STENBOL - Elewiyan bertek nîşanî deklerasyona Erdogan û AKP’ê ya em dê “Statuya Hiqûqî ya Cemxaneyê" bidin, dan û diyar kirin ku 16 salin li îxtîdarê ye çima heta niha nekir. Elewiyan destnîşan kirin ku ew ji vê yekê bawer nakin.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di danezana hilbijartinê ya AKP’ê de soz da ku “Statuya Hiqûqî ya Cemxaneyan" bidin. Elewiyan bertek nîşanî deklerasyon û soza Erdogan dan û diyar kirin ku heta niha li ku bûn. Elewiyan destnîşan kirin ku AKP'ê û Erdogan di 16 salên îktîdarê de çima tiştek nekirin û tu baweriya van gotinan tune ye.
Pîrê elewiyan Adiguzel Erbaş, bertek nîşanî soza AKP’ê ya “Statuya Hiqiqûqî ya Cemxaneyê" da û got: “Li herêma Anadolê dibêjin karê wî emelê wî ye, li gotina wî nanerin. Partiya ku 16 salin li îktîdarê ye, di vê pêvajoya hilbijartinê de ev sozê wê tu baweriyê nadin me. Ji xwe cemxaneyên me hene. Ger ku bikin statuya zagonî dê çi bibe. Ya girîng zagona 677'an a Tekke û Zaviyeya e. Ev soz tu baweriyê nade."
‘EV SEYD E EM BAWER NAKIN'
Pirê elewiyan Enver Can jî diyar kir ku sozên wan derew e û ew ji van sozên wan bawer nakin. Can, da zanîn ku ger tê kiribûna çima di 16 salan de nekir û wiha got: "Bi dehan caran saziyên elewiyan serlêdan kirin. Lê ev serlêdan li ber çavan nehatin girtin. Ev seyda dengan e. Dixwazin bi vê yekê elewiyan bixapînin û dengan ji gelê kurd bistînin.
‘EM DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP'Ê'
Can, bal kişand ser helwesta partiyên siyasî ya li hemberî elewiyan û wiha got: "CHP jî di nav de di mijara elewiyan de zêde baweriyê nadin me. Em herî zêde HDP’ê samîmî dibînin. Me di serdema din de dît ku HDP'ê gelek wekîlên elewî birin meclîsê. Yên çûn meclîsê bi nasnameya xwe ya elewî çûn meclîsê. Niha jî gelek namzetên elewî yên HDP’ê hene. Sekna HDP’ê bêtir saxlem e.
Parêzerê Elewî Zulfikar Erdem jî anî ziman ku hikûmet 16 salin li îktîdarê ye û wiha got: "Patiyek îktîdar be divê vê sozê nede. Ger ku daxwazek wê wisa hebûya dê di 2 salan de kiribûya.
MA / Sadiye Eser