ÎZMÎR - Têkildarî teqîna TUPRAŞ a 4 karker tê de jiyana xwe ji dest dan, ji 7 kesên hatin binçavkirin, 4 jê hatin girtin.
Têkildarî teqîna di Rafîneyên TUPRAŞ a Îzmîrê de ku 4 karkerên taşeronê jiyana xwe ji dest dan, 7 kesên hatin binçavkirin derxistin edliyê. Di nava 7 kesên hatin binçavkirin de de Xwediyê Fîrmaya taşeronê Bedrettîn K., hosteyê montajê Alî B., Pisporê karsaziyê Esfet B. û Midûrê Şantiyê Muhemmed Hulusî G., bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Muhendîsê sereke Mehmet Emîn T., muhendîsê sereke yê karsaziyê Kurşat K. û Muhendîsê karsaziyê Burak K. jî bi şertê kontrolê serbest hatin berdan. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya 4 kesên guhdar kir, der barê wan de biryara girtinê da.