Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye

  • rojane
  • 10:30 30 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zeynep Kinaci nirxandina “Manîfestoya jiyana me ye” dike û wiha dibêje: “Em ji bo xwe ji hêzên zalim ên neheq, çavtarî û ji bilî rûxandin û tunekirinê tu armancên wan tune ne biparêzin vî şerî dikin. Lê şerê me yê esasî ji bo wê ye ku wateyeke bidin jiyana xwe ya hatiye tunekirin.” 

 
Gava ewil a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 6’ê gulana 1996’an de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi suîqesteke bombeyî hate avêtin. Çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) ya di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî komployê li dar xistî, gelek deng veda. Çalakiya Kinaci êdî rêgeha pêvajoya pêş diyar kir. Abdullah Ocalan ji bo Kinaci nirxandina “manîfestoya jiyana me” kir û çalakiya Kinaci bingeha paradîgmaya “Jin, jiyan, azadî” ku li tevahiya cîhanê belav bû jî avêt. 
 
‘KUŞTINA ZILAM’
 
Di salvegera yekemîn a mirina Kinaci de Abdullah Ocalan nirxandineke berfireh kiribû û wiha gotibû: “Tê zanîn ku kurd ji hezkirinê zêde fêm nake, evînek ne jiyaye. Heta di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî nekariye xwe nêzî evînê jî bike. Têgehek heye ku li şûna evînê hatiye bikaranîn. Dawiya wê jî, bi Zîneke ku zimanê wê tune ye û nedikarî raber ser pêyan û Memek heye ku nekariye du gavan jî pêş bikeve. Anku tu hêzekî fîlan nîne. Di wê klasîk, destana mezin a evînê de jî nekarîne qet xwe nêzî evînê jî bikin. Dema mirov sêsed salên piştre tîne ber hizra xwe, êdî mirov nikare qala peyva evînê jî bike. Êdî kesek nema dikare tenê bi gotineke jî be, li ser hezkirineke xweşik tiştekî binivîse. Me çiqas karî evînê biafirînin an neafirînin ev mijar niha ne ewqas girîng e. Lê belê îdiayeke me heye, hewldaneke me heye. Em hewl didin vê bi rêya jinê bikin. Kî çi navî li vê dike bila bike, girîng nîne. Ez derketim meydanê; rêhevalên me, jinên me yên em jê bandor bûne û me bandor lê kiriye li holê ne. Bêguman dibe ku bendewariyên wan ên ji min zêdetir bin lê di halê hazir de ya ku di me de karî çêbibe ev e. Mirovê ku dixwazin bibin ew, heta zilamê dixwazin bibin ew jî min xwe bi vê wesîleyê bibêjim. 
 
Îsal yek ji gotina min ku gelek caran bi kar anî jî gotina ‘Kuştina zilam’ bû. Kuştina zilam ji bo min tê wateya kuştina zilamê zalim, despot, tenê mezexêr û ji her alî ve kirêt e. Divê hemû zilam, bi taybet jî zilamên di nav me de mecbûr in bi vê bizanin. Ma ez ê çi bi zilamên li hemberî jinan xwedî cihekî wiha bikim? Jixwe ev zilamtî ew zilamtiye ku tiştek jî bi destê wan nayê. Nikare bi rast û dirûst şerekî bike, heta nikare taktîkekê jî bi rast û dirûst bixe meriyetê. Eşkere ye ku zîhniyeta vî zilamî dê di keçên kurdan de, jinên kurdan de xwdî tu wateyekê nebin. Pir eşkere ye ku li hemberî mezintiya Zîlanê ev zilamtî bi kêrî pênc qirûşan jî nake. 
 
Divê her kes êdî fêm bike ku serdema bi ajoyên zayendî yên qebe serdeçûna jinan êdî derbas bûye. Divê êdî bê zanîn ku bûyera jê re dibêjin jin, jiyanî û çalakbûyîn e. Lewma heke mirov hinek bêhtir bi zelalî bibêje, girîng e ku mirov xwe bigihîne nêzî wekhevî û azadiyê. Nexwe ji bilî vê hatin gel hev û axaftina bi jinan re pêkan nîne. Heke rêzgirtin, mezintî û hevgirtin hebe, heke zilam li gorî egerên vê tevbigerin, wê demê dikarin jinekê bibînin. Jin çima ewqas girêdayî me ne? Zilamên me piranî çavnebar in. Dilsoziyên ewqas mezin jî ji bo min qet pirsgirêk nîne. Bi qelanî - ku di nava civakê de wiha ye - re, di nav me de jî bi rayeyê û hêzê tu nikarî jinekê qezenc bikî. Rêya qezenckirina jinekê, bi şêweyê Zîlanê nirxandî dibe. 
 
SERHILDANEKE MEZIN HEYE
 
Heke bala we kişandibe, min û van rêhevalên jin hev nas nekiriye lê dilsoziya herî mezin raber dikin. Ev mijar gelek girîng e. Nîşan dide bê ka divê zilamek ji bo jinekê çawa be. Heke hûn bikarin hinek wiha bin, li holê ye bê ka jinek çiqas dilsoz dibe û bi vê bisînor namîne û çawa dibe lehengek. Heke hûn bi vê fêm nekin, hûn ê teqez nekarin ji xwe re bibêjin zilam. Dibe ku li cihekê in, li derveyî me hûn wisa bibêjin; lê belê di rastiya xwe de - hêvîdarim em bikarin vê ji bo tevahiya gelê me jî pêk bînin - tu rêyên din ên ku em rêzê ji bo vê kesayetiyê bigirin jî pêkan xuya nake. 
 
Her wiha ev jî têr nake. Anku nîşan dide bê ka mirovê nû ji bo jinê çiqas girîng e. Heke hinek wijdan û hêza we hebe, divê hûn bibêjin jineke ne li gorî ferman û zextên min tevdigere, gelo divê ez li gorî jinê çawa bim bikin. Ev pirs divê niha hêj dijwartir bibe. Çima jin divê ji her alî ve li gorî daxwaza dilê te be? Îcar di demeke ku te îflas kiriye, tu nikarî tiştekî biafirînî û di demeke ku kirêtiya te li holê de jinek çima divê li gorî te be? Ji ber ku hinek pereyê te, mal û milkê te heye lewma? Ji ber ku hinek hêza te ya qebe heye lewma? Eşkere ye ku bi van re tu hezkirin, evîn nabin. Şexsiyetên wiha bi sedsala ye bi rêya zextê hewl didin jinan girêdayî xwe bikin. Vaye li hemberî vê serhildaneke mezin heye. Ez ji bo vê rêz digirim û serbilind im ku rêbertiya vê dikim. Ez pir keyfxweş im ku rêberê jinên wiha me. Tu eybeke jiyana bi wan re nîne. Ez serbilind im ku piştevanê artêşbûneke jinan a wiha mezin im. Ev tişt çima bi gotinên wiha yên erzan tên nirxandin? Alîkarbûna ji artêşbûna jinên wiha egîd re çima ber bi fesadiyê ve dibe? Ev jin ew jin in ku her yek ji wan vediguherin qehremanên pir mezin. Nebûne jinên we lewma hûn dihesûd in, ew pirsgirêkeke cuda ye. Hûn jî bibin egîd, hûn jî bibin şexsiyetên ku jin jê hez dikin, bila ev jin bibin rêhevalên we. Lê heke hûn nekarin vê hêzê nîşan bidin, bêguman dê li vî welatî ji bo we jin tune bin. 
 
JIYANEKE BÊYÎ AZADIYÊ NABE
 
Ez ê li ser vê bingehê hêza xwe ya Zîlan û Serokatiyê hêj bêhtir bi kar bînim. Ez mirovekî tolhildêr im. Hûn ê qet xwedî li welatê xwe dernekevin, dê ji bo azadiyê tu tiştekî nekin, dê nekarin têkiliyekê di navbera gotin û pratîkê de deynin, dê piştre jî rabin û ji min re bibêjin; ‘dilê min jin dixwaze, jiyanê dixwaze.’ Ev nayê qebûlkirin. Ev yek di şexsiyeta Zîlanê de hatiye hilweşandin. Bi taybet jî kesên di refên partiya me de divê baş bizanin ku, ev gotin wisa vala nehatine gotin. Hewce bike ez ê bibim zilamekî wisa ku dilsoziya hemû jinan pê re hebe. Ez bibim kesekî wisa ku wan dike hêz û bi tu awayî xwe girêdayî zilamekî hîs nekin bibim û dibim jî. Jin, vê yekê bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Lê ev bi tena serê xwe têr nake. Dil dixwest ku tevahiya zilamên me kêm zêde li ser vê bingehê hest û ramanên rêhevalên jin di kesayetiya xwe de temsîl bikirana. 
 
Ya herî girîng jî, jiyaneke bêyî welat, bêyî azadî, bêyî şer û bêyî serkeftin nayê jiyîn; lewma jin jî nabe. Û heta ku ev yek jî neyê fêmkirin, hûn nikarin Zîlanê anku jinên milîtanên azad jî fêm bikin. Ez ji tevahiya zilam an jî rêhevalên di nava partiyê de cih digirin dipirsim bê ka yên dixwazin bi jinan re bijîn hene yan na. Xwezî we bikariya ji jinekê hez bikin, xweziya di vê mijarê de dil û wijdana we hebûya û wê demê şexsiyeta we hinek bi ruh biketa! Ez dixwazim rêya vê vikim. Li şûna bi gotinên erzan eletewş bê axaftin, li şûna ku derheqê me de nirxandinên bi vî rengî bên kirin, divê bê fêmkirin ku hewldana me ji bo vekirina rêya vê ye. 
 
ŞERÊ ME JI BO JIYANÊ YE
 
Jin, hebûneke ku divê bi awyakî birûmet û pîrozwer bi nirxên mezin re bê jiyandin. Ez dixwazim wateya vê bidim der. Gelo ji vê wêdetir tiştek heye ku qîmetê li jiyanê bar bike? Ger egîdiyek we û mêrantiyeke we hebe, ji bo xwenîşandanê ji vê wêdetir, hewldanek we heye? Di sala dawî de min xwest hest û ramanên bi vî rengî bêtir pêşve bibim. Em bi şer ku me li eniyan derve gelek serketin bi dest xistin, xwe napesinînin. A rast, em ji ber vê xemgîn jî dibin. Em tu carî bi awayekî sadistî şer nanirxînin. Em bi kuştiuna leşker û xayinan kêfxweş nabin. Ev, ji ber ku wekî astengiyekê li ber jiyanê ne û ji ber ku her tim dixwazin me tune bikin em şer dikin. Halbûkî li vê cîhanê kesekî ku herî dijwar şer bike hebe, ew jî ez im. Lê wekî din tu rêya jiyanê tüne ye. Ez her roj di vî warî de bang dikim; em bi awayekî mirovî, yanî bêyî kuştin û şikandinê em mafên vî gelî, pirsgirêkên vî gelî gengeşe bikin û çareser bikin. Lê bi navê dil tiştek bi van re tune ye, bêwijdanine mezin in. Naxwazin mafên gelekî fêm bikin. Di bin navê 'yekîtiya neteweyî û yekpareyiyê' de xwedî feraseta 'bila gelek qir bibe, bila hemû mirov ji jiyanê bêpar bimînin.' Ev, qaşo ji bo wan rûmet e. Em vê 'şeref'ê baş nas dikin; di dîrokê de gelek mînakên vê hene.
 
Em, ji bo xwe ji van hêzên zalim ku ji xeynî qirkirinê tu armanceke wan tune ye biparêzin, vî şerî dikin. Lê şerê me yê sereke ew e ku em wateyekê li jiyana xwe ya tê xwestin bê qirkirin, bar bikin. Ev enî, bi qasî eniya şer girîng e. Em, ji jiyaneke ku tê qebûlkirin û esasgirtin û têkiliyên jin-mêrantiyê esas digire yeqîn dikin. Ez dixwazim jinê pêşve bibim ku karibe biryarê bide, gengeşeyê bike û wekî di kesayetiya Zîlanê de tê dîtin wate û hesteke kûr zevt bike. Di vî warî de çi dikeve ser milê min, ez dikim. Ev ya herî rast e. Bi taybetî ji bo pêşxistina civaka me, ez wekî peywireke herî pîroz dibinim. 
 
BI JINÊR E BER BI JIYANEKE RAST VE
 
Di serî de ji bo gelê me û dostên me yên hêja û ji bo kesên ku di nava partiya me de ne û dixwazin kûrahiya jiyanê bibînin, ez dikarim van tiştan diyar bikim: Zor be jî û tew ji şer zortir be jî û berevajî hin nirxên me yên dînî, exlaqî û moralî be jî, ez mecbûr im rêya jiyaneke nû bi vî awayî vekim. Dibe ku bê gotin 'dîn, exlaq û edet wiha dibêjin'; ev ji bo min ne girîng in. Ji lew re van, welatê me, jiyanê, jinê û mûran winda kir. Neyteke min a ku ez jiyaneke hêsan û erzan bidomînim tune ye. Eynî wekî di vir de tê destnîşanklirin, ez girêdayî rêgeza 'divê îdia û jiyan mezin be' me. Ji bo vê rêgezê, çi hewce be, divê bê kirin. Tu mensûbên dînan, şerekî wiha mezin nakin. Lê di PKK'ê de keçeke ciwan a milîtana azadiyê vê hêzê nîşan da. Ne mumkun e ku mirov vê hezkirin û wijdanê di tu edet û exlaqê de bibîne. Ev, di exlaqê azadiyê û armanca azadiyê de hatiye nîşandan.
 
Di rêbertiyê de divê mirov di warê jiyanê de hay ji pêşketinê hebe. Jiyaneke rast a bi jinê re hîn bêtir hêzê dide şer jî. Ev, mirovî ber bi ezperestiyê ve nabe. Kî wiha bibêje, ew xwe dixapîne. Hebûna bi jinê re, sedemeke şer e. Divê her kes fêm bike ku di salên dawî de ez çi qasî bi jinan re rûniştime, ez ew qasî bûme şervanekî bêyeman. Ger mêrê berê bi jinekê re rûnê, ger bidê dikare di kêliyekê de xiyanetê li wî şerê ku dikare ji heq derkeve, bike. Ev mêr, ji bo min mêrê bênamûs e. Ev kesayetî dibe ku jin be jî. Lê ez bawer nakim ku tu jineke li cem min, min li derî şer bihêle. Jixwe Zîlan li holê ye; hebûna bi Zîlanê re hebûna bi çalakiya şer a herî mezin re ye. Ger dilê we û hebûna li cem jinê hebe, nexwe divê hûn bibin şervanên herî mezin. Divê hûn bi welatparêzî û azadiyeke mezin re bin. Her wiha ger dilê jinê li gel mêr hebe; divê di şexsê min de bibe miroveke nû, yanî divê bibe hevrê Zîlan. Wekî din tu îzahiyateke vê tune ye. Divê hûn nebêjin 'me fêm nekir, em ji heq derneketin.' Tişta em jê re dibêjin pîrozwer û em di dil û mêjiyê xwe de heya dawiyê girêdayî wê ne, ev e.
 
MANÎFESTOYA JIYANÊ
 
Min ji vê re got, manîfestoya jiyanê. Ji niha û pê ve li vî welatî, di nava vî gelî de, wê jiyana di nava jin-mêr de ev manîsfeto be. Ez dixwazim milîtanên jin ên hêjatir derxim holê û vê yekê hinekî din pesend bikim. Ez dixwazim jinxasan di çavên mêran re rakim û ger hewce bike ji wan bêtir bikim şervan û bi qasî hewce be wan hinekî din ber bi wijdanê û şer ve bibim û vê yekê wiha nîşan bdim. Her wiha ji bo bi azweriyeke bêtir bi jiyanê ve bên girêdan, min xwest wate û girîngiya jinê derxînim holê. Geşedan sînorkirî ne, lê ev ji bo min kartêker e. Wekî gelek kes pê dizanin, bêyî kûrahiya hişî û ruhekî mezin, ev jiyan nehatiye afirandin. Hemû kesên ku soz dane şehîdan, bila jiyana xwe ya rojane heya ji det wan tê bikin jiyaneke xwedî îdiayeke mezin û çalakger. Li gor min kesekî ji rêzê jî ger xwedî îdiayeke mezin û xwedî çalakiyeke mezin be, hem dikare bibe nûnerê jiyanê, hem jî jî şervanê wê û dikare serketinê jî teqez bike. Ez di yekemîn salvegera şehdaeta wê û  de van tiştan destnîşan dikim.
 
Hevrêya me Zîlan heya dawiyê di gotinên xwe de mafdar e. Îdiaya wê û azweriya wê ya ji bo jiyanê têra xwe esîl e. Em, ji ber ku me hinekî rê li ber vê kir em kêfxweş in, lê ji ber ku hê jî me serketina wê bi temamî pêk nenaiye em hê jî xwe kêm hîs dikin û bi fikar in. Lê ji bo em heq ji vê derkevin jî, em ê heya dawiyê tevbigerin. Wekî wê jî destnîşan kiriye, ev teqez wê me ber bi serkeftinê bibe. Di vî warî de tenê ne xeta serketinê ya şerê min, kesayetiya serketinê ya jiyanê jî di Manifestoya Zîlanê de biwate bûye. Ji niha û pê ve jiyan, wê di bin vê manîfestoyê û sondê de biwate bibe. Me tevî hemû kêmasî û şaşiyên xwe jî, hewl da hewcetiyên vê pêk bîne. Yeqîn dikim ku em ê ji niha û pêve jî wekî mirovên wêrektir, mirovên bêtir nêzî rastiyê, mirovên xwedî bîr û bawerî û mirovên hestyar, em ê hewcetiyên jiyanê pêk bînin û em ê bi qasî şer serketina jiyanê jî teqez bikin."
 

Sernavên din

21/01/2025
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin