STENBOL - Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê di 16 salan tim li dijî jinan derket û got: “Bi hêrsa 16 salan em ê di 24’ê Hezîranê de bêjin TEMAM û êdî bese.”
Xebatên ji bo hilbijartinê zordest bi hemû leza xwe berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de rêxistinên jinan jî bi coş û hêza xwe daketin qadan û lez dan xebatên xwe. Yek ji van rêxistinan jî Piştevaniya More. Aktîvîstên piştevaniyê tax bi tax digerin û bi jinan re tên gelhev. Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen, bi nêrîna jinan rojeva hilbijartinê nirxand û derbarê xebatên xwe de agahî dan.
‘DAXWAZÊN ME BINGEHA TALEPLERİMİZ YAPACAKLARIMIZIN TEMİNATI’
Gozen, diyar kir ku li Tirkiyeyê di her warî krîz tên jiyîn û wiha axivî: “Di serê van krîzan de desthilatdarî tê. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê dewlet ket nava krîzê û ev krîz bi aboriyê re mezintir bû. Van hemûyan bandorek mezin li ser jiyana jinan kirin. Desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan tenê di warî dijminantiya jinan de pir bi îstîkrar bû. Gelek tişt hene ku em jêre bêjin êdî bese û temam. Em naxwazin dijminên jinan ên 16 salan ser serê me bikin. Êdî em ji vê yekê bêzar bûn. Emê hêrsa 16 salan di 24’ê Hezîranê de nîşan bidin û bêjin êdî bese.”
‘EMÊ XWEDÎ SINDOQAN DERBIKEVIN’
Gözen, anî ziman ku namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş xîtapî hemû beşên civakê dike û wiha bilêv kir: “Em tecrûbeyên xwe yên Na yên di referanduman 16’ê Nîsanê de, di sindoqên 24’ê Hezîranê de danîn holê. Em jin dê di 24’ê Hezîranê de ji meşa yekzilamî re bêjin êdî bese û temam. Di 16’ê Nîsanê de me dît çawan ku bi hiqûq û bê maf dengên gel dizîn. Ji bo rejîma yekzilamî di 24’ê Hezîranê de bi dawî bibe tişta ji destê me were emê bikin. Em ê takvîmên xwe jî li gorî vê amade bikin. Emê xwedî dengên xwe derbikevin û li ser sindoqanbin. Ez bang li hemû jinan dikim ku werin em xwedî jiyan, welat û vîna xwe derbikevin û li dora sindoqên dengên xwe kom bibin.”
MA / Necla Demîr