şamiyê, Tugaya El-Tewhîd, Cund El-Heremên, Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, Tugaya Eshab El-Yemîn, Tugaya El-Yermûk, Tugaya Ehrar El-Şiyox, Siqûr El-Şam û gelek tabûrên din. Van tabûran li şûna Tirkiyeyê li herêmên cûda şer kirin da ku Tirkiyeyê di demên pêwîst de hin ji van herêman radest bike, weke çawa ku herêmên Babê, Cerablûs, Marih û Ezazê wergirtin. Tirkiyeyê li van herêman siyaseta Tirkkirinê dide meşandin. Tabûrên li herêma Efrînê bi cih bûne jî kiryarên herî qirêj li dijî mirovahiyê pêk tînin weke kuştin, destdirêjî, talan, hilweşandina deverên dîrokî weke Endarê û gora Keşe MarMaron
 
Li hemberî êrîşa Tirkiyeyê civaka navnetewî jî bêyî ku hincetekê nîşan bide bêdeng ma. Diyar e Tirkiye bi dagirkeriya xwe li Cerablûs, Bab û Ezazê bes nekiriye, lê belê çavbirçîbûna wê gelekî mezin e û piştî dagirkirina Efrînê xalên çavdêriyê li Idlibê heta Hemayê danîn û gefan dixwe ku dê hin herêmên din di Sûriyeyê de dagir bike.
 
Tirkiyeyê û hevkarên xwe komên radîkal ji xwe re bikaranîn û ji mijûlbûna cîhanê bi rewşa Xota El-Şerqiyê ya Dîmeşqê sûd wergirt û destdirêjiyên herî qirêj li dijî welatiyên Efrînê pêk anîn û siyaseteke guhertina demografîk dide meşandin da ku rastiya herêma Efrînê biguherîne û riya vegera koçberan a malên xwe bigire û kesên xerîb di çarçoveya pilanekê de yên ji Dîmeşqê, Xota, Humis, Hema û gundewarên wan hatine di Efrînê de bi cih bike. Hejmara yên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji van herêman hatine şandin bêtirî (35270) kes in  û heta niha bêtirî (6000) kes û malbatên wan ên ji Xota hatine derxistin li Efrînê hatine bicihkirin. Hêzên navnetewî jî di vê pilana guhertina demografîk de ne û bi vê pilana xwe ewlehiya hundirîn û jiyana hevbeş têk dibin û yekîtiya axa Sûriyeyê hildiweşînin û hewl didin herêman bi rengên mezhebû û etnîkî parçe bikin. Ev mijar jî aloziya Sûriyeyê kûrtir dike û çareserkirina aloziyê dijwar dike. Guhertina demografîk sûcek e û binpêkirineke eşkere ji hevpeyman û pîvanên navnetewî ye. Metirsiya mezin ew e ku êdî herêma Efrînê vediguhere navenda radîkal û terorîstan û evan terorîst welatiyên di Efrînê de jî mane naçarî koçberiyê dikin û pêkhateyên Êzdî û Elewî yên li Efrînê neçarî qanûn û pîvanên xwe dikin.
 
 Tirkiye li herêmên Sûriyeyê siyaseta Tirkkirinê dide meşandin û niha hemû navendên giştî yên Efrînê zimanê Tirkî têde ferz kirin û xwendekarên dibistanan neçar dike bi zimanê Tirkî bixwînin û ala Tirkiyeyê li ser hemû navendan bilind dike û bi wîlayeta Hatay ya Tirkiyeyê ve girê dide. Her wiha waliyekî Tirk li Efrînê erkdar kiriye.
 
Dagirkeriya Tirkiyeyê her wiha komkujî pêk anîn û qirkirina etnîkî dide meşandin. Evan hemû kiryar û destdirêjiyên wê li pêşiya çavên civaka navnetewî pêk tên bêyî ku ti alî dengê xwe bikin, tevî ku giştî qanûn û pîvanên mirovahiyê binpê dike.
 
Jinên Sûriyeyê li Efrînê jî para xwe ji şer wergirtin û ji ber van hovîtiya dagirkeran êşeke mezin jiyan dikin.
 
Di encama şerê li Efrînê de ziyanên rasterast û ne rasterast bi rewşa jinan bûn, nemaze kuştin, destdirêjî û bazirganiya jinan tê meşandin û heta niha bêtirî 119 jin li Efrînê hatine revandin. Tundiya bi awayekî ne rasterast jî girêdayî birçîkirin, bêkarî û daxistina asta zanistiyê û koçberiyê ye.
 
Kiryar û destdirêjiyên komên terorîst ku alîkariya xwe ji hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê werdigirin ti carî nayên ji bîr kirin. Destdirêjiya li cenazeyê Şehîd Barîn bi awayekî hovane û dûrî exlaqên mirovahiyê di 1'ê sibata 2018'an de mînaka herî ber bi çav e.
 
Kiryarên ku dagirkeriya Tirkiyeyê û hevkarên wê li Efrînê kirine ev in:
 
1-      Zordariya etnîkî
 
2-      Pêkanîna komkujiyan
 
3-      Destdirêjiya li mafên jinan
 
4-      Kuştin û destdirêjiya li cenazeyên şehîd û dîlan
 
5-      Darizandinên derqanûnî
 
6-      Talan û desteserkirin
 
7-      Şewitandina pirtûk û belgeyên şûnwar û dîrokî
 
8-      Hilweşandin û teqandina perestgehan
 
9-      Revandina sivîlan, îşkence û kuştina sivîlan
 
10-   Revandina zarokan
 
11-   Topbarankirina goristanan da ku cenazeyên miriyan winda bikin
 
12-   Topbarankirina navneda Heyva Sor û nexweşxaneya Avrîn
 
13-   Tobarankirina bendava Meydankê û navendên kehrebe û belavkirina ava vexwarinê
 
14-   Topbarankirina aş û firneyan
 
15-   Bikaranîna çekên qedexekirî
 
16-   Topbarankirina karwanên sivîlan û bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî
 
Di derbarê destdirêjiyên Tirkiyeyê li hemberî biryar û pîvanên navnetewî de hin ji wan ev in:
 
1- Biryarên belgeya Netewên Yekbûyî /2131/ ya di çileya 1965'an de derketiye, biryarên /9,39,103/ yên di çileya 1981'an de derketine, binpê kirin ku evan biryar dibêjin ku çênabe dewleteke destwerdana dewletên cîranên xwe bike û divê serwerî û serxwebûna wan bête parastin.
 
2- Biryara /2625/ ya cotmeha 1970'yî ya belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Di vê biryarê de tê gotin ku divê rêgez û qanûnên navnetewî yên girêdayî têkliyên baş bêne pêkanîn û hevkariya di navbera dewletan de baş pêk were.
 
3- Biryara /2734/ ya kanûna 1970'yî ya belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Li gorî vê biryarê dive ewlehiya navnetewî were misogerkirin û bi temamî sûd ji rêbazên li gorî belgeyê were girtin, nemaze di aloziyan de da ku aştî û ewlehiya navnetewî li hemberî metirsiyan rû bi rû nemînin.
 
4- Biryar /3314/ ya sala 1974'an a belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Di madeya yekemîn a vê biryarê de tê gotin ku bikaranîna hêza çekdar ji aliyê dewletekê li dijî serweriya dewleteke din an li dijî aştiya wê ya herêmî, dagirkerî tê binavkirin.
 
5- Biryara /2347/ ya Konseya Ewlehiyê binpê kirin. Li gorî vê biryarê destdirêjiya li cihên şûnwaran, sûcekî şer e.
 
6- Hevpeymana Lahay ya sala 1954'an binpê kirin. Li gorî vê hevpeymanê pêwîst e çand û şûnwar di hemû şer û aloziyan de bêne parastin û divê di şerên çekdar de milkiyeta çandî were rêzgirtin û parastin û dijberiyek li hemberî wê neyê neşandin.
 
7- Qanûna /51/ a belgeya Netewên Yekbûyî binpê kirin. Ew e ku nîşaneke metirsiya li dijî ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê tune ye, bi vê yekê dagirkeriya Tirkiyeyê û hincetên wê ya xweparastinê riswa dike.
 
8- Madeya  /17/ a belgeya Broksêl binpê kirin. Li gorî vê belgeyê, eger bajarek an gundekî ku xweparastina xwe dike were topbarankirin, divê hemû tedbîrên pêwîst bêne girtin da ku cihên îbadet, huner û zanistî bêne parastin.
 
9- Protokola yekemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê protokolê, divê rêzdariya li hemberî zarokan taybet be û ji hemû rengên destdirêjiyê bêne parastin. Her wiha divê aliyên şer parastin û alîkariya wan bikin.
 
10- Madeya /43/ ji protokola duyemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê protokolê divê xwedî li zarokan derbikevin û parastina wan bêne kirin.
 
11- Qanûna Navnetewî ya di sala 1989'an de derketiya binpê kirin. Li gorî vê qanûnê, çênabe komên çekdar zarokên temenên wan di bin 18 salan re ne bi kar bînin.
 
12- Madeya /53/ ya pêveka protokola yekemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê pêvekê çalakiyên di demên şerên çekdar de yên hatine qedexekirin ev in:
 
Armancgirtina şûnwarên dîrokî yan xebatên hunerî yan cihên îbadetê ku kevneşopiya çandî yan rohî ya gelan pêk tînin, bi van rêbazan:
 
a-      Xebatên dijberî
 
b-      Bikaranîna van deveran ji bo alîkariya çalakiyên şer
 
c-       Êrîşên li dijî van cihan da ku êrîşên dijber bêne rawestand
 
13- Madeya /16/ ya pêveka protokola duyemîn a sala 1977'an a Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Li gorî vê pêvekê, xebatên dijber li dijî şûnwarên dîrokî, xebatên hunerî û perestgehan qedexe ye.
 
14- Madeya /15/ ya p,veka protokola duyemîn a hevpeymana Cenêvê ya sala 1949'an binpê kirin. Li gorî vê pêvekê, li navend û avahiyên mezin ên weke bendav, pire, navendên nuklerî yên enerjiya kehrebeyê şer û pevçûn qedexe ne, her çiqas armancên leşkerî bin jî.
 
15- Tişta ku di sîstema Roma ya mirovahiyê ya ji bo dadgeha sûcdariya navnetewî de hatiye kirin, binpê kirine, dûrxistina sivîlan an derxistina wan bi darê zorê di çarçoveya êrîşeke berfireh de sûcekî dijmirovahiyê ye.
 
16 – Madeya 49 a hevpeyaman Cenêvê ya çaremîn a sala 1949'an ku veguhestina bi dare zorê ya komeke welatiyan yan kesan an dûrxistina wan ji axa wan qedexekiriye, binpê kirin. Tenê eger ev mijar di berjewendiya wan de be, da ku ji şerên çekdar bêne dûrxistin.
 
17- Biryara /2401/ ya Konseya Ewlehiya Navnetewî binpê kirin. Endamên Konseya Ewlehiya Navnetwî di 24'ê Sibata 2018'an de biryara abirbestê li Sûriyeyê pesend kirin û ji hemû aliyan wiha hate xwestin: "Divê hemû xebatên dijber bêne rawestandin û tavilê herî kêm 30 rojan li pey hevûdu li seranserî Sûriyeyê pêk bînin." Her wiha ji endaman xwest ku xwedî li madeya /25/ ya belgeya Netewên Yekbûyî derbikevin û biryarên konseyê erê bikin û pêk bînin. Vê biryarê êrîşên li dijî DAIŞ, El-Qaîdê û Cebhet El-Nusra û komên terorîst ên girêdayî wan negirt nava xwe.
 
Piştî ku destdirêjî û kiryarên ku dagirkeran di derheqê gelê Sûriyeyê li bajarê Efrînê de pêk anîne hatin pêşandan, bê guman eşkere dibe ku evan kiryarên wan sûcên şer in û li dijî mirovahiyê ne. Evan destdirêjiyên dagirkeran li dijî mafên mirovan metirsîdar in. Hêzên Tirkiyeyê bi zanebûn bajarê Efrînê û gundên wê topbaran kirin û rasterast malên sivîlan topbaran kirin û gelek komkujî di derheqê welatiyên sivîl de pêk anîn. Di encama van komkujiyên dagirkeran de li gorî serjimariyên berdest 259 welatiyên sivîl şehîd bûne û di nava wan de 56 jin û 46 zarok hene.
 
Her wiha 707 welatiyên sivîl birîndar bûne û di nava wan de 104 jin û 155 zarok hene. Her wiha bêtirî 200 hezar welatî ji Efrînê hatin koçberkirin û niha di kampên Berxwedan û Serdem de li herêma Şehba hatine bicihkirin. Rewşa welatiyên Efrînê li van kampan ji ber paşguhkirina rêxistinên mirovahiyê xirab e û madeyên xwarin û dermanan gelekî kêm in.
 
Em weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê vê dagirkeriyê bi tundî şermezar dikin û weke xebateke derqanûnî li dijî rêgezên Netewên Yekbûyî û qanûnên navnetewî û qanûnên mirovahiyê bi nav dikin û banga me ev e:
 
1) Em bang li rêxistin, deste û civaka navnetewî dikin ku ji vê bêdengiya xwe derbikevin û berpirsyariya xwe li hemberî gelê Sûriyeyê pêk bînin û Receb Tayîp Erdogan ji ber sûc û destdirêjiyên ku wî li dijî hevpeyman û pîvanên navnetewî pêk anîne ceza bikin û weke sûcdarekî şer radestî dadgehê bikin û dewletên ku destên wan di vê dagirkeriya li Sûriyeyê de hene û rê li pêşiya dagirkirinê vekirine ceza bikin.
 
2) Metirsiyên ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û encamên çalakiyên wê yên leşkerî bêne riswakirin, nemaze destdirêjiyên li dijî welatiyên sivîl û koçberkirina wan.
 
3) Divê rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê hevkariya hevûdu bikin da ku evan sûcên li dijî mirovahiyê yên hêzên Tirkiyeyê li Efrînê û gundewarê wê bêne belgekirin, da ku dosyeke qanûnî were amadekirin û bi riya wê sûcdar bêne cezakirin, çi sûcdarên Tirk û çi jî yên Sûriyeyê ku hevkariya wan kirin. Nemaze ji ber ku hin destdirêjî li dijî mirovahiyê ne û pêdiviya wan bi hewalekirina sûcdaran a dadgeha sûcdariyê ya navnetewî heye.
 
4) Divê welatiyên sivîl ên ji ber şer û pevçûnan ji herêma Efrînê derketine bêne vegerandin û hemû astengiyên li pêşiya vegera wan bêne rakirin û parastina wan ji destdirêjiyan û desteserkirina mal û milkên wan bête misogerkirin û hemû mayînên ku çandine bêne rakirin. Di encamê de da ku welatiyên Efrînê di aliyên aborî û civakî de karibin rêveberiya xwe bi xwe bikin.
 
5) Divê Deste û Saziyên navnetewî yên têkldar pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovahî ji bajarê Efrînê û gundên wê û welatiyên wê yên hatine koçberkirin re peyda bikin.
 
6) Xebatên gel û hiqûqî ji hemû aliyê hemû pêkhateyên resen ên Efrînê ji bo rêgirtina li pêşiya metirsiyan were meşandin, nemaze ji ber kiryarên dagirkeran ên nijadperest ku bi darê zorê welatî koçber kirin û hewl dide qirkirineke etnîkî pêk bîne. Her wiha rê li pêşiya hemû siyasetên guhertina demografîk were girtin ku di encamê de bingeha aştiya navxweyî û jiyana hevbeş têk diçe."

Sernavên din

28/05/2018
13:51 Dayik û bavê xwe kuşt û întîhar kir
13:51 Walîtiya Amedê sindoqên 68 gundan komî ser hev kirin
13:21 Li Dersimê maşîneya zirxî li welatiyekê da
13:08 Îhlalên mafan li Girtîgeha Dîlokê zêde dibin
12:19 Cotkarê hewlda xwe bi şewitîne: Min dengê xwe dabû AKP’ê xwezî destên min bişikiyan
11:37 Demîrtaş: Definkirina gelekê ne hêsane, yên bawer nakin bila li Îmraliyê mêze bikin
11:09 Namzetên HDP’ê li gelek bajaran bi gel re hatin gel hev
11:00 Aştiya Îmarê rê li pêş bajarvaniya xerabe ava dike
10:25 ‘Bijîşkê gel’ xwe ji bo parlamenteriyê amade dike
10:08 Di 15 salên AKP'ê de 20 hezar û 828 karker mirin
09:23 'Em dê ji sedî 70 NA'ya li Edîrneyê tev li HDP'ê bikin'
09:22 Namzeta Stenbolê Korkutan: HDP di demek girîng de derket holê
09:21 Bi nasnameya Kurd, Elewî, karker, astengdar û mamoste di HDP’ê de namzete
09:20 Crickley: Divê THEE bi her alî çavdêriya hilbijartinê bike
09:19 ‘Em ê hilbijêrên gerok ên ji 10 hezarî zêdetir bibin ser sindoqan’
09:19 Namzetên Erzîngan û Ordu yên HDP’ê: Dil bidin HDP’ê
09:18 Mirovên Şemiyê: Dema em çûn ser sindoqan emê bajarên hatin xerakirin bînin ber çavan
09:17 ‘AKP sazî û dezgehên çemawerî li gorî xwe dizayn dike’
09:17 Ji ber wêneyê Erdogan ne daleqand bi nexweşîna pençeşêrê ket
09:16 Li Agiriyê hedef wek Çiyayê Gilîdaxê mezin e
09:15 Bijîşkê îxrac bû: Ez ê li Meclîsê bibim dengê kedkarên îxrac kirîn
09:14 Namzetên ciwan gurmegurm tên: Em ê hevalên xwe azad bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2018'AN
27/05/2018
19:28 Temellî: Em ê Demîrtaş jî , Fîgen jî û Sebahat jî ji girtîgehan derbixin
18:27 Cizîriyan eleqeyek mezin nîşanî dolmîşa bangê ya HDP'ê dan
17:37 Mihrîcana Çandê ya Zarokan a Amedê dest pê kir
17:20 Bûldan: Êdî serdema AKP'ê bi dawî bû serdemek bêyî AKP dest pê dike
15:45 Ji SP'ê soza çareseriya pirsgirêka kurd
15:01 Meclîsa Jinên Sûriyê: 119 jin li Efrînê hatin revandin
14:48 Înce: Erdogan dibêje ez kaporta çêkim, cahîl e fîzîkê nizane
14:20 Li Ayvalikê ferîbota penaberan noqî avê bû: 4 kes winda bûn
12:39 Eşîrên Rihayê li dijî AKP’ê derdikevin û nêzî HDP’ê dibin
12:09 HDP li Meletiyê bi biryar e 7'ê Hezîranê derbas bike
11:04 Dayika Şemiyê Taşkaya: 25 salin li bende xeberekê me
10:44 Êlihê biryara xwe da: Pênc pênc û pênc
09:40 Baca 3'yemîn Balafirgeha Stenbolê 20 Euro ye
09:34 Yeni Yaşam: Em di cihana çapemeniyê de ji bo jiyaneke nû gav davêjin
09:23 ‘Em ê heqê performansa AKP’ê di sindoqan de bidin’
09:21 Namzetê herî ciwan ê HDP’ê: Xeyalên min pêk hatin
09:19 Mala wê şewitandin, koçber bû û îro wek namzet vegeriya
09:15 Ne li Dolar, li mazotê binerin
09:12 'Şer, krîz û hilbijartin dibe sedema rûxandinê’
09:09 Onlu: Eger em winda bikin dê hemû Tirkiye winda bike
09:07 Namzetên HDP’ê yên Stenbolê bi deng û renge xwe ligel hev in
09:06 Palandoken: Ji bo Helîn nemirin ez ê dengê xwe bidim HDP’ê
09:04 Bersiva rûxandina peykerê biratiya azerî û kurdan: Em ê li Îdirê bikin 2-0
09:03 Kemalbay: HDP alternatifa jiyaneke nû ye
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2018'AN
08:26 3 karker di 'cînayetên kar' de mirin
26/05/2018
21:13 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didomin: Li Qesrê panîk heye
19:46 HDP'ê li Wanê proveya 24'ê Hezîranê kir
18:24 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê meşiyan
17:28 Temellî: Werin em bi hevre li mafê xwe bigerin
16:16 ÎHD’ê li Êlih û Edeneyê kongre li dar xistin
15:57 ‘Ampûlê reşke, aştiyê xweşke’
15:55 ÎHD: Guneş ê nexweş serbest berdin
15:53 Ji namzeta HDP’ê Agaoglu re azadî xwestin
15:35 Buldan: Li Stenbolê hedefa me 2 milyon deng in
15:24 ÎHD: Bila girtiya nexweş Surreya Bulut bê berdan
15:23 Dozger ji xwendekarên pankart vekirin re 105 sal ceza xwest
15:16 Yuksekdag: Jin dê bijin TEMAM
14:52 Kiliçdaroglu: Cihê pirsgirêka kurd meclîs e
14:51 ÎHD: Bila komîsyona lêpirsîna heqîqetê bê avakirin
14:51 Dayikên Şemiyê ji bo neferên malbata Bulut edalet xwest
13:51 MHP’iyên êrîşî endamên Partiya Saadetê kirin:
Em lêborînê dixwazin me got belkî hûn HDP’î ne
13:36 Êzing bi ser karkerê 50 salî de ket û mir
12:44 Sancar: Desthilatdarî dixwaze mudaxeleyî encamên hilbijartinan bike
12:22 Elewî: Erdogan çima di 16 salan de Statu neda
12:21 Li Bakirkoyê asansora bar ket: 4 karker birîndar bûn
11:29 HDP'ê li şûna namzetên ku YSK’ê ew veto kirin, namzetên nû diyar kirin
11:15 Bi roketan êrîşî kontrola polîsan kirin
11:15 Hedefa HDP’ê li Osmaniyeyê wekîlek e
11:14 Namzetên Edîrneyê: Em ê Newroz û Xidirellezê bikin yek û bi ser bikevin
10:54 Bi deh hezaran Efrînî li Şehbayê li ser piyan in
10:42 'AKP ji bo kurdan xelas bûye’
10:30 Li Kişlayê eskerek bi guleya hevalê xwe hat kuştin
10:29 Biryara Doza Sereke ya KCK'ê ne tesadufî ye
10:11 ‘Ji bo ewlehiya sindoqan gumanên me hene’
09:50 Polîs li rêya li trafîkê girtî welatî birîndar kir
09:27 MHP’ê êrişê SP’ê kir: 7 kes birîndar bûn
09:21 'Bi hêrsa 16 salan em ê di 24’ê Hezîranê de bêjin êdî bese’
09:19 Waliyê Şirnexê jî xwest sindoqên gundan li navendeke kom bikin
09:18 Jina ji Girtîgeha Şakranê derket: Sax tên girtin nexweş derdikevin
09:18 Namzeta jin a Dersimê: Ez ji bo wekheviyê namzetim
09:16 Esnafên Dersimê: AKP bi krizê hat, dê bi krizê jî biçe
09:16 Rojnamevan Sayilgan: Li dijî tarîtiyê bijî warê min ê ronahiyê
09:14 HDP’a Agiriyê: Em ê 7’ê Hezîranê dubare bikin
09:13 Partiyên siyasî: Divê gel li dora sindoqan bibe xelek
09:13 YSK dê sindoqên seyyar li gund û bajarokan danayne
09:12 Xwendekar: Ji bo akademî azad bibe em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN
25/05/2018
21:01 Serlêdana malbatan a cara 77’an jî hat redkirin
15:59 'Her dengê ku ji bo AKP’ê biçe, dê kesên çûn serdana Çakici bibe meclîsê’
15:37 Jinên penaber ên li ser sergoyan li nan digerin
15:23 Baroya Amedê aqûbeta kujerên Tahîr Elçî pirsî
14:58 Dadgeha Îstinafê beriya hilbijartinê cezayê 89 siyasetmedarên kurd erê kir
14:39 Dadger 5 meh ceza li Sebahat Tuncel birî
14:34 HDP'ê li ber Girtîgeha Edirneyê starta hilbijartinê da
14:34 SES: Wezareta Tenduristiyê dengan ji bo desthilatdariyê kom dike
14:03 Namzetên AKP'ê yên Rihayê hilbijêr bêzar kirin