Dayika Şemiyê Taşkaya: 25 salin li bende xeberekê me

  • rojane
  • 11:04 27 Gulan 2018
  • |
img
STENBOL - Endama Dayikên Şemiyê û Hevsera Huseyin Taşkaya ê hat windakirin Sultan Taşkaya ku her şemî tev li çalakiyên şemiyê dibe û aqubeta windayan dipirse, diyar kir ku 25 salin li benda xeberekê ye û wiha got: “Her ku her roj kujer li pêş çavên me digerin em her roj dimirin. Em her Şemî dibêjin Bila zarokên din bê bav mezin nebin û em edaletê dixwazin." 
 
Di salên 90’î de li bajarên kurdan û metrepolan bi hezaran ciwanên kurd hatin binçavkirin û di bin çavan de hatin windakirin. Bi hezaran gund hatin şewitandin. Bi hezaran mirov hatin kuştin û zarokên bi sedan mirovan bê bav û bê dayik mezin bûn. Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê jî di 6'ê Kanûna 1993'an de Huseyin Taşkaya  hat binçavkirin û piştre hat windakirin. 
 
Huseyîn Taşkaya di zivistana 93'an de li mala mamê xwe hat binçavkirin û piştre di bin çavan de hat windakirin. Hevsera Taşkaya Sultan Taşkaya 25 salin li hevserê xwe digere û 23 salin bê navber her şemî li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk tîne û li edaletê digere. Taşkaya, anî ziman ku her roj li benda xeberekê ne. Sultan Taşkaya, anî ziman ku dema hefteyekê neçin qada Galatasarayê gelek tişt ji xwe winda dikin û wiha got:  "Huseyîn Taşkaya 42 salî û bavê 4 zarokan bû. Li sîweregê mutahid bû. Hin kes hatin malê û gotin 'Navê te di lîsteya kuştinê de heye. Tu ji Riha biçe dê ji bo te baş be. Lê Huseyin Taşkaya jî diyar kir ku zerara wî negihiştiye tu kesî û ew ji Rihayê naçe. Taşkaya her çend nexwest ji Rihayê biçe û nexwest axa xwe terk bike jî herî dawî îkna bû û di sala 1993'an de koçî Stenbolê kir. Piştî çû Stenbol û dîsa ji bo karê xwe yê mayî temam bike vegeriya Sîweregê di roja 4'an de di 6'ê Kanûna 1993’an de saet di 13.00'an de leşker, polîs û cerdevanên girêdayi Eşîra Bucak bi karwana 30 maşineyî bi ser mala mamê Huseyin Taşkaya Mehmet Taşkaya de girtin. Huseyin Taşkaya li mala mamê wî binçav kirin û birin. Piştî Huseyîn Taşkaya hat binçavkirin, carek din agahî jê nehat girtin. 
 
SEDAT BUCAK: ME TESLÎMÎ DEWLETÊ KIR
 
Hevsera Huseyîn Taşkaya Sultan Taşkaya, wê demê li Stenbolê bû. Ji xizmê xwe fêr bû ku hevserê wê hatiye binçavkirin. Ewil nexwest zarokên xwe bi tenê bihêle û vegere Sîweregê. Dema Sultan bi telefonê li mala xizmên xwe yên Sîweregê geriya, dengê girînê û gotina 'Xalê min kuştine' bihîst. Taşkaya piştî vê yekê zarokên xwe dan tenişta xwe û vegeriyan Sîweregê. Taşkaya dema hat gund, ne xizmên wê û ne jî cîranê wê li gel wê ne axivîn. Her kes ditirsiya. Taşkaya, ji bo aqûbeta hevserê xwe fêr bibe çû Walîtî, Midûriyeta polîsan û Fermandariya Cendirmeyan. Lê tu agahî negirt. Her kesî digot ji Sercerdevan û Serokê Eşîra Bûcakan Sedat Bucak bipirsin. Sedat Bucak jî got "Ekîba me ew birin, lê teslîmî dewletê kir. Piştî vê yekê agahiya me jê tune ye. Dewlet dizane." 
 
Herî dawî rayedaran ji Sultan Taşkaya re got ‘Kurê xwe bibe û biçe. Hevserê te carek din nayê. Hemû serlêdanên malbatê bê encam man. Sultan Taşkaya, 25 salan bê navber li hevserê xwe geriya û çavê wê li rêya hevserê wê Huseyîn ma. 
 
'ZAROKÊN MIN TÎ, BIRÇÎ Û TAZÎ MAN' 
 
Taşkaya ku piştî encam bi dest nexist vegeriya Stenbolê diyar kir ku hemû mal û milkê wan li Sîweregê ma û wiha got: "Min li gel 4 zarokên xwe li dijî şert û mercên zor û zahmet ên Stenbolê li ber xwe da û têkoşiyam. Zarokên min biçûk bûn. Tî, birçî û tazî man. Em di xaniyên kirê de bûn. 
Gelek caran heqê rêya min tune bû. Zarokên min pêlav boyax kirin. Av firtoin. Derûniya wan xera bûn. Em pir giryan."  
 
’25 SALIN EM AGAHÎ NASTÎNIN
 
Taşkaya, da zanîn ku piştî hevserê wê hat binçavkirin êdî her dem xeberê televîzyonê demaşe kir û di  93'an windakirina hevserê wê di xeberên televîzyonê de jî derbas bûye û wiha berdewam kir: "25  salin hêj tu agahî tune ye. Ez her dem li benda xeberekê me. Maşineyek me ya spî hebû. Kengî ez maşîneyek spî dibînim ez li hundirê wê dinerim dibêjim dibe ku di hundê wê de be. Dema zarokên min dereng tê mal, ez ditirsim ku dereng bên mal. Heta ez hebim dê şopekek birînê di dilê min de be." 
 
JI XEYNÎ DAYIKÊN AŞTIYÊ KÎ MIN FAM DIKIN
 
Sultan Taşkaya ji sala 1995'an heta niha li Qada Galatasarayê li gel Dayikên Şemiyê li aqûbeta hevserê xwe dipirse. Taşkaya bal kişand ser çalakiya xwe û wiha got: "23 salin ez li gel zarokên xwe her şemî diçim Qadê. Hin caran heqê rê nabînim. Dema ez hefteyekê naçim wekî ku min gelek tişt winda kiribe. Ez li wir tesellî dibim. Ji bo min ji xeynî Qada Galatasaraye cihekî ku min teselî bike tune ye. Tenê dayik min fam dikin. Ji xeynî Dayikên Aştiyê kî min fam dike? Ez ji malbata xwe bêtir ji dayikên Şemiyê hez dikim. Ez diçim li wir teselî dibim. Bi dehan caran ez û kurê xwe hatin binçavkirin. Em rastî lêdanê hatin. Em seqet bûn. Gotin neyên çalakiyê çênekin. Destûr nedan. Lê tevî her tiştî em çûm qadê û me çalakiyên xwe bê navber berdewam kir. Ez niha neviyê xwe dibim. Min dest ji têkoşîna xwe berneda. Ezê dest ji têkoşîna xwe bernedim. Ez bimirim jî zarok û neviyên min dê biçin hesap bipirsin." 
 
‘BILA HESTIYÊN ME TESLÎM BIKIN'
 
Taşkaya, da zanîn ku ew hestiyên windayên xwe bibînin jî dê tesellî bibin û wiha berdewam kir: "Birayê Huseyin ê biçûk jiyana xwe ji dest da. Me şîna wî girt. Gora wî diyar e. Malbat her hefte diçin ser gora wî. Lê gora Huseyin tune. Em hestiyê wî dixwazin. Em qet ne rehet in. Heta ku em hestiyê wî bibînin em dê têkoşîna xwe û lêgerîna xwe berdewam bikin. Qatil her roj li bêş çavê me digerin. Her ku em wan dibînin em tên kuştin. Em dixwazin hestiyê me teslîm bikin. Li Tirkiye edalet tune ye. Ji ber ku em kurd bûn em hatin kuştin. Ez tevî vê êşê dîsa aştiyê dixwazim. Zarokên min bê bav man û mezin bûn. Em naxwazin zarokên din bê bav mezin bibin. Kurd, tirk ferq nake. Bila zarok bê bav mezin nebin." 
 
MA / Melîke Ceyhan
 

Sernavên din

28/05/2018
13:51 Dayik û bavê xwe kuşt û întîhar kir
13:51 Walîtiya Amedê sindoqên 68 gundan komî ser hev kirin
13:21 Li Dersimê maşîneya zirxî li welatiyekê da
13:08 Îhlalên mafan li Girtîgeha Dîlokê zêde dibin
12:19 Cotkarê hewlda xwe bi şewitîne: Min dengê xwe dabû AKP’ê xwezî destên min bişikiyan
11:37 Demîrtaş: Definkirina gelekê ne hêsane, yên bawer nakin bila li Îmraliyê mêze bikin
11:09 Namzetên HDP’ê li gelek bajaran bi gel re hatin gel hev
11:00 Aştiya Îmarê rê li pêş bajarvaniya xerabe ava dike
10:25 ‘Bijîşkê gel’ xwe ji bo parlamenteriyê amade dike
10:08 Di 15 salên AKP'ê de 20 hezar û 828 karker mirin
09:23 'Em dê ji sedî 70 NA'ya li Edîrneyê tev li HDP'ê bikin'
09:22 Namzeta Stenbolê Korkutan: HDP di demek girîng de derket holê
09:21 Bi nasnameya Kurd, Elewî, karker, astengdar û mamoste di HDP’ê de namzete
09:20 Crickley: Divê THEE bi her alî çavdêriya hilbijartinê bike
09:19 ‘Em ê hilbijêrên gerok ên ji 10 hezarî zêdetir bibin ser sindoqan’
09:19 Namzetên Erzîngan û Ordu yên HDP’ê: Dil bidin HDP’ê
09:18 Mirovên Şemiyê: Dema em çûn ser sindoqan emê bajarên hatin xerakirin bînin ber çavan
09:17 ‘AKP sazî û dezgehên çemawerî li gorî xwe dizayn dike’
09:17 Ji ber wêneyê Erdogan ne daleqand bi nexweşîna pençeşêrê ket
09:16 Li Agiriyê hedef wek Çiyayê Gilîdaxê mezin e
09:15 Bijîşkê îxrac bû: Ez ê li Meclîsê bibim dengê kedkarên îxrac kirîn
09:14 Namzetên ciwan gurmegurm tên: Em ê hevalên xwe azad bikin
09:00 ROJEVA 28'Ê GULANA 2018'AN
27/05/2018
19:28 Temellî: Em ê Demîrtaş jî , Fîgen jî û Sebahat jî ji girtîgehan derbixin
18:27 Cizîriyan eleqeyek mezin nîşanî dolmîşa bangê ya HDP'ê dan
17:37 Mihrîcana Çandê ya Zarokan a Amedê dest pê kir
17:20 Bûldan: Êdî serdema AKP'ê bi dawî bû serdemek bêyî AKP dest pê dike
15:45 Ji SP'ê soza çareseriya pirsgirêka kurd
15:01 Meclîsa Jinên Sûriyê: 119 jin li Efrînê hatin revandin
14:48 Înce: Erdogan dibêje ez kaporta çêkim, cahîl e fîzîkê nizane
14:20 Li Ayvalikê ferîbota penaberan noqî avê bû: 4 kes winda bûn
12:39 Eşîrên Rihayê li dijî AKP’ê derdikevin û nêzî HDP’ê dibin
12:09 HDP li Meletiyê bi biryar e 7'ê Hezîranê derbas bike
11:04 Dayika Şemiyê Taşkaya: 25 salin li bende xeberekê me
10:44 Êlihê biryara xwe da: Pênc pênc û pênc
09:40 Baca 3'yemîn Balafirgeha Stenbolê 20 Euro ye
09:34 Yeni Yaşam: Em di cihana çapemeniyê de ji bo jiyaneke nû gav davêjin
09:23 ‘Em ê heqê performansa AKP’ê di sindoqan de bidin’
09:21 Namzetê herî ciwan ê HDP’ê: Xeyalên min pêk hatin
09:19 Mala wê şewitandin, koçber bû û îro wek namzet vegeriya
09:15 Ne li Dolar, li mazotê binerin
09:12 'Şer, krîz û hilbijartin dibe sedema rûxandinê’
09:09 Onlu: Eger em winda bikin dê hemû Tirkiye winda bike
09:07 Namzetên HDP’ê yên Stenbolê bi deng û renge xwe ligel hev in
09:06 Palandoken: Ji bo Helîn nemirin ez ê dengê xwe bidim HDP’ê
09:04 Bersiva rûxandina peykerê biratiya azerî û kurdan: Em ê li Îdirê bikin 2-0
09:03 Kemalbay: HDP alternatifa jiyaneke nû ye
09:00 ROJEVA 27'Ê GULANA 2018'AN
08:26 3 karker di 'cînayetên kar' de mirin
26/05/2018
21:13 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didomin: Li Qesrê panîk heye
19:46 HDP'ê li Wanê proveya 24'ê Hezîranê kir
18:24 Gelê Bakurê Sûriye ji bo Efrînê meşiyan
17:28 Temellî: Werin em bi hevre li mafê xwe bigerin
16:16 ÎHD’ê li Êlih û Edeneyê kongre li dar xistin
15:57 ‘Ampûlê reşke, aştiyê xweşke’
15:55 ÎHD: Guneş ê nexweş serbest berdin
15:53 Ji namzeta HDP’ê Agaoglu re azadî xwestin
15:35 Buldan: Li Stenbolê hedefa me 2 milyon deng in
15:24 ÎHD: Bila girtiya nexweş Surreya Bulut bê berdan
15:23 Dozger ji xwendekarên pankart vekirin re 105 sal ceza xwest
15:16 Yuksekdag: Jin dê bijin TEMAM
14:52 Kiliçdaroglu: Cihê pirsgirêka kurd meclîs e
14:51 ÎHD: Bila komîsyona lêpirsîna heqîqetê bê avakirin
14:51 Dayikên Şemiyê ji bo neferên malbata Bulut edalet xwest
13:51 MHP’iyên êrîşî endamên Partiya Saadetê kirin:
Em lêborînê dixwazin me got belkî hûn HDP’î ne
13:36 Êzing bi ser karkerê 50 salî de ket û mir
12:44 Sancar: Desthilatdarî dixwaze mudaxeleyî encamên hilbijartinan bike
12:22 Elewî: Erdogan çima di 16 salan de Statu neda
12:21 Li Bakirkoyê asansora bar ket: 4 karker birîndar bûn
11:29 HDP'ê li şûna namzetên ku YSK’ê ew veto kirin, namzetên nû diyar kirin
11:15 Bi roketan êrîşî kontrola polîsan kirin
11:15 Hedefa HDP’ê li Osmaniyeyê wekîlek e
11:14 Namzetên Edîrneyê: Em ê Newroz û Xidirellezê bikin yek û bi ser bikevin
10:54 Bi deh hezaran Efrînî li Şehbayê li ser piyan in
10:42 'AKP ji bo kurdan xelas bûye’
10:30 Li Kişlayê eskerek bi guleya hevalê xwe hat kuştin
10:29 Biryara Doza Sereke ya KCK'ê ne tesadufî ye
10:11 ‘Ji bo ewlehiya sindoqan gumanên me hene’
09:50 Polîs li rêya li trafîkê girtî welatî birîndar kir
09:27 MHP’ê êrişê SP’ê kir: 7 kes birîndar bûn
09:21 'Bi hêrsa 16 salan em ê di 24’ê Hezîranê de bêjin êdî bese’
09:19 Waliyê Şirnexê jî xwest sindoqên gundan li navendeke kom bikin
09:18 Jina ji Girtîgeha Şakranê derket: Sax tên girtin nexweş derdikevin
09:18 Namzeta jin a Dersimê: Ez ji bo wekheviyê namzetim
09:16 Esnafên Dersimê: AKP bi krizê hat, dê bi krizê jî biçe
09:16 Rojnamevan Sayilgan: Li dijî tarîtiyê bijî warê min ê ronahiyê
09:14 HDP’a Agiriyê: Em ê 7’ê Hezîranê dubare bikin
09:13 Partiyên siyasî: Divê gel li dora sindoqan bibe xelek
09:13 YSK dê sindoqên seyyar li gund û bajarokan danayne
09:12 Xwendekar: Ji bo akademî azad bibe em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:00 ROJEVA 26'Ê GULANA 2018'AN
25/05/2018
21:01 Serlêdana malbatan a cara 77’an jî hat redkirin
15:59 'Her dengê ku ji bo AKP’ê biçe, dê kesên çûn serdana Çakici bibe meclîsê’
15:37 Jinên penaber ên li ser sergoyan li nan digerin
15:23 Baroya Amedê aqûbeta kujerên Tahîr Elçî pirsî
14:58 Dadgeha Îstinafê beriya hilbijartinê cezayê 89 siyasetmedarên kurd erê kir
14:39 Dadger 5 meh ceza li Sebahat Tuncel birî
14:34 HDP'ê li ber Girtîgeha Edirneyê starta hilbijartinê da
14:34 SES: Wezareta Tenduristiyê dengan ji bo desthilatdariyê kom dike
14:03 Namzetên AKP'ê yên Rihayê hilbijêr bêzar kirin