WAN – Rojnamevan Îdrîs Sayilgan, îdianameya der barê wî de wekî “derewnameyê” pênase kir û got: “Dibe ku em xebatkarên çapemeniya azad di zindanê de bin, lê cihana me, pêşeroja me ronî ye. Li dijî tarîtiyê, bijî warê min ê ronahiyê.”
Danişîna 3’yemîn a nûçegihanê DÎHA’yê ku KHK’ê hat girtin, di 23’yê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Mûşê pêk hat û bi hinceta SEGBÎS bi arize ye parêzî nekiribû. Saylgan bi nivîskî parêzî ji dadgehê re şand.
SAYILGAN: NE ÎDIANAME, DEREWNAME YE
Sayilgan, ji Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê bi nivîskî parêziyeke 10 rûpelî şand Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Mûşê. Sayilgan, diyar kir ku parêziyên wî yên di danişînan de hemû an kêm an jî qed nehatine tomarkirin. Sayilgan di parêziya xwe de destnîşan kir ku ew ne di weziyeta yê tê darizandin, di weziyatê yê didarizîne de ye û ji serî heta binî doz siyasî ye. Sayilgan, îdianameya ku hatiye amadekirin wekî “derewname”yê pênase kir û bal kişand îşkenceya ku di dema binçavkirin û girtinê de lê hatiye kirin.
Sayilgan, diyar kir ku ji roja ku sewqî Girîgeha Tîpa E ya Trabzonê hatiye kirin heta niha tê tecrdîkirin. Sayilgan anî ziman ku der barê wî de îdianameyeke 67 rûpelî hatiye nivîsandin, lê belê 57 rûpel jê ji qeydên TAPE’yê pêk tê. Sayilgan got: “Qeydên TAPE’yê teqabulî dîroka dema ku ez li Mûşê dixebitîm. Em dibînin ku beriya her tiştî TAPE bi awayekî kêfî hatine kirin. Her wiha dozgerê ku li Mûşê îfadeya min girt got ‘Di TAPE’yên te de tu sûc tune ne.’ Hevdîtinên min ên ji bo nûçeyan û bi hin hevalên min ên rojnamevan re çawa çê dibe ku ji bo endamtiya rêxistinê dibe delîl.”
‘NÛÇEYÊN MIN XWÊDANA ENIYA MIN IN’
Sayilgan got: “Xala hevpar a hemû TAPE’yan ev hevdîtinên ji bo nûçeyan in. Ev hevdîtin jî pesend dikin ku ez rojnamevan im. TAPE’yên ku li ser wan hatiye nivîsandin sûc teşkil nakin, çi karê wan di îdianameyê de hene?
Sayilgan der barê nûçeyên ku çêkirina jî parêzî kir û got: “Ez rojnamevan im û peywira min nûçeçêkirin e. Wekî rojnamevanekî muxalif min êş û azar, şadî û kêfxweşiya gel parve kir û di hemû mijarên ku civakê eleqedar dikin de nûçe çêkirin. Di tu nûçeyên min de îfadeyeke ku şidet hatibe pesinandin û rewakirin tune ye. Ev nûçe xwêdana eniya min in. Min di vê zindanê de jî pêkanînên dermirovî kirin nûçe. Yanî kesên xwestin em bêdeng bikin, xafilîn. Ne ez û ne jî tu ferdên çapemeniya azad bêdeng nebûn. Ji bo welatekî ku azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê nas nake, rojnamevanî sûcekî mezin e.”
'KARANLIĞA İNAT YAŞASIN IŞIK DİYARIM’
Sayilgan, anî ziman ku îfadeyên ku di nûçeyên wî û qeydên TAPE’yên wî de tune ne, polîsan li ser maseyan ew nivîsandine. Sayilgan got: “Di tu nûçeyan de min hêzên dewletê wekî ‘hêza dagirker’ pênase nekiriye. Tê gotin ez li gor fermanan tevgeriyame. Xwezî ev îdia bihatana pesendkirin. Tê gotin ku min di quncika bi navê ‘bîranînên gerîlayan’ de nivîs nivîsandine. Ev lihevanîne. ‘Quncika Gerîla’ çî ye? Heta niha tiştên ku ez bi wan re rû bi rû mame; îşkence, sirgûn, çewisandin, sixêf û derew in. Bi îdianameyeke ku her tîpeke wê bi derewan hatiye nivîsandin 20 meh in girtî me. Dibe ku em xebatkarên çapemeniya azad di zindanê de bin, lê cihana me, pêşeroja me ronî ye. Li dijî tarîtiyê, bijî warê min ê ronahiyê.”