Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin

  • rojane
  • 09:04 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li gund û çiyayên herêma Botanê her ku diçe talankirina xwezayê zêdetir dibe. Li herêmê dînamîtên ku tên teqandin xwezayê dixe nava talûkeyê û avê tune dike. 
 
Li çiyayên Gabar, Cûdî, li herêma Bestayê yên bi ser Şirnexê ve qirkirina xwezayê ya ku 3 sal beriya niha bi destê cerdevanan ve hatiye destpêkirin bênavber didome. Di encama birîna daran de xweza tê talankirin. Heta niha bi milyonan dar hatine birîn. Li Gabarê di bin navê "Lêgerîna neftê" qadên talanê tên berfirehkirin. Her roj ji aliyê medyaya desthilatdariyê ve talana herêmê weke serkeftinekî û çavkaniya debarê tê serwîskirin.
 
 Lê belê di dîmenên li herêm tên girtin de talana li herêmê radixe berçavan. Li herêmên navborî bi kepçeyan dar ji kokê tên rakirin û birîn û dînamît lê tên teqandin. Deverên pîroz ê weke goristanan jî ji vê rûxandinê para xwe digirin û tên wêrankirin. 
 
Her wiha ev rûxandin ango wêrankirin xesarê dide her cureyên ajal û zindiyên li herêmê. Kanî û rûbar ji ber rûxandinê ziwa dibin û av kêm dibe. Her wiha nefta ku dikeve nava avê jî qirêj dike. 
 
Gundê Şêxê Reş ango Ziyaretê li Çiyayê Gabarê dimîne ev bi mehane ku şêniyên gund ji ber ku neft tev li nav ava wan bûye û bîrên avê jî ji ber dînamîtên ku tên teqandin xetimîne, bi pirsgirêka avê re rû bi rû mane. Her wiha di dîmenên ku hatine girtin de tê dîtin ku kevirên ku bi dînamîtan nayên hilweşandin bi makîneyan kar hildiweşînin. 
 
Li aliyê din ji salên 1990’î ve ketina 37 gundên li herêmê hatiye qedexekirin. Ji bilî cerdevan û leşkeran kes nikare bikeve gundên qedexekirî. Hat îdiakirin ku cerdevanên ku ketine gundên welatiyan dest danîne ser rez û baxçeyên welatiyan û berhemên ku di bax û baxçeyên wan de diçînin tînin li bazarên Cizîr û Şirnexê difiroşin.
 
BANG LI TEVGERÊN EKOLOJIYÊ KIR 
 
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bertek nîşanî talana li herêmê hatiye destpêkirin da û bang li hemû tevgerên ekolojiyê kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Şenbayram bal kişand ser talana salên dawî ya li herêma Botanê tê kirin û wiha axivî: “Di salên dawî de li Gabarê xebatên lêgerîna neftê bi awayekî cidî bi birîna daran tê kirin. Birîna daran wêrankirina xwezayê ye. Bi teqandina dînamîtan, li herêmê ji xeynî mirovan jiyana zindiyên din jî ji holê rabû. Daristanên herêmê û cureyên nebatan a li herêmê di xetereyê de ye. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dar û daristanan. Her çiqasî weke tevgerên ekolojiyê me gelek caran li dijî vê talanê çalakî li dar xistibin jî bê encam man e. Banga me ji hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, tevgerên ekolojîk, partiyên mûxalefetê û gelên Tirkiyeyê re heye; bila  li dijî vê wêrankirina herêmê derkevin, her carê li metropolên Tirkiyeyê bêdengî tê dîtin. Banga me ji hemû gelên Tirkiyeyê re ew e ku li dijî vê qirkirina ekolojîk bi hev re rabin. Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin. Cûdî, Gabar, Besta, Licê, Sêrt, Çewlik, her roj bi talanê re rû bi rû dimînin. Heke ku em Cûdî ji Akbelen cuda nebînin, wê demê em nikarin van polîtîkayên talankeriyê ji holê rakin.”
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

08/02/2025
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê
09:03 Endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê: Em ê giliyê polîsan bikin
09:01 ‘Piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan a HDK'ê'
09:00 ROJEVA 6’Ê SIBATA 2025’AN
07:50 Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
06:35 Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
05/02/2025
16:46 Der heqê Îmamoglû de îdianame: 7 sal cezayê hefsê hat xwestin
16:25 Pervîn Buldan çû serdana siyasetmedarên jin ên girtî
16:16 Di protestoya qeyûm de bîranîna 6’ê Sibatê
15:59 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
15:21 'Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike'
15:12 Ji bo girtiyê nexweş Ozgan banga tehliyeyê kirin
14:34 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ ya li Mêrsînê bang hate kirin
14:25 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nexşerêya Ocalan ji bo çareseriyê firsende
14:10 Temellî: Em dixwazin bang di rewşeke tecrîd hatiye rakirin de were kirin
12:53 ‘Dadgeha Gelan a Rojava’ ku Tirkiye tê darizandin dest pê kir
12:17 Fransa: Kurd dê tev li konferansa 13’ê Sibatê bibin
11:49 Bakirhan: Ocalan formûla aştiyeke birûmet amade dike
11:09 Qeyûmê Sêrtê 2 karên din da cîgirê xwe
10:36 Deklarasyona TJA’yê: Dê tecrîdê bişikînin, Ocalan dê ji hêla fîzîkî ve azad bibe
10:20 Di doza Atînayê de pêvajoya komployê
09:55 Tanhan: Bi tevlibûna mitînga Amedê re em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî
09:37 Otobûsa rêwiyan gêr bû kendalê: 10 jê giran 28 kes birîndar bûn
09:21 Ciwan Elbistanê diterikînin
09:08 Reşat Ozdîl ê 31 sal in girtî ye bi hinceta ‘poşman nîne’ nayê berdan
09:07 Keça 'manewî' ya Erdogan tevî biryara wezaretê jî avahiya dîrokî vala nake
09:06 Gelo Amed ji bo erdhejê amade ye?
09:04 'Nexşerêya Abdullah Ocalan pisûleya çareseriyê ye'
09:03 Rêxistinên Elewiyan: Pêdivî bi zemîneke axaftinê ya bi muxatab re heye
09:01 Çiyayê Gabarê bi dînamîtan tê tunekirin
09:00 Ji meteorolojiyê hişyariya barînan