AMED - Polîsan li kolana Gazî ya navçeya Farqînê ya Amedê, ligel ku rê li trafîkê hatibû girtin maşîne li Îkram Bahar qeliband û ew birîndar kir.
Şaredariya Farqînê ku qeyûm tayînî wê bûye, li kolana Gazî ya Farqînê ji ber şahiya fitaran rê li trafîkê girt. Lê tevî ku rê li trafîkê girtî bû maşîna polîsan ket kolanê û li welatî Îkram Bahar qeliband û ew birîndar kir. Bahar ê ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Welatiyan bertek nîşanî polîsan dan.
Bahar ê li nexweşxaneyê emeliyat bû talûke ji ser xwe avêt.