Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne

  • rojane
  • 15:50 4 Tîrmeh 2024
  • |
WAN - Baroya Wanê, Şaxa OHD’a Wanê û TUHAY-DER’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş eşkere kirin. Di raporê de hat gotin ku girtî di tecrîdê de ne. 
 
Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (Wan TUHAY-DER) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê eşkere kirin. Di raporê de binpêkirinên mafanên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatin rêzkirin. 
 
‘SEWQÊN GIRTIYAN DERENG TÊN KIRIN’ 
 
Endamê Şaxa OHD’a Wanê Ersîn Bîrîcîk rapor xwend. Bîrîcîk, da zanîn ku sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan dereng tên kirin û wiha got: “Di heman demê de muayeneya bi darê zorê li girtiyan tê ferzkirin. Ji ber ku girtî vê sepanê qebûl nakin, bêyî ku bên muayenekirin paşve dişînin girtîgehan. Mercên tedawîbûnê yên girtiyên nexweş tune ne. Girtiyên rewşa wan giran û nikarin di mercên girtîgehê de bimînin, nayên berdan, astengiyên li pêşiya tedawîkirina wan nayên rakirin, mewzûatên neteweyî û peymanên navneteweyî tên binpêkirin, ji ber ku derfeta xwegihandina tedawiya tibbî tê bisînorkirin, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin.” 
 
‘MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN’ 
 
Bi domdarî Bîrîcîk destnîşan kir ku li gelek girtîgehan kotaya pirtûkan a ji bo girtiyan di navbera 3-10’ê de diguhere û name û pirtûkên bi kurdî jî bi hinceta wergêr tune ye nadin girtiyan. Bîrîcîk, wiha pê de çû: “Ev yek tê wateya binpêkirina mafên azadiya perwerde û agahîgirtinê ya girtiyan. Her wiha li tevahiya girtîgehan rojnameyên Yenî Yaşamê, Evrensel, BîrGun û hwd. nayên dayîn. Di heman demê de destûr nayê dayîn girtî qenalên muxalîf temaşe bikin. Bi taybet jî ji ber krîza aborî ya heyî, di nava 6 mehan de 3 caran zem ji bo heqê posta û telefonan hate kirin. Girtiyan gotin ku ji ber vê sedemê nikarin bi malbat û cîhana derve re pêwendiyan deynin. Rêveberiyên girtîgehan mecbûr in ku mijara ragihandinê çareser bikin nexwe ev yek tê binpêkirina mafê agahîgirtinê yê girtiyan.” 
 
‘TIŞTÊN TAYBET ÊN GIRTIYAN TÊN DESTESERKIRIN’ 
 
Bîrîcîk, destnîşan kir ku li girtîgehan aktîveteyên hevpar ên weke spor, atolye, qursên hînbûyînê nayên kirin û diyar kir ku girtî di bin tecrîdeke giran de ne û derfetên wan ên civakîbûnê bi temamî ji destê wan hatiye wergirtin. Bîrîcîk, destnîşan kir ku bi astengkirina mafê spor û sohbeta hevpar tecrîd hêj jî tê kûrkirin û wiha got: “Hema bêje têkiliyên girtiyan ên bi cîhana derve re bi temamî hatine birîn. Li girtîgehan tecrîdeke zêde heye. Pêkanîna tecrîdê ji aliyê DMME’yê ve girêdayî krîterên weke bandora tenduristiya rûhî û bedenî di çarçoveya mûameleya derveyî mirovahiyê û rûmetê tê nirxandin. Di gelek girtîgehan de mehê carekê û hefteyê carekê lêgerînên qawişan tên kirin, lêgerînên qawişan ên tên kirin derdikevin derveyî armancê û ji legerîna tiştekî qedexe wêdetir, bi armanca girtiyan aciz bikin xebat tên kirin. Di lêgerîn qawişan de nîzama leşkerî li wan tê ferzkirin, pirtûk û tiştên taybet ên girtiyan tên desteserkirin.”
 
‘POŞMANTIYÊ LI WAN FERZ DIKIN’  
 
Bîrîcîk da zanîn ku tevî cezayê li girtiyan hatiye birîn xelas bûye jî berdana wan ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve tê astengkirin û anî ziman ku di serî de girtiyên 30 sal in tên ragirtin, “poşmantî” li gelek girtiyan tê ferzkirin. Bîrîcîk wiha domand: “Poşmantî li girtiyan tê ferzkirin û pirsên weke ‘Hûn PKK’ê weke rêxistina terorê dibînin? Dema tu derketî dê bizewicî? Derbarê HDP’ê de çi difikirî?’ tên pirsîn û girtî ji mafê berdana bişert sûdê nagirin. Bi ‘Navendên Senifandin û Çavdêriyê û Rêziknameya Têkildarî Nirxandina Hikumwaran’ ên li dijî hiqûqê rêveberiyên girtîgehan biryarên keyfî didin.”
 
‘DIVÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN BI DAWÎ BIN’  
 
Bîrîcîk, çalakiyên boykot û greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi bîr xistin û wiha got: “Daxwaza girtiyan, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hevdîtina malbat û parêzeran a bi Ocalan re ye. Li dijî van çalakiyên bi temamî di çarçoveya azadiya raman de ne rêveberiyên girtîgehan cezayên dîsiplînê didin girtiyan. Ev rewş tê wateya mudaxilekirina azadiya îfadeyê. Ji ber vê yekê girtî bêyî ku zêdetir rastî, binpêkirinan bên bêyî ku mafê jiyanê bê binpêkirin divê tecrîda li dijî hiqûqê ya li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê dewlet berpirsyartiya xwe ya bi destûra bingehîn û qanûnan lê hatiye barkirin bi cih bîne û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan bi dawî bike. Ji bo ku ev bêhiqûqî hemû demildest bên bidawîkirin bang li cihên têkildar dikin û dibêjin bila binpêkirinên mafan ên diqewimin bên bidawîkirin.”
 
 

Sernavên din

15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Li Îranê tûra hilbijartinê ya duyemîn dest pê kir
04/07/2024
22:49 Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
21:43 Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
19:12 Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
17:55 Li Çiyayê Cûdiyê şewat
16:44 Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:43 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
16:09 Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
15:50 Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
15:38 Almanyayê bangî sefîrê Tirkiyeyê kir
15:35 Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
15:02 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:00 Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
14:45 Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
14:34 Cezayên li rojnamevanên kurd hatin birîn di rojeva Meclisê de ne
14:26 Li Reqayê êrişa DAIŞ'ê : Şivanek hat kuştin yek jî winda ye
14:14 Cezayê li 8 rojnamegeran hatine birîn dê li 3 bajaran werin protestokirin