Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd

  • rojane
  • 13:48 29 Hezîran 2024
  • |

AMED - Şêx Seîd û hevalên xwe yên dozê di salvegera 99’emîn de li cihê lê hatibûn darvekirin, hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo gora Şêx Seîd û gorên hevalên wî bên dîtin dê têkoşîn berdewam bike. 

Şêx Seîd û 46 hevalên xwe yên dozê di 29’ê Hezîrana 1925’an de ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ve li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê tên darvekirin. 99 sal bi ser darvekirinê re derbas bûn. Komeleya Pewerde, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd daxuyanî da û bernameya bîranînê li dar xist. Rêveberên Komeleyê, rêveberên DEM Partî, DBP, OHD, Baroya Amedê, MED TUHAD-FED’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya komeleyê bûn. Piştî daxuyaniyê girse ji avahiya komeleyê heta cihê bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî meşiya. 
 
‘LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ SERHILDAN’ 
 
Neviyê Şêx Seîd, Kasim Firat di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku yek ji rojên herî tarî yên Kurdistanê 29’ê Hezîranê ye û wiha got: “Sêx Seîd efendî li dijî mêtingeriyê serhildan û berxwedanek mezin da destpêkirin. Di meclisa komarê ya sala 1924’an de biryar derxistin û gotin; kurd, Kurdistan li vî welatî tune ye û li vî welatî her kes tirk e û zimanê wan tirkî ye. Viya bi awayek fermî kirin qanûn û kurdan înkar kirin. Şêx Seîd û hevalên xwe li dijî biryara dewletê serî rakirin û gotin, ‘Em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me Kurdistan e’. Bi vî awayî di 13’ê Sibata 1925’an de li navçeya Pîranê dest bi serhildanê kirin.” 
 
‘DEWLETÊ ARŞÎVA QEYDAN VENEKIR’
 
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî axivî û anî ziman ku Şêx Seîd ji bo gelê Kurdistanê xwedî nirxek gelek giranbiha ye û got ku 99 sal in dewlet şûna cenazeyên Şêx Seîd û hevalên wî vedişêre û dewletê arşîva qeydên xwe venekiriye. Ozdemîr diyar kir ku ew ê bi heqîqeta ku Şêx Seîd efendî ji bo kurdan û Kurdistanê nirxek pir hêja ye dê ji bo dîtina cenazeyên wan têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Paşê rêveberê Komeleya Şêx Seîd Mordem Zel bi zaravayên kurmancî û zazakî yên kurdî metna daxuyaniyê xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Îro 29’ê Hezîrana 2024’an, 99’emîn salvegera şehadeta şehîdên Kurdistanê Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî ye ku ji bo bawerî û azadiya gelê me canê xwe feda kirine. Ji sedsaliya vê têkoşîna pîroz re ma salekî. Em hêvîdar in ku ew ê sala 2025’an bibe sala Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî. Em li ber bîranîna şehîdên xwe rêz digirin û em careke din balê dikişînin ser têkoşîn û fedakariya wan. 
 
Li dijî komara ku li ser îmha û înkara gelê Kurd hatiye avakirin, Şêx Seîd Efendî û rêhevalên xwe û hemû beşên civakê, bi mal, milk û canê xwe têkoşîna heq, edalet û azadiyê dane. 
 
ŞÊX SEÎD EFENDÎ Û HEVALÊN XWE JI BO AZADIYA KURDISTAN TÊKOŞIYAN
 
Şêx Seîd Efendî û rêhevalên xwe, ji bo vîn, azadî û mafê azadiya gelê Kurd, bi wêrekiyeke mezin û bi berdêleke bêhempa ked û têkoşîn dane. 
 
Têkoşîna wan li dijî zilm û bê edaletiyê nîşaneya wesfê serhildanê ye. Ev lehengên ku di oxira vê doza pîroz de bê teredut canê xwe feda kirine, ew ê di dilê gelê xwe de heta hetayê bijîn. 
 
Bîranîna Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû kesên li welat dijîn belgeyeke nimûneyî ye. Ji bo em ji rûpelên êşê yên dîrokê ders derxînin û êşên wekhev dîsa nejîn, divê em têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê bidomînin. Di heman demê de em hemû pêkhateyên civakê yên ku dixwazin wan bê hafize bihêlin vedixwînin ku di vê mijarê de bi biryar û haydar tevbigerin. 
 
Bi vê munasebetê em careke din bîranînên wan ên bi qedr bi bîr dixin û ji bo zindîbûna mîrate û têkoşîna wan bidin domandin, biryardariya xwe dubare diyar dikin. Erkê me yê sereke ew e ku em ê parastina yekîtî û wekheviya gelê xwe bikin û em ê têkoşîna wan a ji bo azadî û edaletê bigînin siberojê.
 
PEYAMA ŞÊX SEÎD
 
Dema Şêx Seîd Efendî ber bi sê darê ve dimeşe, van gotinan dike: ‘Dibe ku dawî li jiyana bê, lê di rêya gelê xwe û baweriya xwe de xwefedakirin ne cihê poşmaniyê ye. Li dû me negirîn û kêfa zaliman li me neynin. Serhildana me baş fêm bikin û ji nifşên dû me re baş behs bikin. Bila serê we bilind be. Rast e, me anîn ber sê darê; lê tu carî me serî netewand! Me çok neda erdê. Bila baş bê zanîn ku em bi serê bilind çûn ber sê darê’. 
 
Bila rihê şehîdên me şa, cihê wan bihûşt, bereket di axa wan de be. Ew ê fedakariya wan ji bo siberojeke azad û adil rêya me ronî bike.
 
Şehîd Namirin!”
 
  
Piştî daxuyaniyê girseyê heta Qada Deriyê Çiyê ango Qada Şêx Seîd meş li dar xistin. Li vir dua hatin kirin û çalakî bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

29/06/2024
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar
12:59 Kuştina jinan ji Wezîra Malbatan pirs kir
12:59 Gezîcî yê di binçavan de hatibû îşkencekirin nehat berdan
12:58 Rojnameger Elîf Akgul ji ‘propagandayê’ beraet kir
12:57 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
12:41 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:18 Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin
12:10 Endamê OHD'ê Çelîk: Tişta li Colemêrgê hatiye kirin xesp e
11:54 Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:46 Ji ber têlên ceyranê şewatekî din derket
11:36 Li Pakistanê ji ber germê di 6 rojan de 568 kes mirin
11:33 Li Qereyaziyê kesek hate binçavkirin
11:32 Hewldana darbeya Bolîvyayê têk çû: Bijî demokrasî
11:17 Eren ê DEDAŞ’ê hedef girtî: Dixwazin min bêdeng bikin
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin