AGIRÎ – Hevseroka HDP’ê ya Agiriyê Yelîz Karaarslan destnîşan kir ku wan di 7’ê Hezîranê de ji 4’an 4 wekîl girtine û ew ê di vê hilbijartinê jî 4’an bigirin. Karaarslan bang li herkesî kir ku tev li xebatên hilbijartinê bibin.
HDP’ê li herêma Serhadê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê lezandin. Li Agiriyê di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP’ê 4 wekîl girtibûn û niha jî ji bo heman tiştî bênavber dixebite. Hevseroka HDP’ê ya Agiriyê Yelîz Karaarslan, destnîşan kir ku ew ê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin tayînkirina qeyûman û zilma tê kirin.
‘ME BUROYÊN XWE VEKIRIN’
Karaarslan, der barê amadekariyên xwe de agahî dan û got: “Xebatên me yên li vir bênavber didomin. Me koordînasyona xwe ya hilbijartinê ya bajêr ava kir. Me bi awayekî hişmet büro vekirin.”
’LI 18 TAXAN XEBATÊN ME DEST PÊ KIRIN’
Karaarslan, diyar kir ku piştî namzetên parlementeriyê diyar bûn, wan xebatên xwe lezandiye û got: “Xebatên me yên li taxan 3 roj berê dest pê kirin. Li Agiriyê 18 tax hene. Me ev tax dabeşî 4 herêman kir û em kom bi kom li taxan dixebitin. Me wesayîtên xwe yên anonsê jî amade kirin. Dê di rojên pêş de wesayîtên me yên anonsê bi awayekî coşdar xebat bên lezandin.”
‘EM Ê ŞAREDARIYA XWE YA QEYÛM TAYÎNÎ WÊ HATIYE KIRIN BISTÎNIN’
Karaarslan diyar kir ku gel eleqeyeke zêde nîşanî wan dide û got: “Gelê me baş hay ji vê zilmê û bi awayekî neheq tayînkirina qeyûman heye. Her dizane îxracên bi KHK’yan hatin kirin neheqî ye. Her çend gelê me bêdeng bixuyê jî, dê di 24’ê Hezîranê de bi awayekî baş bersiva vê yekê bide. Çimkî di serdanan de gelê me vê yekê tîne ziman. Di 24’ê Hezîranê de em ê jin, ciwan û mêr bi ruhekî seferberi tev bigerin û bi ser bikevin. Her wiha em ê şaredariya xwe ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin jî bistînin. Em bawer dikin dê tiştên xwe çêbibin û teqez em ê bi ser bikevin.”