STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî, der barê xebatên hilbijartin û ewlehiya hilbijartinê de agahî dan û destnîşan kirin ku divê gel tenê qîma xwe bi deng dayînê neyne, her wiha divê piştî dengdayînê li dor sindoqan bibe xelek.
Ji hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê re ji mehekê kêmtir wext ma. Partiyên siyasî xebatên xwe yên di vî warî de didomînin. Nûnerên partiyên siyasî bal kişandin ser xebatên ji bol hibljiartinê û ewlehiya hilbijartin.
‘BI PARTIYÊN DIN RE JI BO EWLEHIYA HILBIJARTINÊ ÎTIFAQ ÇÊKIRIN’
Hevberdevka Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgiriyê (YSGP) Eylem Tûncaellî, destnîşan kir ku ji bo ewlehiya hilbijartina 24’ê Hezîranê jî xebatên cidî tên kirin. Tûncaellî anî ziman ku di bin banê HDP’ê de muxalefeta demokratîk xebatên ji bo hilbijartinê lezandine û got: “Ya girîng xwedîderketina li sindoqan e. Em bawer dikin ku li cihê ku HDP lê hebe dê tu pirsgirêk lê rû nedin. Dê hevalên me bênavber bixebitin. Lê li deverên ku HDP lê tune be, di warê ewlehiya hiilbijartinê de şik û gumanên me hene. Qanûn guherî. Hin kes dikarin gazî polîsan bikin, dibe ku mekanîzmayên cuda têkevin dewrê. Di vî warî de bi partiyên muxalefet ên din re ji bo ewlehiya hilbijartinê îtifaqe hatiye çêkirin.”
Tûncaellî diyar kir ku ji bo ewlehiya hilbijartinê divê gel xwedî li vîna xwe derkeve. Tûncaellî anî ziman ku ji bo sindoqan wan kes peywirdar kirine û di vî warî de bênavber dixebitin. Tûncaellî destnîşan kir ku ew ne peywirdarên sindoqan bin jî, piştî dengdayînê ew ê li wir bisekinin û got: “Çimkî em ê bi pêvajoyeke ku ji bo provakasyonê musaîd re rû bi rû bimînin.” Tûncaellî bang li gel kir ku li ser sindoqan bibin peywirdar û muşahid.
'DIVÊ EM DERSÊ JI 16’Ê NÎSANÊ DERXÎNIN’
Hevserokê Giştî ya SYKP’ê Ahmet Kaya jî, destnîşan kir ku hilbijartin di şert û mercên Rewşa Awarte de çêdibe û divê ew bi du awayan li ser ewlehiya hilbijartinê hûr bibin. Kaya got: “Ya ewil; pêvajoya dengdayînê û dengên ku ji sindoqan dertên bi awayekî zelal bên tespîtkirin û ragihandina van daneyan a ji bo navendê. Ya duyemîn jî; AKP û Erdogan piştî 15’ê Tîrmehê li welat demildest faşîzmê ava dike. Me ev yek di referanduma 16’ê Nîsanê de dît.” Kaya bi bîr xist ku di 16’ê Nîsanê de YSK dengên bêmohr qebûl kiriye û got: “Derket holê ku, eger wê çaxê em çûbûna ser sindoqan dê rewş ne wisa bûna. Divê em derse ji vê yekê derxînin û div ê hilbijartinê de sindoqan biparêzin.”
'DIVÊ JI BO SERKETINÊ EM BIXEBITIN’
Kaya, diyar kir ku di vî warî de xebatên wan hene. Kaya, anî ziman ku ev kar tenê ne karê HDP û pêkhateyên wê ye, ji bilî HDP’ê karê raya sosyaslîst, heta CHP û îtifaqa ku CHP’ê pê re kiriye jî. Kaya, destnîşan kir ku eger rewş bi vî awayî neye nirxandin, ew di sindoqan de bi ser biekvin jî teqez dê dek û dolap bên çêkirin. Kaya got: “Ev nayê wateya ku em paş ve vedikişin. Helbet em ê bi ser bikevin. Motîvasyona me di vî warî de ye. Em ji bo serketinê dixebitin.”
Kaya bang li herkesî kir û got: “Teqez divê herkes biçe ser sindoqan û deng bi kar bîne. Qîma xwe tenê bi dengdayînê neynin. Di dema jimartinê de li dor sindoqan bibin xelek. Eger em vê yekê bikin, dê hîle û xurde pir kêm çêbibin.”
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan, bal kişand ser girîngî û ewlehiya hilbijartinê û got: “Ji bo li ser sindoqan li ser navê HDP’ê peywirdar bên diyarkirin endamên partiya me bi berpirsiyarî tevdigerin. Lê belê ev peywir heta bidawîbûan dengdayînan anqede. Ji bo dengên ku ji sindoqan derdikevin bi layiqî bigihên cihê xwe, çi hewce bê dê bê kirin.”
Gurkan ji bo ewlehiya hilbijartinê bang li herkesî kir û got: “Biçin ser sindoqan, dengê xwe bi kar bînin. Dema we deng bi kar anîn bizanibin ku ev hilbijartineke krîtîk e. Lê ji bo hûn xwedî li dengê xwe derkevin, divê hûn ji peywirdarî û berpirsiyariyê jî xwe dûr nexin.”
MA / Muhammet Dogru