ŞEHBA - Gelê Efrîn û Şehbayê, di çarçoveya "Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk" meş û mîtîng pêk anîn. Li Mînbic, Tebqa, Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê û gelek navendên din meş hatin lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.
Bi hezaran efrîniyên li Kampa Berxwedan a Herêma Şehbayê û gelê Şehbayê di çarçoveya "26’ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Dagirkeriya dewleta Tirk" meşek li dar xistin. Di meşê de alên YPG û YPJ, Kongreya Star û TEV-DEM’ê hatin bilindkirin. Girseya gel di meşê de pankartên bi nivîsên “Em çalakiyê 26’ê Gulanê silav dikin”, “Em ê bi ruhê Avesta, Arîn û Barînan Efrînê azad bikin” û “Kujer Erdogan” vekirin.
BERXWEDAN SILAV KIRIN
Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Efrînê Mûstefa Hesen bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî dagirkerî û pêkanînê mafê mirovan dawî li bêdengiya xwe bînin.
Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên jî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze vîna gelê Kurdi bişkîne û got: “Gelê Efrînê û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê tevî hemû êrîşan jî berxwedana xwe didomînin. Bi êrîşan vîna gel nayê şikandin.”
Piştî axaftinan daxuyaniya Meclîsa Rêveber a Efrînê hat xwendin. Di daxuyaniyê de çalakiyên ji bo Efrînê û hemû çalakiyên 26’ê Gulanê yên li cîhanê tê kirin silav kirin.
MINBIC
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi heman armancê bi sedan şêniyên Minbic û gundên wê li Çerxeriya Sebe Behrat kom bûn. Çalakvanan pankartên bi nivîsên "Ne ji dizî û talankirina malên gelê Sûriyê re" û wêneyên şehîd û birîndarên berxwedana Efrînê vekirin. Di xwepêşandanê de daxuyanî dan. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sivîla Demorkatîk a Minbicê Nezîha Xelo daxuyanî xwend û wiha got: "Sûriyê rastî kuştin, wêranî û koçberiyê hat. Herî dawî jî dagirkeriya Tirk a ji bajarê Efrînê bû. Şêniyên wê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talankirin. Kesên bê guneh hatin qetilkirin. Gefên dewleta Tirk ên ji bo êrîşa li ser Minbic û herêmên din ên Bakurê Sûriyê didom in. Dewleta Tirk di riya çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên din ên tund rew derbasî Sûriyê dike. Bi vê yekê dixwaze aloziya Sûriyê dewam bike û riyên çareseriyê neyên dîtin. Dewleta Tirk bê dengiya civaka navdewletî û bê hêziya NY ya çareseriyê qezenc kiriye. Lewma em Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundên wê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê tekez dikin ku pêwîste aloziya Sûriyê di riya danûstendinan de were çareserkirin, rijandina xwînê raweste. Binesaziya mayî ya Sûriyaya yekbûyî were parstin. Ev yek jî tenê bi derxistina hêzên dagireker û di serî de dewleta Tirk ji bakur-rojavayê Sûriyê dê pêk were. Divê ji Idlib, Efrîn, Bab û heta Ezaz, Cerblus û tevahî herêmên Sûriyê werin derxistin, da ku gelê Sûriyê bi xwe karibe di riya danûstendinê re pirsgirêkên xwe çareser bikin."
QAMIŞLO
Bi heman armancê li Qamişlo jî bi hezaran welatî daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşanî helwesta Tirkiye dan. Hejmarek ji kesên ku beşdarî çalakiyê bûn, nêrînên xwe ji ANHA‘yê re anîn ziman. Yên nerînên xwe bi ANHA re parve kirin wiha gotin:
Zeyneb Elî: Ne ji mafê dewletekê ye xaka dewleteke din binpê bike û beşekê jê dagir bike. Em jî wekî gelên kantona Qamişlo qebûl nakin xaka me were dagirkirin. Gelê Efrînê jî li hemberî kiriyarên derexlaqî, binpêkirinên deweleta Tirk û guhertinên demografî li ber xwe didin. Bi piştgiriya gelên Bakurê Sûriyê û cîhanê îradeya gelê Efrînê wê bi ser bikeve û xaka Efrînê ji dagirkeran were paqijkirin.
Zekiya Cûma: Ji bo Efrînê çi were xwestin em amade ne. Em qebûl nakin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê bimînin, ji ber ku Efrînê ya gelê wê ye. Dewleta Tirk niha li Efrînê zimanê Tirkî feriz kiriye, daxwaza çanda gelê herêmê ji holê rake, lê armancên dagirkeran wê neghêjin serî.
Silêman Ehmed Osman: Em daketine qadan da ku ji cîhanê re diyar bikin ku ev qas kes li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne û li piştî Efrînê ne. Dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Kurdistanê dagir bike. Li Efrînê sivîlan direvînn, jin û zarokan dikuje û malên wan desteser dike. Em ê li kolanan bidin û berxwedana xwe mezin bikin ta herêmên xwe ji dagirkeriya Tirkiyê paqijkin.
TEBQA
Meclîsa Sivîl a Tebqayê, bi heman armancê daxuyanî da. Meclîsê ji civaka navdewletî xwest ku erka xwe pêk bînin û zextê li Tirkiye bike ku ji Efrînê derkeve. Meclîsa Sivîl a Tebqayê derbarê mijarê de daxuyanî da. Hevserokê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Elûş El-Ayîd daxuyanî xwend û wiha got: "Divê dewleta Tirk dawî li koçberkirina şêniyên Efrînê bîneû destnîşan kir ku guhertina demografî ya li Efrînê berdewama siyasetên dewleta Osmanî ye. Dievê civaka navdewletî zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku dawî li kiriyarên xwe yên li dijî gelê Efrînê bînin."
HESEKÊ
Bi sedan şêniyên Hesekê yên ji hemû pêkhateyan kom bûn jî bi heman armancê daxuyanî dan. Girseya ku bê navber diruşme berz kirin, û pankarên bi nivîsên li dijî helwesta Tirkiye vekiribûn heta Çerxeriya Itfaiyê meşiyan. Li vir girseya gel kom bûn û piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û wiha axivî: "Gelê me wê bi tekoşîna xwe rê nede dewleta Tirk ku siyasetên xwe yên dagirkeriyê li herêmê pêk bîne."
Piştî axaftin bi dawî bû, girseya gel bi diruşmeyan dawî li meşê anîn.
TIL TEMIR
Bi dehan şêniyên Til Temir jî bi heman armancê li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn. Welatiyên ku ji hemû pêkhateyan pêk dihatin posterên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, al û sembolên herêmê vekirin û pankartên bi nivîsên li dijî kiryarên Tirkiye vekirin. Girseya ku bê navber diruşme beriz kirin heta qadê meşiyan û hatin Kolana Filistînê kom bûn. Li vir piştî rêzgirtinê Cîgirê Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Hemze Tolhildan axivî û got ku ji bajarê Til Temir şarê biratiya gelan û jiyana hevbeş ew berxwedana hemû azadîxwazên cîhanê silav dikin û wiha dom kir: "li Bakruê Sûriyê şerekî mezin heye. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dixwaze herêmê bixe bin destê xwe. Em hemû ji dagirkeriya Tirk a ji Efrînê re dibêjin na."
Piştî axaftinê meş bi diruşmeyan bi dawî bû.
SERÊKANIYÊ
Bi sedan welatiyên Serêkaniyê û Zurgan bi heman armancê meşyan. Welatî li ber ber Mal Gel kom bûn û bi diruşmeyên li dijî polîtikayên Tirkiye meşiyan. Girseya gel heta Meydana Azadî meşiyan û li vir kom bûn. Li vir li ser navê TEV-DEM'ê Osman Xelîl axivî û ku şêniyên Efrînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û wiha dom kir: " Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li hemû Rojhilata Navîn pîlana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Dagirkirina Efrînê di vê çarçveoyêd e pêk hatiye. Lê gelê herêmê bi tekoşîna xwe dê hemû pîlanên dagirkeriya Tirk vala derbixin."
Piştî axaftin bi dawî bû, meşvanan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.
DIRBÊSIYÊ
Di heman çarçoveyê de bi dehan şêniyên Dirbêsiyê jî meşiyan. Meşvanên ku bê navber diruşmeyên li dijî Tirkiye beriz dikirin ji ber Navenda Ciwanan a li bajarê Dirbêsiyê dest bi meşê kirin. Meşvanan her wiha pankartên bi nivîsên "Berxwedana Serdemê berxwedana azadiyê ye..Azadiya Rêber APO, Meşa gelan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê ye" vekiribûn. Meşvanên bê navber diruşme qîr dikirin heta sûka bajar meşiyan. Meşvan li vir kom bûn û piştî rêzgirtinê Endamê Rêveber ê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Ebdulah Şêxka axivî û got ku gelê Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê serî hildane û dê xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Welatiyan meş bi diruşmeyan bi dawî kirin.