STENBOL – Li Qada Galatasarayê ji bo Namzeta HDP’ê ya Herêma 2’yemîn a Stenbolê Gulsum Agaoglu ku 68 roj in girtî ye daxwaza berdanê kirin.
Namzeta HDP’ê ya Herêma 2’yemîn a Stenbolê ya Rêza 8’emîn Gulsum Agaoglu bi hinceta ji ber axaftina li Newroza Tekîrdagê 68 roj in girtî ye. Hevalên Agaoglu bi boneya berdanê wê li Qada Galatasarayê daxuyanî dan. Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, zimanzan Necmiye Alpay û gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Ji Gulsum Agaoglu re azadî” hildan.
Kerextecîoglu û Alpay di çalakiyê de axivîn û ji bo Agaoglu azadî xwestin û gotin daxwaziya aştiyê ne sûc e.
Piştî daxuyaniyê jin çûn Postaxenya Galatasarayê û ji Agaoglu re kart şandin.