Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye

  • rojane
  • 10:07 1 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku Tirkiye bi erêkirina hêzên navnetewî, Iraq û tevlibûna PDK’ê erişî başûrê Kurdistanê dike û hedef dike bi 2 qonaxan tevahiya başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir bike. 

Cigirê Serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî êriş û planên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.
 
‘PLAN DAGIRKIRINA YEKSER E’
 
Dr. Kamûran Berwarî bibîr xist ku rêbazên êrişên dewleta tirk ên dijî başûrê Kurdistanê guherîne û ev tişt anîn ziman: “Dewleta tirk heta niha tişta kiribû hedef, pêk ne aniye. Di êrişên ji sala 1983`yan ve de, çend rojan diman û vedigeriyan. Yan jî hin cih bi dehan balafirên xwe bombebaran dikirin. Lê niha hewld dide ku yekser axa Başûrê Kurdistanê dagir bike. Tenê leşker û çeteyên xwe derbasî başûrê Kurdistanê ne kirine, bendên kontrolê danîne, nasnemeyên welatiyan digirin, belavokên ji bo sîxurtiyê belav dikin û ji bo valakirina gundan 24 saet dem didin. Dewleta tirk, Başûr wekî perçeyekê axa Tirkiyeyê dibîne û hewl dide ku li ser wê axê serweriya xwe bide avakirin.”
 
‘PLAN LI DIJÎ STATUYA BAŞÛR E JÎ’
 
Berparî destnîşan kir ku Iraq li beramberî dewleta tirk xwe lawaz dibîne û hikumeta Bexdayê heta niha nîşan nedaye ku parastina yêkrêzîya xaka Iraqê bike. Berwarî anî ziman ku peymanek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çê bûye û got: “Li gorî nêrîna min ji bo dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê peymanek veşartî heye. Li gorî peymanê, piştî dagirkirinê dê Tirk xwe ji hinek qadan vekişîne, hinek herêm jî di nav lepên wan de bimînin. Ev plan li beramberî herêmên Başûrê Kurdistanê û statûya Başûrê Kurdistan pêk hatiye.”
 
SENARYOYÊN MUHTEMEL
 
Berwarî derbarê planên tên meşandin de bal kişand ser çend senaryoyan û wiha got: “Ger Iraq dîsa hebûna Tirkiyeyê hincet nîşan bide û li seranserî sînor belav bibe; bi Tirkiyeyê re sînor kontrol bike, wê demê tu wateya hêza leşkerî ya Başûr û hikûmeta wê namîne. Iraq hewil dide herêma federal hilweşîne, destûra Iraqê bide referandumê. Piştî serdanên Tirkiyeyê ji bo Hewler û Bexdayê, plankirine ku başûrê Kurdistanê di navbera Tirkiye û Iraqê de dizayn bikin. Ger Tirkiye bikeve Iraq û Başûr wê ji van cihan dernekeve. Dibe ku PKK’ê wekî hincet nîşan bide, lê di qonaxa yekem de dixwaze Musil, Dihok, Sîlemanî, Hewlêr, Kerkûk, Diyala, Selehedîn dagir bike. Ger ev pêkanîn, di qonaxa duyem de jî dixwaze bi giştî Iraqê dagir bike. Ev planeke stratejîk a dewlet tirk e.”
 
ÇIMA BÊDENG IN?
 
Berwarî anî ziman ku Tirkiye nikare bêyî destûr û agahiya hêzên navnetewî, PDK û Iraqê tu êrişan pêk bîne û wiha domand: “Ji êrişên ser başûrê Kurdistanê hêzên navnetewî, Iraq û hikûmeta başûrê Kurdistanê û Îran agahdar in. Bêdengiya Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê ji dagirkirina Tirkiyeyê re nîşaneya hevkariyê ye. Hatina leşkerên dewleta tirk a li nava axa başûrê Kurdistanê nîşan dide ku hevbendî û rêxweşkirinek di navbera leşkerên tirk, Iraq û PDK'ê de heye.”
 
‘46 MILYON KES ÎRADEYA XWE BI HÊSANÎ RADEST NAKIN’
 
Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ser helwesta gelên herêmê ya li dijî êrişan û got: "Bi netewên cuda re 46 mîlyon kes li xaka Iraqê jiyan dikin; ev jî vîna xwe bi hêsanî radestî dewleta tirk û çeteyên wê nakin."
 
‘DIVÊ GEL JI BÎR NEKE KU LI DIJÎ REJÎMA BAAS JÎ LI BER XWE DABÛ’
 
Berwarî da zanîn ku PDK’ê gelê başûrê Kurdistanê aniye asta radestkirina dewleta tirk û grûbên bi ser wê ve lewma pêwîste li dijî vê yekê berxwedanek hebe û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Pêwîste gelê me yê başûrê Kurdistanê  yê welat û niştîmanparêz jibîr neke ku dijî rejîma Baas a Saddam bi rojan berxwedanî kirine. Divê gelê Başûr li dijî van kiryaran bêdeng nemîne û biherike qadan. Girînge helwesta gelê me yê Kurdistanê bi giştî wisa be. Ji ber ku ev ne tenê pirsgrika rêxistin û sazîyekê ye, ya giştî gelê Kurdistanê ye.”

Sernavên din

21/01/2025
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin