AKSARAY Karkerê înşaetê Ahmet Hakan Ogutçu dema karê înaetê dikir, profîlê aluminyum yê di destê wî de li xeta ceyranê ket û bi ceyranê ve zeliqî. Ogutçu jiyana xwe ji dest da. Li Edene û Enqere ji 2 karker mirin.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê xwe yê twîtterê agahî da û diyar kir ku karkerê înşaetê Ahmet Hakan Ogutçu dema karê înaetê dikir, profîlê aluminyum yê di destê wî de li xeta ceyranê ket û bi ceyranê ve zeliqî. Meclîsê da zanîn ku Ogutçu li navçeya Eskîl a Aksarayê dema rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
LI ENQERE Û EDENE 2 KARKER MIRIN
Li Elmadag ya Enqereyê jî di fabîqeya Teqemeniyê û Rometan a Barutsan a MKE'ê de teqîn pêk hat. Di teqînê de karkerê 31 salî Emre Ozcan jiyana xwe ji dest da.
Li Navçeya Seyhan a Edeneyê jî karker Hasan Gumuş (44) ê li herêma serbest kar dikir ji îskeleyê ket û jiyana xwe ji dest da. Gumuş bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê. Tevî hemu mudaxaleyan Gumuş jiyana xwe ji dest da.