NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqerê, koma MHP’ê ya êrîşî endamên Partiya Saadetê kirin û 7 kes birîndar kirin, gotin ‘Me got belkî hûn HDP’î ne’ û lêborîn xwestin.
Endamên Partiya Saadetê di saetên şevê de xwestin li ser rêya Konya û Enqerê alên partiyê daliqînin. Di vê navberê de komek MHP’î êrîşî wan kirin û 7 kes birîndar kirin. Di nava birîndaran de namzetê Parlamenteriya SP’ê yê Enqerê Mehmet Fethî Ozturk jî hebû. Hat diyar kirin ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê û Parlamenterê Enqerê Mevlut Karakaya pêşengtiya êrîşkaran kirin. Birîndar rakirin nexweşanê û hatin dermankirin.
KOM BI KOM ÊRÎŞ KIRIN
Li gorî nûçeya di Rojnameya Mîllî de hat weşandin, êrîşkaran kom bi kom êrîş kirin. Piştî bûyerê, li ser fermana polîsan, hatina ambulansan a cihê bûyerê jî hatin astengkirin.
'ME GOT BELKÎ HDP’Î NE'
Koma êrîşkar a MHP’ê, dûre daxuyaniya lêborînê ji bo Partiya Saadetê dan û got: “Em got belkî hûn HDP’î ne.” Derbarê êrîşê de Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li ser hesabê medya civakî daxuyaniyek da û got: “Ger ev îdîa rast be, em banga li hemû kesê dikin ku li dijî provokasyonan bi baldar tevbigerin û berpirsiyariyên xwe bînin cih, dikin. Lêborîna xwestin ji, qebeheta wan mezintire.”