e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir

  • rojane
  • 12:25 25 Gulan 2018
  • |
img
AMED - Rojnameya li ser înternetê weşanê dike "e-rojname" ya bi kurdî ye, dest bi weşanê kir.
 
Rojnameya  li ser înternetê weşanê dike e-rojname dest bi weşanê kir. Li Tirkiye berê gelek rojnameyên bi kurdî weşan dikirin hatin girtin. Ji ber ku herî dawî hemû çapxaneyan deriyê xwe li Rojnameya Welat girt, rojnameya dijîtal "e-rojname"  dest bi weşanê kir.  Rojnameya dijîtal ku li ser navnîşana  www.e-rojname.com dest bi weşanê kir, di roja yekemîn a weşana xwe de ji bo balê bikişîne ser zextên li ser kurdî bi manşeta "Kurdî sînoran nas nake" derket pêşberî xwînerên xwe. 
Ji bo ku hûn xwe bigihînin rojnameya dijîtal ku bi zaravayê Kirmançkî jî weşanê dike divê hûn bibin abonê.  Edîtorên rojnameyê jî di nivîs û nûçeyên ku weşandin  de diyar kirin ku li dijî zextên li ser kurdî ew ê kurdan bê rojname nehêlin û  banga abonetiya rojnameyê kirin. 
 
Nivîsa Edîtor wiha ye: 
 
Em hemû xwendevanên rojnameya dîjîtal a bi kurdî, e-rojnameyê silav dikin. Ji ber ku yekemîn rojnameya rojane ya dîjîtal amade dikin, em pir bi kelecan in. Rêwîtiya rojnamegeriya kurdî di 22’yê nîsana 1898’an de bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir û ew meş 120 sal in berdewam e.
 
Heta niha di oxira ragihandina heqîqetê de gelek bedêl hatin dayîn û îro jî berdêl tên dayîn. Wekî rojnamegerên kurd peywira me ya sereke ew e ku em bi zimanê xwe rastiyan ji gelê xwe re ragihînin.
 
Rojnamegeriya kurdî ji ber şert û mercan derbasî qonaxeke nû bû. Ji ber zextên dewleta tirk îro li Tirkiyeyê çapxane rojnameyên kurdî çap nakin. Di serdema nû ya rojnamegeriya kurdî de dê rojnameyeke rengîntir were amadekirin û hemû rûpelên rojnameyê dê rengîn bibin. Wekî destpêk em ê 6 rûpelan çap bikin û armanc ew e ku em di rojên pêş de hejmara rûpelên rojnameyê zêde bikin.
 
Rojnamegeriya kurdî li derveyî sînorên Kurdistanê ango li sirgûniyê dest bi weşanê kir. Piştî salan rojnameya Azadiya Welat navenda xwe anî Kurdistanê û li vê derê bi qasî 15 salan weşana xwe domand. Heta niha rojnameyên kurdî tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê dihatin belavkirin. Tê zanîn ka ew rojname tûşî çi zext û zordariyên mezin hatin.
 
Bi vê xebata nû em hemû sînoran ji holê radikin. Em ê xwe bigihînin xwînerên kurdî yên li çar parçeyên Kurdistanê. Êdî kurdîhezên li Başûr, Rojava û Rojhilat jî dikarin bi rehetî rojnameya rojane ya bi zimanê kurdî bixwînin. Bi vê xebatê her wiha em ê hewl bidin xwe bigihînin hemû deverên cîhanê yên ku kurd lê dijîn. Em di wê baweriyê de ne ku di vê rêwîtiya gerdûnî de kurd û hezkiriyên zimanê kurdî dê me bi tenê nehêlin. Em dixwazin li hemû deverên cîhanê kurd bi nivîs, nûçe û peydakirina aboneyan tev li xebata rojnameya dijîtal ‘e-rojname’yê bibin.
 
Em ji niha de dibêjin ku ev xebat dê bi piştgirî û hêza we xwendevanên kurdî pêş ve biçe û li ser lingan raweste.
 
Ji bo şopandin û xwendina nûçe û rûpelên e-rojnameyê, bibin endam û endaman peyda bikin! 
 
 

Sernavên din

25/05/2018
13:50 Şandeya DYA ji bo Minbîcê hat Tirkiyeyê
13:16 YSK'ê namzetê HDP’ê yê rêza yekem ê Şirnexê veto kir
12:25 e-rojname li ser înternetê dest bi weşanê kir
12:20 Dayîka Mîraz: Bi mîlyonan hene ku li şûna min deng bidin
12:18 3 karker di qezayên kar de mirin
12:10 'Ji bo aştî û demokrasiyê dengê me ji HDP û Demîrtaş re ne’
11:58 Leşkeran alên HDP’ê daxist
11:44 Bakkalci: Krîza mirovahiyê li cîhanê bi komkujiya Roboskî hat dîtin
11:32 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: AKP dê bi findan li 7’ê Hezîranê bigere
11:29 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 77’an serî li dozgeriyê dan
11:04 Ji jinên HDP’ê kampanyeya ‘7 hezar jin, 7 hezar sindoq’
10:33 Rojnameya Yenî Yaşam dest bi weşanê kir
10:32 Têkoşîna ji bo tenduristiya gel da, dê vê carê ji bo azadî û demokrasiyê bide
10:31 Dengê Bakurê Sûriyeyê rojnameya Ronahî dest bi weşana rojane dike
10:23 Prof. Dr. Oran: HDP'ê bi namzetên azadîparêz gavek gelek rast avêt
10:14 Girtiyê name ji Demîrtaş re şand rastî 4 meh ceza hat
09:54 Baluken bertek nîşanî erêkirina ceza da: Dê ev ceza wek deqek reş bikeve nav dîrokê
09:20 Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû çap kirin
09:19 Amedî: HDP rizgariya gelan e
09:18 Hewl dide bi laçika spî biçe Meclîsê
09:17 Kirbayir 23 salin li gora birayê xwe digere: Dewlet kujeran diparêze
09:16 'Ji ber îtifaqa jinan esas digire em li cem HDP’ê ne’
09:16 Karkerên bi KHK’an ji kar hatin avêtin: Em ê li ser sindoqan bersivê bidin
09:15 Alayumat: Min bêriya wênekêş û kamareya xwe kiriye
09:14 Jinek karker û cotkar: Ez ê dengê karker û jinan veguhezînim Meclîsê
09:13 Hûnermendên Edeneyê: 24’ê Hezîranê dê bibe roja azadiya hûner
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2018'AN
24/05/2018
17:21 Dozger serlêdana parêzeran cara 758’emîn red kir
16:12 Kesên wesayîta anonsa HDP’ê dîtin herikîn kolanan
16:11 Li ser peykerê jinê nivîsên zayendperest nivîsandin
15:59 Piştgiriya HDP’ê mezin dibe: Em dê bi hevre bi ser bikevin
15:47 Trîbûnala Navneteweyî, Tirkiye mehkûm kir
15:17 Îtîraza redkirina daxwaza berdana Demîrtaş jî hat redkirin
15:10 Egîtîm Sen: Endamên me bi ÎHA tên şopandin
14:59 Namzetên HDP’ê dest bi xebatên xwe kirin
14:56 Cerdevanê rastî êrîşê hat jiyana xwe ji dest da
14:21 Midûrê wargeha 12 xwendekar lê şewitîn: Min gundên mehrûm û xizan hilbijartin
13:27 Xebatkarên PTT'ê yên Îzmirê ji bo mafê xwe çalakî pêk anîn
13:13 ÎSÎGM: Di 4 salan de li Gebzeyê 94 karker di cînayetên kar de mirin
13:08 Dozger xwest doza windakirina 11 gundiyên Pasûrê betal bibe
12:17 Ji 150 hezar girtiyan kijan dê karibe dengê xwe bidin?
11:57 Alîkarê Midurê Şaxa Ewlehiyê: Ez ê nehêlim HDP tabelaya xwe daliqîne
11:49 Gelê Colemêrgê: Sindoqan hezar kîlometre dûr bixin jî emê dengê xwe bidin
11:09 Leyla Guven: Ez ê hewl bidim bibim layîqî rûmeta we
11:08 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 758'an serî li dozgeriyê dan
11:04 Li Colemêrgê teqîn: 2 cerdevan mirin
11:03 Yalçindag: Baluken bi destê darazê ji siyasetê dahfdan
10:21 Polîsan li Mûşê zarokek bi giranî birîndar kir
10:18 Buldan: HDP’ê bi hemû gelan re îtîfaq pêk anî
10:04 Namzetê Rihayê yê AKP'ê Fakibaba piştî bû wekîl rûyê xwe reş kir
09:20 Şirnexiyên koçber bûn: Em ê tiştên anîn serê me ji bîr nekin û wisa biçin ser sindoqan
09:19 Çawîş û polîsên ku hatin tayînkirin dê du caran deng bi kar bînin!
09:18 Galerîvan: Gel ditirse, gelo dê ev der jî bibe wekî Sûriyeyê
09:17 HDP: Ji bo ewlehiya hilbijartinê xwe qeyd bikin
09:16 Li ser ‘Efrîn’ stranek çêkir
09:15 ‘Jin ji îktîdara AKP’ê re dibêjin êdî bes e’
09:13 Dewletê bedelê wesayitekê ji yê 9 mirovan bi qîmettir dît
09:12 'Em dengê xwe nadin partî û îtîfaqên kuştinên zarokan pîroz dibînin’
09:12 Li Wanê hedefa HDP’ê 8 wekîl e
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2018'AN
23/05/2018
19:28 Rojmameger Alayumat ji girtîgehê derket
17:48 Di Gulanê de Birûskê 9 ruh stendin
17:01 Jinan li Nisêbînê bi coş buroya hilbijartinê vekir
17:00 Leşkerên şahid: Dema maşîne li Hazarê qeliband min hîs nekir
16:50 Polîsan ciwanek binçav kir û gopalê daholvan desteser kir
16:42 Xebatkarê kovara Ozgur Toplum Kiliç nehat berdin
16:28 Buldan: Em ê li Amedê 12 wekîlan derxin
16:15 Dadgeha Herêma Dîlokê 16 sal û 8 meh cezayê Baluken erê kir
15:34 200 karkerên mûçeyên wan nehatin dayîn dest ji kar berdan
15:00 Rojnameger Erdogan Alayumat hat berdan
14:46 Amedî amadekariya pêşwazîkirina namzetên HDP'ê dike
14:35 Aborînas: Zengila topavêtinê lê dide
14:16 Danişîna rojnameger Kaya hat dîtin
13:59 DDKD: Em ê di 24’ê Hezîranê de dengên xwe bidin HDP’ê
13:58 Rêxistinên mafên mirovan banga Roboskê li DMME kirin
13:51 HDP dadikeve qadê: Dê biçin çar aliyê Tirkiyeyê
13:25 Namzetên HDP’ê: Ji bo yekîtiya gelan û dengê kolanan HDP
12:33 Namzetên jin ên HDP'ê yên rengîn
12:28 Cenazeyê zarokekê li Cizîrê hat dîtin
12:15 Li Şirnexê, endamê meclîsa şaredariya DBP’ê hat binçavkirin
12:14 Rojnameger Îdrîs Sayilgan dîsan nehat berdan
11:49 HDP'ê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere kir: Ocalan û 24’ê Hezîranê ji bo aştiyê hêvî ne
10:40 Di 24’ê Hezîranê de dê beşdarî ezmûnan bûbûya, lê niha hewl dide biçe Meclîsê
10:19 6.Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed dest pê dike
10:09 Li Rojhilatê Sûriyeyê QSD dawî li DAIŞ’ê tîne
09:19 Gelên elewî, suryanî, ermenî û gurcî li dora HDP'ê dibin glok
09:17 Ji bo cîhanek bê sînor û bê çîn HDP
09:17 Welatiyên ermenî: Kî me temsîl bike em ê dengê xwe bidin wan
09:16 Jinên ciwan: Ji bo pêşerojeke azad em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:15 Beştaş: Em ê Meclîsa Jinan weke pergalek siyasî bi pêş bixin
09:14 Dozger der barê mirina Ayhana 16 salî de biryara neşopandinê da
09:14 Kaya ya ku li hemberî pirsgirêkên jinan ker û gor bû, dîsa bû namzet!
09:02 Tahmaz: Pêkanînên AKP'ê bînin bîra xwe û biçin ser sindoqan
09:01 ‘Em ê li dijî kesên cudaxwaziya zayendî diparêzin têbikoşin'
09:00 Namzetên AKP'ê yên berê wekilên Rihayê bûn tenê qoltixên meclîsê dagir kirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:43 Dolar dîsa bi rekorê dest bi rojê kir
22/05/2018
18:14 HDP'ê redkirina berdana Demirtaş îtîraz kir
16:44 HDP sibê li Amedê ‘Deklarasyona çareseriya pirsgirêka kurd’ eşkere dike
16:43 TL li hemberî dolar û euro qîmetê winda dike