DERSIM – Esnafên Dersimê anîn ziman ku her diçe krîza aborî zêdetir tesîrê li wan dike. Esnafan got, îktîdara AKP’ê bi sozê ku dê pirsgirêkên aborî çareser bike bû îktîdar, lê belê dê bi krîza aborî biçe.
Esnafên Dersimê diyar kirin ku her diçe krîza aborî kûrtir dibe û ev yek zêdetir tesîrê li wan dike. Esnafan got, êdî karê wan nabe.
‘KRÎZ TIM HEBÛ, LÊ NIHA BÊTIR HEYE’
Esnaf Ûlaş Elma ku amûrên diyariyê difiroşe, diyar kir ku îktîdara heyî nikare welat bi rê ve bibe û ji ber vê krîza aborî heye. Elma, anî ziman ku ev krîz herî zêde li bajarên herêmê xwe dide der û got: “Li deverên wekî Dersimê biçûk ku hilberîn tune ye û hema bêje girêdayî derveye, krîz bêtir tê hîskirin. Ji ber ku aboriya me girêdayî derveye bêtir bandorê li me dike. Em pir ditengijin. Kesên li ser ji bo çîrbûna îktîdara xwe, hema bêje welat ber bi îflaskirinê ve birine. Li hemberî vê, ji bo berjewendiyên gel çi hewce be divê ew bê kirin. Kesên welat bi rê ve dibin divê adil bin.”
‘ROJ HEYE EM TIŞTEKÎ JÎ NAFIRŞIN’
Baran Kaya ku biharatan difiroşe got, ji bo krîz ji holê rabe tekne riyek heye ew jî, divê hikûmeta heyî biçe. Kaya got: “Çimkî nikarin welat bi rê ve bibin. Nikarin bibin bersiva pirsgirêkên esnaf û gel. Gel tê feqîrkirin. Ya xirab jî, welat ber bi şerekî bavxweyî ve tê hêlkirin. Di dema pêvajoya çareseriyê de karê esnafan 3-4 qat zêdetir bûbû. Lê bi giranbûna şer re em zêde pşa ve çûn. Bi saetan em li benda mişteriyan e. Bi rojan em tiştekî nafiroşin. Karê me li ber qedandinê ye.” Kaya, destnîşan kir ku li hemberî vê yekê tişta ku dibê ew bikin ew e ku partiyeke nû, ciwan û dinamik ku dê van pirsgirêkan çareser bike destek bikin. Kaya got, ew ê di vê hilbijartinê de pir bifikirin û wisa dengê xwe bi kar bînin.
‘DÊ AKP BI KRÎZA ABORÎ BIÇE’
Kaya, destnîşan kir ku AKP di 16 salên îktîdara xwe de tu gav pêş ve neavêtiye û got: “AKP di dema krîza aborî de bû îktîdar û dê di dema krîza aborî de jî biçe.”
’26 SAL IN ESNAFTIYÊ DIKIM, LÊ MIN TIŞTEKÎ WISA NEDÎTIYE’
Fatma Şahîn ku li bajêr aşxaneya wê heye, diyar kir ku ji ber bihabûna tiştan ew nikarin tiştekî bikirin û got: “Ji ber polîtîkayên îktîdarê yên xelet em di vî halî de ne. Ji bo em ji vê krîzê xelas bibin pêşî divê ev pergal biguhere. Tirkiye êdî li ber sînorê birçîbûnê ye. 26 sal in esnaftiyê dikim, lê min krîzeke wisa nedît. Tirkiye diherife.”
Xwediyê maxazeya kincan Mehmet Yildiz jî, diyar kir ku her diçe krîza aborî kûrtir dibe û welat dirûxe. Yildiz, anî ziman ku ji ber nebûna kar hindik maye dikana xwe bigre. Yildiz, destnîşan kir ku polîtîkayên şerî yên îktîdarê rê li ber vê rewşê vekiriye. Yildiz, got ji bo welat zêdetir nexisire divê di 24’ê Hezîranê de AKP biçe.