ANKARA - Prof. Dr. Baskin Oran, bal kişand ser dîmenên namzetên HDP’ê û diyar kir ku HDP'ê bi diyarkirina namzetên çep û azadîparêz gavek gelek rast avêtiye.
Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 4 hefte ma. Rêxistina HDP’ê namzetên xwe diyar kirin û bi gel didin naskirin. Ji hemû bawerî, çand, nasname û rengan di nava namzetên HDP'ê de cih digirin. Prof. Dr. Baskin Oran, der barê reng û nasnameyên namzetên HDP'ê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Oran, diyar kir ku tevî ku gelek parlamenterên HDP'ê girtî ne û gelek li dervê welat jin jî HDP'ê di diyarkirina namzetan de performansek baş û profilekî baş derxistiye. Oran, anî ziman ku HDP'ê di milê eniya çep û azadîparêzan de namzetên girîng û bi qîmet nîşan dane û ev wêneyek gelek erênî ye. Oran destnîşan kir ku yek ji vana Veli Saçilik e û wiha got: "Dîsa Omer Faruk Gergerlîoglu yek ji vê mînakê ye. Gergerlioglu di milê teoriyê de mirovek bi qîmet e. Ne tenê di milê çalakiyê de. Serokê MAZLUMDER'ê yê berê ye. Erdogan MAZLUMDER tar û mar kir. Omer Faruk Gergerlîoglu nûnertiya MAZLUMDER dikir.
SÊHRA ERDOGAN XERA BÛ
Prof. Dr. Oran, destnîşan kir ku Sêhra ku Serokomar Erdogan li Tirkiye kir xera bû û wiha got: "Ji her demê bêtir pêla beşa muxalif zêde bû. Ev bû sedem ku sêhra Erdogan ya li hemberî Tirkiye kera bibe. Êdî nikare faîzan zêde bike. Ji ber ku nikare faîzan zêde bike dolar ber bi 6 tl ve bilind dibe. Xwedê silametiyê bide. Êdî her tişt gihiştiye qirika muxalefetê. Erdogan ne li benda tiştekî wisa bû.
DIVÊ PARTIYÊN MUXALEFET PIŞTÎ HILBIJARTINÊ PROTOKOLÊ AVA BIKIN
Oran, xwest partiyên muxalif piştî hilbijartinê protokolekê ava bikin û wiha bi dawî kir: “Divê partiyên muxalif di nava xwe de protokolekê çêkin û piştî hilbijartinê jî hevkarî û karbeşî bikin. Ger ku ne wisa be dê kaos pêk bê."
MA / Selami Aslan