AMED – Alîkarê Hevserokên HDP’a Amedê Mustafa Akengîn diyar kir ku wan ji bo hilbijartinê 9 hezar kes li ser nêzî 3 hezar û 300 sindoqan peywîrdar kiriye û got: “Ji ber qanûna dawî ku nûnerên partiyan nikarin li ser sindoqan bixebitin, di mijara ewlehiya sindoqan de di serê me de pirsnîşan heye.”
Amadekariyên HDP’a Amedê ji bo ewlehiya sindoqên hilbijartinên 24’ê Hezîranê dewam dikin. Li 4 navçeyên navendî û 13 navçeyên derve yên Amedê dê milyonek 24 hezar hilbijêr deng bikar bîne. Li tevahiya bajêr û navçeyên wê hezar û 35 tax hene. Li bendê ye roja hilbijartinê 3 hezar û 300 sindoq bên danîn. Ji bo ewlehiya van sindoqan jî xebatên partiyan didomin. HDP’ê ji bo ewlehiya van sindoqan 9 hezar kes peywîrdar kir. Dê li her navçeyê li ser navê HDP’ê parêzer jî ji bo ewlehiya sindoqan û tedbîrên hiqûqî xebatê birêve bibin.
Alîkarê Hevserokên HDP’a Amedê yê ji hilbijartinê berpirsyar Mustafa Akengîn der barê amadekariyên ewlehiya hilbijartinê de agahî dan. Akengîn diyar kir ku ji bo ewlehiya hilbijartinê bi CHP’ê û Partiya Saadet re hevdîtinan dikin û got: “Piştî em endamên xwe yên esil û muşahîtên xwe temam bikin, ji bo em endaman em ê piştevaniya CHP’ê jî bikin. Akengîn bi bîr xist ku di hilbijartinên berê de li herêmên çolter dengên blok hatin bikaranîn, li dijî vê yekê jî tedbîran girtine û di her kêliya tiştek neyînî ango bêhiqûqî biqewime dê ew ji Serokatiya Desteya Sindoqan re ragîhînin û mudaxele bikin.
'TENÊ DÊ KARMEND HEBIN’
Akengîn destnîşan kir ku ji bo Serokatiya Desteya Sindoqê endamên esil ên partiyên siyasî hebûn û ev endam dibûn serokê desteya sindoqan û lê bi vê qanûna dawî ku derxistin re êdî endamên partiyan nikarin bibin serokê desteya sindoqan û tenê dê karmendê dewletê hebin.
'GUMANÊN ME HENE’
Akengîn bal kişand ser kişandina çîtîkê ya ji bo serokatiya sindoqan û got: “Ev rewşa bijartina serokê sindoqê rewşek tevlîhev e. Rewşek ne zelal e. Em behsa hilbijartinek bê dek û dolab dikin. Gumanên me hene. Em niaznin ka dê ji sendîkayên muxalîf kesî peywîrdar bikin an na. Em dixwazin lîsteya wan peywîrdarên sindoqan bibînin. Nexwe dê li gorî xwe karmendên xwe peywîrdar bikin. Em ê vê yekê bişopînin. Divê ku Serokatiya Desteya Sindoqê endamên me yên esil ên desteyê jî dikaribin peywîrê bigirin. di mijara ewlehiya sindoqan de di serê me de pirsnîşan heye.”
'BILA NÛNERÊ ME JÎ HEBE’
Akengîn da zanîn ku ji bo endamên wan jî li ser sindoqan bên peywîrdarkirin ji Serokatiya Desteya Sindoqê re û ji hemû desteyên hilbijartinê yên navçeyan re nivîsa fermî şandine û xwestine ku endamên wan jî di di hilbijartina Serokatiya Desteya Sindoqê de amade bin.
Akengîn bang li gelên Tirkiyeyê kir û xwest ku ji bo jiyan û welatîbûnek birûmet her kes biçe ser sindoqan.