STENBOL – YSK’ê ji bo hilbijêrên astengdar û nexweş, biryara dabû ku dê li navendên navçe û bajaran sindoqên seyyar deynin. Komeleya Şopandinê ya Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD) jî îtirazî vê biryarê kiribû û di îtiraza xwe de diyar kiribû ku divê li bajaro û gundan jî sindoqên seyyar bên danîn. Lê belê YSK’ê biryara ESHÎD’ê red kir. Li gorî rayedarên komeleyê YSK cihêkariyê dike û ev biryar li dijî peymanên navnetewî ye.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ji bo hilbijêrên astengdar û nexweş di hilbijartinê de deng bi kar bînin diyar kiribû divê ev hilbijêr qeyda xwe ya ji bo sindoqên seyyar çêbikin. Lê belê ev biryara YSK’ê de tenê ji bo navenda bajar û navçeyan bû. Bi vê biryarê re YSK’ê hilbijêrên astengdar û nexweş ên li bajar û gundan piştguh kir.
Li ser vê yekê . Komeleya Şopandinê ya Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD) jî îtirazî vê biryarê kiribû û di îtiraza xwe de diyar kiribû ku divê li bajaro û gundan jî sindoqên seyyar bên danîn. Komeleyê di 8’ê Gulana 2018’an de serî li Serokatiya YSK’ê da. Lê belê YSK’ê di 15’ê Gulanê de serlêdana komeleyê red kir.
Li gorî rayedarên komeleyê YSK cihêkariyê dike û ev biryar li dijî peymanên navnetewî ye.