AMED – Girtî Mehmet Kadrî Oden, bi sedema name ji Hevserokê Giştî ya HDP’ê ya berê Selahattîn Demîrtaş re şand, cezayê wî 4 meh hat dirêj kirin.
Girtî Mehmet Kadrî Oden ê di 14’ê Tirmeha 2017’an de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê name ji Hevserokê Giştî ya HDP’ê ya berê Selahattîn Demîrtaş re şand, rastê ceza hat. Nameya Oden jî bi hinceta “Alozî” ne hat şandin û bi hinceta “Di saziyê de tirs afirandin” mehekê mafê wî yê hevdîtinê qedexe kirin.
GOTINA ‘DEMÎRTAŞ VÎNA MÎLYONAN E’ SUC E
Serokatiya Saziya Rêzkariyê ya girtîgehê derbarê Oden de biryar da û di biryarê de nivîsên di nameya Oden de hemû wekî suc hat dîtin. Di biryarê de yê herî balkêş, gotinên “Demîrtaş vîna mîlyonan e” û “Ciwanên kurd û tirk” wekî suc hat dîtine.
Rêveberiya girtîgehê li ser biryara Serokatiya Saziya Rêzkariyê înfaza Oden şewitand û 4 meh cezaya wî ya hepsê dirêj kir. Oden, ji Girtîgeha Vekirî ya Tîpa E şandin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.
‘EZÊ DÎSA BINIVÎSIM’
Oden derbarê biryarê û cezayê de axivî û anî ziman ew hilbijêrê HDP’ê ye û got girtina Hevserokê Giştî ya HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bûye sedema xemgîniyê. Oden diyar kir ku nameya wî bû sedema cezayê û 4 meh zêde girtîgehê de mam û wiha got: “Ji namzetê Serokomariyê re name şandin çima sedema sucê ye. Her wiha ji mirovekê hez bikim ma nikarim name jê re bişênim. Ez ê dîsa binivîsim.”
‘GELO DEMÎRTAŞ NE VÎNA MÎLYONAN E’
Oden bertek nîşanê lêpirsînê û sedemên sucê da û wiha berdewam kir: “Ez jî civanek kurdim. Demîrtaş dengê mîlyonan standiye, gelo ne vîna mîlyonan e.” Oden da zanîn ku ew dê derbarê rêveberên lêpirsîn dayî destpê kirin de giliyê dadê bike.
MA - Ozgur Paksoy