STENBOL – Ji ber ku bi KHK’ê “biryara sînordarkirinê” derket pêşiya parêzeran, parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin. Parêzer Îlknûr Alcan diyar kir ku ev pêkanîn ewil li Îmraliyê xistine meriyetê û dê ev pêkanîn îşkenceyê berbelav bike.
Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de “biryara sînordarkirinê” hat derxistin û ji ber vê parêzer nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin. Her wiha guhertinên bi KHK’yan xwe dan der, parêzerên der barê wan de lêpirsîn hene yan jî şopandin hene, tevlîbûna wan a danişînan jî hat astengkirin.
PARÊZERÊN OHP Û ÇHD’Ê TÊN ASTENGKIRIN
Di vê çarçoveyê de êdî gelek parêzer di dema binçavkirinê de nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin. Hevdîtina parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ku bi KHK’ê hat girtin û Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) bi muwekîlan re hat qedexekirin. Herî dawî 100 parêzer çûn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, lê belê destûr nedan bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çê bikin. Wek hincet jî KHK a hejmar 676’emîn hat nîşandan. Bi taybetî endamên OHP û ÇHD’ê tên astengkirin.
‘SÎNORDARKIRIN DÊ ÎŞKENCEYÊ BERBELAV BIKE’
Endama OHP’ê parêzer Îlknûr Alcan astengî û qedexeyên li pêşiya parêzeran nirxand û wiha got: “Hevdîtina bi muwekîlan re bi seat û rojan sînordar kirine. Divê mirov vêya hem wek mafê parastinê û hem jî wek astengiya mafê darizandina adilane bibîne. Alcan dest nîşan kir ku wê bi sînordarkirina hevdîtinê re îşkence û muameleya nebaş berbelav bibe û wiha dewam kir: “Dema parêzer ji bo hevdîtina muwekîlên xwe diçin bi ‘biryara sînordarkirinê’ re rû bi rû dimînin. Li Stenbolê der barê 100 parêzeran de ev biryar heye. Bi daxwaza emniyetê li ser gelek dosyeyan dadgeh biryara sînordarkirinê dide. Dema parêzer diçin emniyetê hay ji vê rewşê çê dibin."
BARO BÊDENG IN
Alcan da zanîn ku Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) li hemberî vê yekê bêdeng dimînin û wiha got: “Yekîtiya Baroyan ji bilî pirsgirêkên parêzeran bi her mijarê re eleqedar dibin. Lê ev pirsgirêk nakeve rojeva wan. Baroya Stenbolê ji me hin kesan wek ‘terorîst’ dibîne. Li cem hin aliyan cih digire. Em tu piştevaniya wan ji bo parêzerên hevdîtina wan tê qedexekirin û astengkirin nabînin. Tu xebata wan jî di vî warî de nîne.”
PÊKANÎNA EWIL LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR
Alcan anî ziman ku pêkanîna biryara sînordarkirinê cara ewil li hemberî Rêberê PKK Abdullah Ocalan xistine meriyete û piştî OHAL’ê “Qanûnên Îmraliyê” li hemû girtîgehên Tirkiyê belav bûne.