AMED - Baroya Amedê Tarih Elçî bibîr anî. Rêvebere Baroya Amedê Neşat Girasun, diyar kir ku ew hêza têkoşînê ji Tahîr Elçî distînin.
Baroya Amedê di hefteya 128'an de Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di 28'e Mijdara 2016'an de li ber mînareya çar ling a Sûrê hat kuştin, li ber Edliyeya Amedê bibîr anîn. Di çalakiyê de pankarta "Em te ji bîr nakin" a wêneyê Tahîr li ser heye vekirin. Di çalakiyê de parêzer û rêveberên Baroya Amedê amade bûn.
Di çalakiyê de Rêveberê Baroya Amedê Muhammed Neşat Girasun, diyar kir ku heta kujer bê dîtin û darizandin ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Gîresûn, anî ziman ku ew hêza têkoşîna xwe ji Tarîh Elçî digirin û wiha got: "128 hefte ye em ji bo kujer bên darizandin çalakiyê pêk tînin. Ev cînayetekî polîtîk e. Heta ku cînayet ronî bibe têkoşîn û hêza me berdewam bike.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyên rûniştinê bi dawî bû.