AGIRÎ – Xwendekaraên zanîngehê yên li Agiriyê, gotin ji bo pêşerojê û akademî azad bibe ew ê dengê xwe bidin HDP’ê.
Xebatên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bênavber didomin. Gelek derdor diyar dikin ku ew ê dengê xwe bidin HDP’ê. Ciwanên ku li Agiriyê Zanîneghê dixwînin diyar kirin ku ew ê dengê xwe bidin HDP’ê.
‘HDP HEMÛ GELAN, RENAGAN Û DERDORAN TEMSÎL DIKE’
Xwendekarê zanîngehê Osman Talayhan, anî ziman ku ji bo rejîma totaliter a li Tirkiyeyê lawaz bibe ew ê dengê xwe bide HDP’ê. Talayan destnîşan kir ku HDP hemû gelan, rengan û derdoran temsîl dike, loma ew ê dengê xwe bide HDP’ê. Talayan, bilêv kir ku ew xwendekarê zanîngehê ye û ew nizanin dê sibê çi bibe û çi bikin. Talayan got: “Mamoste nayên tayînkirin. Dema em li polîtîkayên partiyan ên ciwanan dinerin, ji bilî HDP kes ji bo me nabe hêvî. Dê bi HDP’ê re rewşa aboriyê baş bibe.”
‘LI HEMBERÎ HERDU ÎTIFAQAN EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM HDP’Ê’
Xwendekarê zanîngehê Omer Akyol, anî ziman ku ew ê li hemberî herdu îtifaqên rastgir dengê xwe bide HDP’ê. Akyol, destnîşan kir ku divê li hemberî îtifaqa îslamî, netewperest û bûrjûvayê ciwan dengê xwe bidin HDP’ê. Xwendekar Beşîr Kanşiray jî, anî ziman ku ew ê ji bo pêşeroja xwe dengê xwe bidin HDP’ê û got: “Dema mirov li 16 salên îktîdara AKP’ê dinere, rewşa akademî, xwendekar û ciwanan li holê ye. Bi deh hezaran xwendekar di girtî ne. Bi vî awayî mafê perwerdehiyê yê xwendekaran tê binpêkirin. Her wiha li welat hemû akademîsyenên ku dikarin gotaran binivîsînin hatin îxrackirin an jî girtin. Yanî ne mumkun e ku mirov behsa nêvengeke akademiye bike. Niha hewl didin zanîngehan perçe bikin û ji hev veqetînin. Ev rewşa bandoreke neyînî li ciwanan dike.”
Kanşiray destnîşan kir ku ji bo ev rewşên neyînî ji bolê bên rakirin, ji bo pêşeroja wan û ji bo akademî azad bibe ew ê dengê xwe bide HDP’ê.
MA / Mahmut Ruvanas