ANTEP – Li navçeya Îslahiye esker Adem Yildiz bi guleya hevalê xwe hat kuştin.
Li navçeya Islahiye ya Dîlokê li Qişlaya Şehît Alpay Bajaran a Fermandariya 106'emîn Alaya Topvanan eskerê ji navçeya Tavşanli ya Kutahya Adem Yildiz biguleya hevalê xwe hat kuştin. Hat diyar kirin ku di saeta nobetê de bi qeza guleya hevalê wî M.T, li wî ketiye û miriye.
Cenazeyê Yildiz ji bo otopsiyê birin saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Li heman Qişlayê 6 meh berê Memduh Zehir ê ji Agiriyê "întîhar" kiribû.