ŞIRNEX – Li taxa Cumhuriyetê ya Silopiyê dê HDP di rojên pêş de buroya xwe ya hilbijartinê veke. Leşkeran alên li ber buroyê daliqandî daxistin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di rojên pêş de li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Silopiya Şirenxê buroya hilbijartinê veke. HDP’ê alên xwe li ber buroyê daliqand. Leşker di saetên şevê de çûn ber buroyê û alên daliqandî daxistin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî duh êvarê polîsan alên HDP’ê yên li ber buroya hilbijartinê daliqandîbûn daxistibûn.