ÎZMÎR – Berîvan Adlim a ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê kamerayan li odeyên jinan ferz dike û kesên sax tên girtin, nexweş derdikevin.
Jina ji Girîgeha Şakranê serbest hat berdan Berivan Adlim, der barê geşedanên li girtîgehê dîtin û serpêhatiyên xwe parve kir. Adlim, destnîşan kir ku nameyên ku girtî ji ÎHD, Wezareta Dadê û partiyên siyasî re dişîne ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin û name nayên şandin. Adlim, da zanîn ku nameyên ji wan re tên jî tên desteserkirin û nameyan nadin wan. Adlim, diyar kir ku hevala wê ya heman odeyê Dayika Aştiyê Mevlude Baştaş nexweş e û her diçe rewşa wê giran dibe û wiha got: "Dermanên Baştaş nadin wê. "Me ji rayedaran re name şandin. Lê nameyên me negirtin. Tenê mafê girtiyan ê nameyan heye ew jî ji destê wan hatiye girtin. Nameyên ku didin jî du meh şûnde didin. Ji roja OHAL'ê dest pê kiriye heta niha pirtûkan nadin girtiyan. Hêj pirtûkan nadin girtiyan. Daxwaznameyên me jî nadin rayedarên eleqeder."
‘EM JI EZMAN TÊN TEMAŞEKIRIN'
Adlim, destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê kamerayan li cihê ku serşok û tuwaletê bibîne bi cih dike jinên girtî vê yekê qebûl nakin û wiha berdewam kir: "Rêveberiya girtîgehê kamerayan li ser girtiyan ferz dike. Gardiyan her tiştî dikin mane û dixwazin êrîş bikin. Hefteyê 2 rojan lêgerîn dikin. Gardiyan odeyên girtiyan belav dikin. Dema girtî derdikevin hewşê drone li ser me difirin û girtiyan ji ezman temaşe dikin. Girtiyan tacîz dikin. 2 mehin girtiyan dernaxin sporê. Hevdîtinan red dikin. Girtiyan sewq nakin. Dermanên girtiyan nadin. Girtiyên sax diçin nexweşxaneyê nexweş vedigerin. Girtiyên sax tên girtin nexweş derdikevin."