Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin

  • rojane
  • 18:55 28 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên "dawî li tecrîdê bîne" de ku li gelek bajaran tên lidarxistin, bang li Wezîrê Dadê hat kirin û wiha hat gotin: "Ger dilê we û edaletê hebe, daxwazên dayikan pêk bînin." 
 
Çalakiyên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya wî ya fizîkî û çareserkirina meseleya kurd hatin destpêkirin didomin. Li gelek bajaran çalakiyên "dawî li tcerîdê bîne" hatin lidarxistin. 
 
WAN
 
Li Wanê xizmên girtiyan û TÛHAY_DER'ê di çarçoveya çalakiya "dawî li tecrîdê bîne" de li ber avahiya DEM Partiyê ya Îpekyolûyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Bibe dengê zindanan" hat vekirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan daxuyaniyê. 
 
Rêveberê TÛHAY-DER'ê Îsmet Yakût metna daxuyaniyê xwend. 
 
‘DIVÊ WEZÎRÊ DADÊ DENGÊ ME BIBIHÎSE'
 
Yakût anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li girtîgehan bi dawî nebe dê daxuyanî û çalakiyên pêwîst bidin û got: "Em her roja înê daxuyaniyê didin çapemeniyê. Dengê me hê jî nehatiye bihîstin. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Nêzîkî 40 meh in hevdîtin çênebûne. Li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Li girtîgehan jî ji bo girtiyên me tecrîdek heye, divê demildest ev tecrîd bi dawî bibe. Dayikên Aştiyê 2 caran çûn cem Wezîrê Dadê lê tu pêşketin çênebû. Em ji vir bang li Wezîrê Dadê dikin; Ger hûn edaletê dixwazin, daxwazên dayikan pêk bînin. Em dixwazin demildest muzakere bên kirin. Em wekî malbatên girtiyan dixwazin bi zarokên xwe re hevdîtinê pêk bînin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana gelê kurd” û 5 deqe çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya ku xizmên girtiyan li Mêrsînê li ber avahiya AKP’ê bi dirûşmeya “Dawî li tecrîdê bîne” dest pê kir, ket hefteya 10’an. Di çalakiyê de ku xizmên girtiyan û gelek kes lê amade bûn pankarta "Dawî li tecrîdê bîne" hat vekirin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi tirkî û kurdî "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ser wan nivîsandî li xwe kirin. Girseya ku meşa wan a heya avahiya AKP'ê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
‘EM TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIN'
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajêr Reşat Aşan li vir axivî. Aşan bal kişand ser dorpêça li pêşiya avahiya AKP'ê û got: "Sedema ku em diçin ber avahiya AKP'ê, bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û bidawîkirina hemû binpêkirinên mafan e. Çalakiyên me yên di vî warî de didomin. Lê polîsan avahiya AKP'ê dorpêç kirine. Em careke din tecrîda li Îmraliyê dest pê kir û li tevahiya girtîgehan belav bûye şermezar dikin."  
 
EDENE
 
Çalakiya ku xizmên girtiyan li Edeneyê jî da destpêkirin di hefteya 10'an de didome. Girseyê xwest li ber avahiya AKP'ê ya bajêr daxuyaniyê bide, lê polîsan nehişt. Polîsan derdora avahiyê bi bariyeran girt û nehiştin peya bimeşin. 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Yaşar Demîr vê helwesta polîsan şermezar kir û anî ziman ku ew ji bo bidawîbûna tecrîdê li vir in û doza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. 
 
Daxuyanî bi berzkirina “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

Sernavên din

30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!